• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dilbahar: Binçavkirina mamosteyên Kurdî desteserkirina ziman e

Amed / AW

6 ADAR 2025 - 10:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevkê Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar diyar kir ku binçavkirina mamosteyên Kurdî tê wateya desteserkirina zimanê Kurdî û neteweya Kurd.

Duh serê sibehê mamosteyên Kurdî Ronayî Onen, Samî Tan û Mevlut Aykoç bi hinceta perwerdehiya zimanê Kurdî dane û pirtûka perwerdehiya Kurdî, “HÎNKER” çap kirin e, hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînê bi rê ve dibe. Nerazîbûnên li dijî binçavkirina her sê mamosteyan berdewam dike.

Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar nerazîbûn nîşanî binçavkirina mamosteyên Kurdî Ronayî Onen, Samî Tan û Mevlut Aykoç da.

‘Banga dîrokî nasîna azadî û hemû zimanan e’

Heval Dilbahar bi bîr xist ku çend roj berê bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêngaveke dîrokî ya serdemeke nû hat hat destpêkirin û got ku bi vê bangê mebest ew e aştiyeke birûmet û civakeke demokratîk were sazkirin. Heval Dilbahar diyar kir ku baş tê zanîn ku ew bang di nava xwe de nasîn û azadiya hebûn û nasnameya hemû netewe, gel, kom, civak û derdoran dihewîne û got: “Bêguman nasname, ji ziman, çand, bawerî, erdnîgarî û hemû nirxên netewe û koman pêk tê. Ev ji bo Kurdan jî wisa ye. Jixwe sedemeke bingehîn a têkoşîna gelê Kurd a van 50 salan her cureyê hovîtiyên li ser zimanê wan bû.”

‘Ziman ji bo Kurdan xeta sor e’

Heval Dilbahar anî ziman ku zimanê Kurdî hêmana herî bingehîn, xwebûnî û dîrokî ya neteweya Kurd e û wiha axivî: “Ziman xeta Kurdan a herî sor û jêneger e. Ji bo wan ji nan û avê wêdetir e. Ji ber vê yekê; ji bo ku hewldanên aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk biçin serî divê beriya her tiştî hemû qedexekirin, zext, zordarî, sînor û dorpêçên li ser Kurdî hem di zagonan de hem jî li her qada jiyanê bên rakirin; divê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdeyê. Divê Kurdî li her derê jiyanê serbest û azad be. Divê baş bê zanîn ku nêzîkatiya ji bo zimanê Kurdî di heman demê de nêzîkatiya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê nîşan dide, nêzîkatiya ji bo bang û hewldanên rêzdar Ocalan ên aştî û civaka demokratîk dide.”

‘Berdewamiya polîtîkayên înkarê ye’

Heval Dilbihar destnîşan kir ku desteserkirina van mamosteyên Kurdî desteserkirina zimanê Kurdî ye û wiha axivî: “Ev jî tê wateya desteserkirina neteweya Kurd. Bêguman ev kiryara ku rasterast hewldaneke li dijî pêngava aştî û civaka demokratîk e nûjenkirina polîtîkayên klasîk ên 100 salan ên tunehesîbandinê ye. Qedexekirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirina ziman, çand û nirxên bingehîn din ên neteweya Kurd in. Kiryarên wiha bi tu awayî nayên qebûlkirin; şermezarî û rûreşiyên mezin in; binpêkirina nirxên mirovahiyê ne. Divê mamosteyên zimanê Kurdî demildest bên berdan û rê li ber kiryarên wiha ku di heyama ku em tê de dijîn de di rastiya xwe de êrişên li dijî hewldanên çareseriyeke demokratîk in bê girtin. Divê her Kurdek, her azadîxwaz, demokrat û mirovahîparêzek li dijî kiryarên wiha têkoşîna xwe ya aştiyeke birûmet û civakeke azad û demokratîk bilindtir û berfirehtir bike.”

Etîket: binçavkirinHeval Dilbaharmamosteyên KurdîMevlut AykoçRonayî OnenSamî TanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne