• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Turhalli û Dilbihar: Pegasusê bêrêzî li zimanê Kurdî kiriye

Lêl Amed / AW

13 HEZÎRAN 2025 - 12:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevkên Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî şirketa Pegasusê dan ku cihêkarî li ser zimanê Kurdî kiribû û gotin ku Pegasusê bêrêzî li zimanê Kurdî kiriye. 

Di şirketa rêya hewayî ya Pegasusê de li ser zimanê Kurdî cihêkarî hatibû kirin. Ev cihêkarî di seferek Pegasûsê ya ji Stenbolê roja 10ê Hezîranê dihat Amedê hatibû kirin. Nerazîbûnên li dijî vê cihêkariyê Pegasûsê berdewam dikin.

Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar û Cemîle Turhalli nerazîbûn nîşanî cihêkariya şirketa Pegasusê dan.

Dilbihar: Divê lêborînê ji Kurdan bixwazin

Heval Dilbihar diyar kir ku ew careke din dibêjin ku hemû kiryarên li dijî zimanê Kurdî û nirxên neteweya Kurd kiryarên li dijî neteweya Kurd û mirovahiyê ne û got: “Ev yek sûcekî mezin ê li dijî miriovahiyê ye. Parçeyek ji tevkujiyê ye.”

Heval Dilbihar da zanîn ku di sedsala 21emîn de rûdana kiryarên li dijî zimanekî hovîtiyeke nîjadperest e û wiha axivî: “Em hemû kiryarên li dijî zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya Kurd şermezar û nelet dikin. Divê xwediyên kiryarên li dijî zimanê Kurdî lêborîna xwe ji zimanê Kurdî û ji Kurdan bixwazin, xebat û xizmetên xwe bi zimanê Kurdî jî pêk bînin.

Em li dijî kiryarên hovane bedeng nemînin

Û divê baş bê zanîn ku em Kurd li dijî tu kiryarên hovane yên li dijî ziman û nirxên me yen neteweyî bêdeng namînin û em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bi vê boneyê em careke din bang li hemû Kurdan dikin ku li dijî hovîtiyên bi vî rengî li her derê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin. Em dibêjin Kurdî bikin zimanê her dem û her derê. Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî.”

‘Rêz nêde zimanê te, rêz nade te jî’

Hevberdevk Cemîle Turhalli jî derbarê mijarê de destnîşan kir ku ev mesele ne nû ye û got: “Berê jî ev cihêkarî hebû û niha jî didome. Li her deverê, mixabin bi giştî, êriş li ser zimanê Kurdî tê kirin. Ev êriş xwe di zarok û kalûpîran de nîşan dide, xwe li ser extiyaran dide der. Li Tirkiyeyê asîmîlasyon sîstemeke bi darê zorê ye. Di warê xizmetê de şert e ku rêz û hurmet hebe, heke rêz nede zimanê te, rêz nade te jî. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin, li ser vê divê zimanê Kurdî li qada giştî bê garantîkirin û statuya Kurdî hebe. Heke statuya zimanê Kurdî hebe, ev cihêkarî jî çênabe, ev mînak eşkerekirina polîtîkayekên bişaftinê ye. Divê zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Heke wisa nebûya, karkerek an karmendek nedikarî wisa bigota, niha li nexweşxaneyan gelek welatî nikarin xwe bi Tirkî îfade bikin û dixwazin xwe bi Kurdî îfade bikin lê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê êrîş li ser wan tê kirin. Li ser vê divê zimanê mirovan bê qebûlkirin, daxwaza me ya sereke ev e ku li qada giştî zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê fermî be.”

Etîket: cemîle TurhalliHeval DilbiharKurdîPegasusZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

17 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026
‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

20 TÎRMEH 2026
Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

19 TÎRMEH 2026
Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne