• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

Amed / AW

3 COTMEH 2025 - 10:20
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Mamoste û nîviskarên Kurd cezayên li Amedsporê hatine birîn û helwesta TED Kolejî ya Amedê ku helwesta yekzimanî nîşan da şermezar kirin û gotin “Ev polîtîkayên dewletê ne, tehamulî zimanê Kurdî nakin.”

Her wiha di 26ê Îlonê de Komeleya Perwerdehî ya Tirk (TED Kolejî) li Amedê bi boneya roja zimanê Tirkî xwendekaran li hev kom kir û li wan fermana Tirkî ya “Divê li her derê tenê bi zimanê Tirkî were axaftin” dabû xwendin. Herwiha Amedsporê di meha Îlonê de bi marketa “Tez Gel Komê” hevpeymana sponsoriyê îmza kiribû. Ji ber vê sponsoriyê dirûşma “Koma Me Bona We” li ser formayê Amedsporê hat bicihkirin. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF)ê bi hinceta li ser formayê nivîsa Kurdî heye, ji Amedsporê xwest ku formaya xwe biguherînê. Lê Amedspor vê helwestê qebûl nêkir û bi formayên xwe yên ku bi nivîsa Kurdî derket sehayê. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ev yek kir hincet û 110 hezar cezayê pere li Amedsporê birî. Hem cezabirîna li Amedsporê hem jî helwesta TED Kolejiyê di nav gelê Kurd de bû sedema nerazîbûn û bertekan.

‘Qedexekirina ziman sûcê mirovahiyê ye’

Nivîskara Kurd Sultan Yaray destnîşan kir ku êrişên li dijî zimanê Kurdî sed sal e berdewam dikin. Sultan Yaray da zanîn ku ew ê van êrişan qebûl nekin û ev tişt gotin: “Ev sed sal e zimanê Kurdî tê astengkirin. Em van politîkayan şermezar dikin. Ev hişmendî polîtîkaya dewletê ye. Di nav sazî û pergala xwe de jî vê yekê ava kiriye.Her netew bi mafê xwe ve heye. Divê her netew wêje, siyaset û li her qadeke jiyanê,  zimanê xwe bikar bîne. Zêdetirî sed sal e ku komar hatiye avakirin û zimanê Kurdî tê astengkirin û qedexekirin. Îro em lê dinerin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Wexta mirov vê pêvajoyê dinîrxîne ji aliyê gel ve jî piştgiriyek xurt heye lê mixabin gel baweriya xwe bi dewletê nayne. Ev bê bawerî jî ji ber politikayên dewletê ye. Tahamula wan bi nivîsa Kurdî a li ser formayekî nîne. Dîsa li TED Kolejî ya Amedê, zarokên kurdan bi hişmendiya xwe perwerde dikin. Di komîsyona Meclisê de nehiştin dayîkên me bi zimanê xwe biaxivin. Ev bêtahamulî û nijadperestî ye. Em dibêjin qedexekirina ziman sucê mirovahiyê ye, bila li dijî gele Kurd ev sûc neyên kirin.”

‘Kiryarên bi vê rengî pêvajoyê dixitimîne’

Mamosteya zimanê Kurdî Dîlan Guvenç jî bertek nîşanî êrişên li ser zimanê Kurdî da û wiha axivî: “Di demên dawî de êrişên curbicur li ser zimanê Kurdî tên kirin. Em van kiryaran şermezar dikin. Di heman demê da piştgirî û alîgiriya Amedsporê ya gel jî zêde ye, ew jî vê yekê dizanin. Ji ber piştgiriya zêde astengiyan derdixin û cezayan dibirin. Ev polîtîka, zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Ji zimanên biyanî re tu astengî û qedexe tune ye lê wexta mijar dibe zimanê Kurdî êrişan pêk tînin. Rastî ev polîtîka ya dewletê ye û sed sal e pêk tîne. Herwiha li TED Kolejî ya Amedê li ser zarokên Kurdan bi zimanekî din dixwazin nijadperestiyê ava bikin. Em li hemberî tu zimanan nîn in, hemû ziman pîroz in. Zimanê me nasname, çand, dîrok û hebûna me ye. Kiryarên bi vî rengî, pêvajoyê dixitimînin û samimiyeta pêvajoyê jî nîşan dide.”

‘Bêtehamûliya zimanê Kurdî heye’

Endam û rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Mezopotamyayê (MED-DER)ê Murat Aydin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li ser zimanê Kurdî, rêbazek nebaş e û got: “Li ser zimanê Kurdî bêtehamuliyek heye. Ji bo bale bikişînin ser van êrişan divê em bi xurttir têbikoşin. Zimanê me nirxa me ye. Em li her derê zimanê xwe diparêzin û diaxivin. Em ji bo zimanê Kurdî statûyê dixwazin. Her wiha cezabirîna Amedsporê û helwesta TED Kolejî ya Amedê êrişên li dijî zimanê Kurdî ne. Li hember zimanê me bêtahamûlî, êriş, bêrêzî hebe, em ê li qada bin, xwedî li nirxên xwe û zimanê xwe derkevin.”

Etîket: AmedsporDîlan GuvençMED-DERMurat AydinSultan YarayTED Kolejî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedspor: Me destpêkek baş kir

Amedspor: Me destpêkek baş kir

20 TEBAX 2026
Li Xaçerêka Stadyûma Amedê xebatên paqijiyê

Li Xaçerêka Stadyûma Amedê xebatên paqijiyê

17 TEBAX 2026
Amedspor, Erziromsporê 3-0 têk bir: Di Lîga Super de bû yekemîn

Amedspor, Erziromsporê 3-0 têk bir: Di Lîga Super de bû yekemîn

16 TEBAX 2026
Di nîv saetê de 27 hezar bilêdên maça Amedsporê qediyan

Amedspor ji maça Erziromsporê re amade ye

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê dê sibê li dijî hişbirê bimeşin

Alîgirên Amedsporê dê sibê li dijî hişbirê bimeşin

15 TEBAX 2026
Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne