• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Dê di demek nêz de konferansa Kurd pêk were 

Navenda Nûçeyan / AW

20 NÎSAN 2025 - 11:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku dê di demekî herî kin de Konferansa Kurd dê were lidarxistin.

Di 16 û 17ê Nîsanê de Dîdara 9emîn a Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyeyê hat lidarxistin. Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî tev li dîdarê bûbû. Îlham Ehmed têkildarî dîdarê ji ANHAyê re axivî.

Îlham Ehmed da zanîn ku di dîdarê de zêdetir li ser rewşa heyî ya jeosiyasî û siyaseta heyî, hevsengiyên heyî ya li herêmê û bandora wê li ser welatên wekî Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Îlham Ehmed anî ziman ku di dîdarê de teqezî li ser vê yekê hat kirin ku vegera li rewşa beriya 2011an ne mimkun e û wiha got: “Hinek nêrîn derketin ku banga sîstema nenavendî dikin. Hin din jî sîstema federalî ya ku piraniya sûriyeyiyan li ser wê lihev kirine, xwestin. Aşkere ye ku sîstema navendî ya hişk êdî vebijêrkeke mayînde nîn e.”

Bi domdarî Îlham Ehmed destnîşan kir ku avakirina sîstemeke nenavendî bûye pêwîstiyek û bi bîr xist ku ev sîstem derfetê dide gelê herêmê ku bi xwe xwe bi rêve bibe û tev li sîstema siyasî ya li Sûriyeyê bike. Îlham Ehmed, bal kişand ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ev tişt anî ziman: “Ev rêveberî temsîla îradeya siyasî ya pêkhateyên herêmê dike. Jin û pêkhateyên cuda di vê rêveberiyê de îradeya xwe ya siyasî ya hevbeş ava kirine. Lewra gelek hêz û aliyên siyasî eleqeyê didin vê sîstemê. Her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin.”

‘Ez hêvîdarim wê kongre di demek nêz de pêk were’

Îlham Ehmed bal kişand ser hewldanên bi armanca yekkirina nêrîna hêz û partiyên siyasî yên li rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku axaftinên li ser dîroka lidarxistina konferansa neteweyî tenê texmîn bûn, lê dema wê hîna nehatiye diyarkirin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku derbarê çawaniya lidarxistina konferansê de nêrînên cuda derdikevin lê li ser piraniya xalan lihevkirinek çêbûye. Îlham Ehmed hêvî kir ku di demeke nêz de konferansa neteweyî ya partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê pêk were û got: “Ev daxwaz a gel e. Em dixwazin hêz û partî helwesta xwe bikin yek, komîteyekê ava bikin ku bi desthilata Şamê re mûzakereyan bike da ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.”

Etîket: Îlham Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

14 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

27 TEBAX 2026
‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

27 TEBAX 2026
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

24 TEBAX 2026
Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne