Amedsporê ji bo berhemên klûbê yên resen bi hêsantir bigihîne alîgirên xwe û dahatên klûbê zêde bike, ‘firoşgeha gerok’ amade kir.
Amedspor ji bo berhemên klûbê bigihîne her derekê û dahatê xurttir bike firoşgeha TIR a gerok amade kir. Firoşgeha gerok dê di pêşbirka Çaykur Rizesporê ya ku dê sibê were lîstin de, li pêşiya Stadyuma Amedê raweste da ku alîgir karibin bi berhemên klûba xwe tev li maçê bibin.
Dê bajar bi bajar bi alîgiran re were ba hev
Tê payîn ku TIRa gerok dê piştî maça Çaykur Rizesporê, bikeve rê, li bajarên cuda bigere û xwe bigihîne alîgirên xwe yên dûr. Amedspor bi vê projeyê armanc dike ku hem berhemên resen bi hêsantir bigihîne alîgirên xwe hem jî lêçûnên klûbê dabîn bike.













