* Mehmet Uçar ê ji gundê Tilorana Jorîn a bi ser navçeya Geverê ve ku 28 sal in mêşvaniyê dike, ji ber nêzîkbûna zivistanê amadekariya xwe dike ku mêşên xwe bibe cihên germ. Mehmet Uçar anî ziman ku ew hingivê xwe di xilêfan de hildiberîne, hingivê gundê wan bi nav û deng e û kîloya wê jî dide 3 hezar lîreyan.
* Zimanê Kurdî di dibistanên fermî de wekî dersa bijarte tê dayîn lê dema ku xwendekar û malbat dixwazin vê dersê hilbijêrin bi astengî û pisgirêkan re rû bi rû dimînin. Bêrîvan Yalçin diyar kir ku dema xwişka wê xwestiye dersa zimanê Kurdî hilbijêre ji aliyê rêveberiya dibistana Makbule Kuçukçalik ve bi astengiyan re rû bi rû maye.
* Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Omer Fîdan derbarê Konferansa Wêje û Aştiyê de got ku bi vê konferansê armanca wan ew e ku çavek sêyemîn têxin nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
* Koma Meclisê ya DEM Partiyê û rêveberên partiyê dê bi boneya salvegera darbeya 4ê Mijdarê ya li dijî HDPê li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bide û çalakiya rûniştinê li dar bixe. (11:00-15:00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê derbarê geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14:00)
* EGE TUHAYDER ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan dê li ber Edliyeya Mîlasê ya navçeya Muglayê daxuyanî bide. (15:00)









