• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Alî Tekbaş: Axaftina bi Kurdî azadbûna zimanê Kurdî ye

Bilal Guldem / AW

24 SIBAT 2025 - 08:20
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Stranbêj Alî Tekbaş ê ku li Amedê beşdarî şahî û konsera ziman bû diyar kir ku zimanê Kurdî di malan de bê axaftin nayê jibîrkirin û got ku tu feydeya qedexe û astengiyên li pêşiya Kurdî nîn e û axaftina bi Kurdî azadbûna zimanê Kurdî ye.

Bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Sanatça Organîzasyon û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li ÇandAmedê bi beşdariya stranbêj û şanogeran 22yê Sibatê şahiyek qelebalix hat lidarxistin.

Stranbêj Alî Tekbaş ê ku bi lawje û selîqeyên herêma Colemêrgê tê nasîn duh beşdarî şahiya ziman bû. Alî Tekbaş demek çêbû ku li Londonê dijî û ji bo şahî û konseran ev çend roj çêbûne ku hatiye bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Şahî bi konsera stranbêj Alî Tekbaş û Ayfer Duzdaş hat lidarxistin. Alî Tekbaş ê ku stanên herêma Colemêrgê got û welatiyan li stranên xwe kêfxweş kir, ji Ajansa Welat re axivî.

‘Serkeftin ji Ajansa Welat re’

Alî Tekbaş pîrozbahiyê li ajansa me kir. û got: “Ez serkeftinê ji bo hemû ajansên me Kurdî dixwazim. Ji bo Ajansa Welat jî serkeftinê dixwazim. Hêvîdar im em di demên pêş de kar û xebatên xwe li gel Ajansa Welat biaxivin. Ez gelek kêfxweş bûm.”

‘Zimanê me qedîm e, têr û tijî ye’

Alî Tekbaş destnîşan kir ku ji bo wî zimanek wekî Kurdî zimanek qedîm li ser cîhanê tûne ye û wiha got: “Bi hemû aliyan ve têr û tijî ye. Zimanê Kurdî di malan de bê axaftin nayê jibîrkirin. Bi zimanê Kurdî her kar tê çêkirin, ez niha li vir zimanê xwe strana dibêjim. Bi vî zimanî heta niha gelek tişt hatine çêkirin û tên çêkirin jî. Ez bi vê bawerim. Em li her qadê hene, ev rastiyek me ye. Em bi her tiştên xwe hene. Em jî parçeyêk vê cîhanê ne û em bi hebûna xwe serbilind in.”

‘Malbat bi çi zimanî biaxive zarok wî zimanî hîn dibe’

Alî Tekbaş diyar kir ku niha ew li Londonê dijî û zarokek wî heye û biriye kreşê lê berpirsên kreşê jê re gotine ku malbat li malê bi kîjan zimanê bi zarokên xwe re biaxive ew bi wî zimanê dielime û hîn dibe. Alî Tekbaş anî ziman ku kreşê jê re gotiye ew li kreşê tenê bi Îngîlîzî bi zarokan re biaxivin ji bo wan bes e, lê meseleya esil malê ye.

‘Ziman azadî ye’

Alî Tekbaş destnîşan kir ku ew dixwaze li Kurdistanê bi her awayî zimanê Kurdî li pêş bikeve û her kes bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî, zimanê dayîka xwe biaxive. Alî Tekbaş Alî Tekbaş anî ziman ku her kes bi zimanê xwe biaxive wê qedexe û astengiyên li pêşiya Kurdî nemînin û wê kes nikaribe qedexe bike û got: “Bila hemû ziman azad bin. Kesek vî zimanî neda me ye. Ev zimanê me yê xwezayî ye. Ji bo çi astengî û qedexe hebin. Axaftin azad bûn e. Heke em bi zimanê Kurdî biaxivin wê azad bibe. Zimanê Kurdî şîrin û xweş e.”

‘Amed mala min e’

Alî Tekbaş ji ber ku ew carek din li Amedê derketiye ser dikê û stran gotine gelek kêfxweş e û got: “Amed mala min e, salên dirêj min li Amedê jiyan kir. Ji bo ku ez hatim vir, wekî ez ji nû ve hatibim cîhanê.”

Etîket: Alî TekbaşKurdîstranZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne