Barana ku li Amedê bariya li seranserê bajêr bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir. Ava ku li kolan û kûçeyan kombûyî, kêmasiyên binesaziyê dîsa anîn ber çavan.
Li Amedê di saetên serê sibê de baranek zêde barî û vê yekê bandorek neyînî li ser jiyana rojane kir. Bi taybetî jî welatiyên peyade ku dixwestin bigehin karê xwe ji ber barana zêde gelekî zehmetî kişandin. Di demekê kurt de hinek kolan û xaçerê di bin avê de man. Wekî ku di vîdeyoyên me de jî xuya dike, rê di bin avê de man. Otomobîl heta tekelên xwe di nav avê de man û trafîk giran bû.
Ji welatiyan daxwaza binesaziyê
Niştecih û esnafên herêmê dibêjin ku her dema ku baran dibare, ew heman dîmenî dibînin. Wan nerazîbûna xwe anî ziman. Peyayan diyar kir ku derbaskirina rêyên peyayan zehmet bûye. Ew di kar û barên xwe yên rojane de zehmetiyê dikişînin.
Ji bo ku rê li ber van pirsgirêkên bajêr were girtin, divê rêveberiyên herêmî xebatên paqijkirin û nûkirina binesaziyê û ya mazgalan lez bikin. Divê şaredarî bi taybetî beriya demsala zivistanê, di mazgal û xetên kanalîzasyonê de xebateke mezin a paqijkirin û çêkirinê bimeşîne.




















