Wan – Mamosteyê zimanê Kurdî Cebraîl Vûral ê ku di sala 1994an de hat girtin û 30 salan di girtîgehê de ma, evîna xwe ya ji bo zimanê dayikê di nav çar dîwaran de gihand asta mamostetiyê. Cebraîl Vûral ê ku zindan ji xwe re kir akademiya Kurdî, qala serboriya fêrbûna ziman û têkoşîna xwe kir û ev bang li qada siyasetê kir: “Kesê ku bi zimanê xwe nexwîne û nenivîse, nikare siyaseta Kurdbûnê jî bike.”
Mamosteyê zimanê Kurdî Cebraîl Vûral ku di zaroktiya xwe de meraqa zimanê Kurdî dike, hê di ciwantiya xwe de berê xwe dide çiyayên azad. Ew di sala 1993yan de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û di sala 1994an de jî li Dêrika Mêrdînê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” tê binçavkirin û 75 rojan di binçavan de dimîne. Piştre bi biryara dadgehê tê girtin û wî dişînin girtîgehê. Piştî girtinê meraqa wî ya ji bo zimanê Kurdî kêm nabe, berovajî wê hezkirin û meraqa wî zêdetir dibe. Di girtîgehê de dest bi fêrbûna zimanê Kurdî dike û di girtîgehê de digihêje asta mamostetiyê. Piştî dibe mamoste hevalên xwe jî fêrî zimanê Kurdî dike û di girtîgehê de perwerdeyên Kurdî dide. Ew heta 1995an li Girtîgeha Amedê, ji 1996an heta 2001an li Girtîgeha Yozgatê, ji 2001 heta 2007an li Girtîgeha Mûşê, ji 2007an heta 2011an Girtîgeha Mîdyatê, ji 2011an heta 2023an li Girtîgeha Tokatê, ji 2023yan heta 2024an li Girtîgeha Kirşehîrê dimîne û di sala 2024an de jî ji Girtîgeha Kirşehîrê tehliye dibe.
Piştî berdanê jî Cebraîl Vûral dest ji xebatên zimanê Kurdî bernade û xebatên xwe didomîne. Cebraîl Vûral derbarê jiyana xwe ya ji girtîgehê heta mamostetiya Kurdî de ji bo Ajansa Welat (AW) axivî.
Di ciwantiya xwe de şivanê pez bû
Cebraîl Vûral di destpêka axaftina xwe de behsa ciwantiya xwe kir û da zanîn ku ew şivanê pez bûye. Cebraîl Vûral destnîşan kir ku ji bo xwendinê li gundê wan dibistan tune bû û wiha got: “Dibistan li gundekî nêzî me hebû, em jî ji bo dibistanê diçûn wê derê. Li wê derê du rojan me tîpên Tirkî dîtin, roja sêyem min û pismamê xwe ji ber lîstikê li hev xist û mamosteyê me jî ji ber şerê me li me xist. Lewma me jî terka dibistanê kir. Di wan her du rojên dibistanê de ez fêrî ABCya Tirkî bûm, paşê dibistan li gundê me jî ava bû. Xwişk û birayên min diçûn dibistanê, carinan ez ji wan hinek tişt fêr dibûm.”
‘Ger tîpên Tirkî hebin, divê tîpên Kurdî jî hebin’

Cebraîl Vûral bal kişand ser bandorbûna xwe ya ji endamên Tevgera Azadiyê û wiha berdewam kir: “Carinan hevalên Tevgerê dihatin gund û min her tim ji wan tîpên Kurdî pirs dikir. Dema ez difikirîm min digot; ger tîpên Tirkî hebin, hewce ye tîpên Kurdî jî hebin. Çawa ku bi Tirkî axaftin hebe û nivîs hebe, bi Kurdî jî axaftin heye û hewce ye nivîsandina Kurdî jî hebe. Hevalê min ê zaroktiyê Nûrettîn (Seher Delîl) ji min re behsa çend tîpên Kurdî kiribû, ez bawer im ‘ê’, ‘q’, ‘x’ bûn û piştî vê yekê êdî di serê min rûnişt.”
‘Apoyiyan hişmendiya Kurdewariyê di min de ava kir’
Cebraîl Vûral bal kişand ser têkiliya hişmendî û Kurdewariyê û bi bîr xist ku hişmendiya ku gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê di wê demê de di nava civakê de ava kiribû rasterast berçav bû, lê niha berçav nîne. Cebraîl Vûral da zanîn ku ji ber vê yekê Kurdewarî kêm bûye û wiha pê de çû: “Hezkirina min a Kurdî û Kurdistanê di sala 1979an de dest pê kir. Wê çaxê hevalên ku jê re digotin ‘Apoyî’ dihatin gundê me Siyamed. Gundê me Siyamed wekî biryargehekê bû ji bo wan. Hevalan wê demê qala Kurdayetiyê û Kurdistanê dikirin ji me re. Meraqa di serê min de, berê min dida zimanê Kurdî û Kurdewariyê. Wê meraqê di min de hişmendiya Kurdewariyê çêdikir.”
Cebraîl Vûral di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser lawazbûna hişmendiya Kurdewariyê û wiha dirêjê da axaftina xwe: “Heta ez tev li nav refan bûm jî, hateçûna hevalan û qalkirina Kurdistanê hebû. Heke îro têkildarî Kurdewariyê hewldan kêm bibin, sedema wê kêmbûna hişmendî ye. Ev yek jî dibe mijara perwerdehiyê. Pergalê, civak xistiye bin hewldana debarê de. Biyoîktîdarê (desthilatdariya li ser jiyanê) encam girtiye. Mirovê ku kar neke û nexebite wê ji birçîna bimire û mexdûr bibe. Ji ber vê yekê civak bala xwe dide debarê û xeyalên xwe di wir de dibîne. Îro civaka me, dema xwe ji sedî 95an zêdetir ji bo aboriyê xerc dike. Civak di nav lepên biyoîktîdarê de maye. Divê di nav civakê de hişmendiya Kurdî belav bibe da ku xwe nas bikin, pêşengên xwe û dîroka xwe nas bikin. Ger ev neyê zanîn xebata zimanê Kurdî jî pêş nakeve.”
Ceribandinên nivîsandina Kurdî

Cebraîl Vûral bi lêv kir ku dema ew hatiye girtin jî dest ji meraqa zimanê Kurdî bernedaye û derbarê rêwîtiya xwe ya fêrbûna ziman a di zindanê de wiha axivî: “Di zindana Amedê de hevalê Bazîd Aslan hebû û ji min re behsa tîpên Kurdî kiribû. Hevalan carinan nivîsên Kurdî dinivîsandin û min jî ew dixwendin. Kovara Hawarê hebû wê demê, carinan bi navên cuda jî derdiketin. Nivîsên Kurdî di wan kovaran de hebûn. Min jî bi meraqa Kurdî, her tim berhemên wisa dişopandin. Piştî zindana Amedê ez sirgûnê zindana Yozgatê bûm û li wê derê kovar bi giştî Kurdî bûn. Li wir jî hinek hevalên wekî Osman Kaval alîkariya min kirin ji bo fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî. Li wê derê cara ewil min helbestek nivîsand, hezîrana 1996an bû. Hevalan gelekî ew helbesta min ecibandibûn û ji wê pê ve ez ketim nav xebata Kurdî. Di zindanê de perwerdehiyeke Kurdî ya bi rêk û pêk tune bû. Di nava rojê de jî zêde Kurdî nedihat bikaranîn, carinan nîqaş û axaftin bi Kurdî dihatin kirin. Di sala 1997an de perwerdehiya rêzimana Kurdî hat dayîn û ez jî tev li wê komê bûm.”
Ji bo fêrbûna Kurdî bi nexweşiya astimê ketiye
Di berdewamiya axaftina xwe de Cebraîl Vûral diyar kir ku wê demê wî dest bi nivîsandina pirtûkekê kiriye, lê bi hinceta propagandaya rêxistinê pirtûka wî hatiye komkirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Min meraqa çavkaniyên Kurdî dikir û wê demê hevalan ji min re gotin ‘va ye rojnameya Apê Mûsa Welatê Me heye’. Rojname li ser banê dolaban bûn û 4 tilî toz li ser kom bibû. Ez çûm min ew anîn, toza li ser wan daweşand û min danîn cihê wan. Çend hefteyan min ew rojname xwendin. Çîrok û nivîsên di hundirê wan de min hemû xwendin. Ji ber toza rojnameyan, ez bi nexweşiya astimê ketim, lê ez fêrî Kurdî jî bûm. Piştre di sala 1999an de min dest bi nivîsandina pirtûkekê kir. Salekê min her şev nobet girt da ku bikaribim heya şeveqê pirtûka xwe binivîsim. Derketina derve ya pirtûkên Kurdî qedexe bû, ji ber vê yekê vegotina pirtûkê Tirkî, gotûbêja wê Kurdî bû. Min 450 rûpel nivîsandin û min çîroka ya şivantiyê ber bi gerîlabûnê ve nivîsandibû. Hevalan wêneyên berga pirtûkê jî çêkiribûn. Piştre du nusxeyên pirtûka min hatin girtin û komkirin. Nusxeyek tenê li cem min mabû û ew jî dema ez ji Yozgatê sirgunê zindana Mûşê kirim, bi hinceta propagandaya rêxistinê ji min stendin. Nusxeyek jî min ji malê re şandibû, di sala 2008an de bi ser malê de jî girtin û ew nusxe jî dest danîn ser. Di destê min de tu nusxeyên wê neman. Lê van zextan nekarîn min bidin sekinandin û min nivîsandinê berdewam kir.”
‘Êdî ez gihîştibûm xeyala xwe’
Cebraîl Vûral piştî sirguniya xwe ya ji bo Girtîgeha Mûşê, ji derfetên perwerdeya Kurdî ya li wê derê gelekî dilşad dibe û digihije asta mamostetiyê. Cebraîl Vûral wiha berdewamî da axaftina xwe: “Li zindana Mûşê hefteyê rojekê perwerdehiya bi Kurdî hebû û yekser min tê de cih girt. Di ezmûna perwerdeyê de jî bûm yekemîn û êdî ketim lijneya Kurdî ya perwerdeyê. Min şev û roj nivîsên Kurdî yên wekî çîrok, gotinên pêşiyan, ceribandin û bîranînên xwe dinivîsandin. Pêşbirk çêdibûn û ez bi 3-4 nivîsan tev li pêşbirkê dibûm, ji ber ku xwesteka min ya nivîsandina Kurdî pir zêde bû. Di sala 2002yan de min dest bi perwerdekirina hevalan kir. Nivîsên min êdî diketin ser hev. Êdî ez gihîştibûm xeyala ku ez li pey bûm. Hevalan nivîsên xwe dianîn cem min û min ji bo wan sererast dikir. Ez bi vê yekê pir serbilind û şanaz dibûm. Wisa kêfa min ji vî karî dihat ku min digot qey ez ne li zindanê me. Min digot tenê ez bi Kurdî binivîsim, 30 salên din jî ez di zindanê de bimînim ne xem e. Zindan ji bo min êdî bibû dibistanek, akademiyeke Kurdî.”
‘Divê saziyên me û siyaseta me hemû xebatên xwe bi Kurdî bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Cebraîl Vûral da zanîn ku piştî berdana xwe ev nêzîkî salek e di nav xebatên ziman de cih digire û derbarê xebatên zimanê Kurdî de pêşniyar û rexneyên xwe wiha anî ziman: “Li aliyê Dîlok, Riha, Semsûr û Mereşê min xebatên Kurdî meşandin. Li wê derê jî tişta ku bala min kişand ev bû; Kurdewariya navçeyan ji ya bajaran çêtir e. Eleqeya Kurdî ya wan bajaran wekî ya navçeyan nebû. Niha ez li herêma Serhedê me, li gorî çavdêriya min navenda bajarên Serhedê ji aliyê Kurdewariyê ve pêşketî ne. Li Tolhildanê navend sar bûn, navçe germ bûn ji aliyê ziman û çandê ve, lê li Serhedê navçe jî navend jî germ in. Ev Kurdewarî tevna ku mirov Kurdayetiyê lê xurt bike û bilind bike ye. Li herêmê komeleyên me yên ziman jî hene ji bo bingeha xebatê. Tevî yên ku dê nû werin damezrandin, ez bawer im li Serhedê geşedana zimanê Kurdî wê hê xurttir bibe. Ya kêm jî zimanê siyasetê ye. Siyaseta me û saziyên me hê jî wekî gotina Serok Apo, hemû xebatên xwe bi Kurdî nakin. Ev lewaziyeke cidî ye, divê rûyê me ji ber vê yekê sor bibe. Serok Apo bi ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşiya me vekir û derfetên mezin ji me re afirandin. Lê qada siyasetê destê xwe naxe binê kevir, xwêdan narijîne, xeyal nake û serê xwe bi vê yekê naêşîne. Êdî dem hatiye, divê em bi hemû saziyên xwe xebatên xwe bi Kurdî bikin. Kesê ku nizane bi zimanê xwe bixwîne, biaxive û binivîse, nikare siyaseta Kurdbûnê jî bike. Bila kes xwe nexapîne. Bi vî awayî em ê ji civakê re bibin bersiv. Ger ev civak me qebûl neke, em nikarin pêşengiya wan bikin.”












