• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê meşa 21ê Sibatê: Zimanê Kurdî bêstatu nabe

Amed / AW

22 SIBAT 2025 - 15:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên ziman û partiyên siyasî ji bo 21ê Sibatê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tevî ku di bin şert û mercên dijwar de ye jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne û got: “Tecrîdkirina Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî û hemû zimanên din ên bêstatu û bêperwerde ne.”

Saziyên ziman û DBP û DEM Partî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meşek girseyî li dar xistin û daxuyanî dan. Bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amed û rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DPB) û DEM Partiyê yên Amedê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdeya Bi Kurdî” meş hat lidarxistin. Beriya meşê girse li ber avahiya DBPa Amedê ya li Oryilê kom bû û paşê meş li dar xist. Meşê heta Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê berdewam kir.

Parlamenteren DEM Partî yên Amedê Serhat Eren, Ceylan Akça, nûnerên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û bi sedan welatî di meşê de cih girtin. Meş li pişt pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî” ku bi Kurmancî û Kirmanckî hatibû nivîsandin pêk hat. Di meşê de Koma Erbeneyê ya Komelaya Çand û Hunerê ya Dîcle li erbenayan dan û stran gotin. Bê navber dirûşmên li ser zimanê Kurdî hatin berzkirin û dovîzên dilsoziya bi Kurdî re hatin hildan. Di meşê de dayikên extiyar jî balê kişandin ser xwe.

Meş li ber Birdariya Mafên Mirovan qediya û daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi Kurmancî û Kirmanckî hat dayîn.

Beriya daxuyanî dest pê bike, dayik û welatiyên tev li daxuyaniyê bûn ji mîkrofona me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya ziman û xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.

Daxuyaniya Kurmancî Hevseroka DBPa Amedê Sultan Yaray xwend û daxuyaniya Kirmanckî jî rêveberê MED-DERê Silêman Yilmaz xwend.

‘Zimanê Kurdî jî zimanekî herî qedîm e’

Hevseroka DBPa Amedê Sultan Yaray diyar kir ku hemû Kurdên azadîxwaz bi salan e bi armanca parastin û azadiya zimanê Kurdî her roj di nava têkoşîneke domdar de ne û got: “Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Lê sed heyf û mixabin kurd jî, kurdî jî hê ne xwedî statuyekê ne. Perwerdeya bi kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî, zimanê kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, di dorpêça pişaftin û tunekirinê de ye. Dîsa zimanê kurdî li meclîsê û saziyên fermî nayê qebûlkirin, her cureyê zextan li ser kurdî tên meşandin, li her derê Kurdistanê saziyên dewletê wek aşê pişaftina kurdî dixebitin; ku ev kurdîkujî ye û sûcekî mezin ê mirovahiyê ye.Herçiqas di encama têkoşîna gelê kurd a dîrokî de ev polîtîka û kiryar bi ser neketibin û têk çûbin jî ji gelek aliyan ve bi rê û rêbazên nûjenkirî berdewam dikin.”

‘Kurd bi pişaftineke xedar re rû bi rû ne’

Sultan Yaray da zanîn ku bi milyonan zarokên kurd hê jî bi pişaftineke xedar re rû bi rû ne û ji zimanê xwe hatine dûrxistin û nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha got: “Bêguman netewdewleta Tirk a ku xwe li ser tirkperestiyê saz kiriye, bi riya helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî; dixwaze kurdan ji hemû mafê wan ên neteweyî bêpar bihêle ku kurd nikaribin bi nirxên xwe wek neteweyekê bi nasname û nirxên xwe yên xwebûnî bijîn. Komara Tirk a çand û zimanê tirkî li ser tunehesibandin, tecrîd û tunekirina zimanên din û li ser tunehesibandina netewe, gel û komên din ava kiriye û hê jî di vê rewşa xwe de israr dike. Hê jî pergala xwe ya nîjadperest a ku li gor netewedewleta tirkîtiyê anku li gor yek ziman, yek netewe û yek çandê ava kiriye dispêre gelê kurd û hemû gelên din. Hemû nêzîkatiyên xwe li gor vê diyar dike.”

‘Tecrîdkirina rêzdar Ocalan tecrîdkirina zimanê Kurdî ye’

Sultan Yaray bi lêvkir ku nêzîkatiya desthilatdariya Dewleta Tirk a niha ya ji bo zimanê kurdî rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên kurdan re têkildar e û hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in û got: “Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze. ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Derbarê zimanê dayikê, bi taybetî derbarê zimanê kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê kurdî û hemû zimanên din kirine. Rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne. Bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê kurdî û hemû zimanên din ên bêstatû û bêperwerde ne. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya kurdî û hemû zimanên din e.”

‘Parastina Rojava parastina Zimanê Kurdî ye’

Sultan Yaray diyar kir ku li Rojava zimanê kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê kurdî û hemû zimanên din heye rastî êrişên mezin tê û wiha axivî: “Parastina şoreşa Rojava di heman demê de parastina zimanê kurdî û hemû zimanên din e. Li ser bingeha vê rastiyê, ji bo azadî û aştiyeke birûmet a hemû gelan û hemû zimanan, em her dem û li her derê têkoşîna xwe ya azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan û parastina şoreşa Rojava berdewam bikin, xurtir bikin.Em gelek zelal dibêjin ku; daxwaza me ya statuya neteweya kurd û zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî xeta me ya sor û jêveneger e.”

‘Hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin’

Sultan Yaray bang li dewletê kir û got: “Hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, bila di hemû qadên jiyanê de, hemû qadên civakî, giştî û fermî de kurdî serbest be, kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanekî fermî, hemû mafên kurdî di zagona bingehîn de bên mîsogerkirin,ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî perwerde bê dîtin.”

‘Her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî’

Sultan Yaray bang li gelê Kurd ki û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bîr û bawerî û siyaseta kê çi dibe bila bibe, em hemû kurd bi bîr, bawerî û hişmendiya ku zimanê kurdî ji bo me kurdan hebûn, xwebûn, nasname û nirxê bingehîn ê neteweyî ye, xîm û sîwana jiyana me ye. Ji bo me, ji nan û avê wêdetir e. Em her dem, li her derê û di hemû qadên jiyanê de, bi axaftin, nivîsandin, xwendin, hînbûn û hînkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin. Her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî. Li dijî her cureyê pişaftinê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û statuya zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî bilind bikin. Em her tim bibin têkoşerên ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî, civakî û dîrokî.”

‘Ziman sedema hebûn û jiyanê ye’

Pişt re parlamenter Serhat Eren axivî û destpêkê kesên di têkoşîna zimanê Kurdî û zimanên din ên cîhanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Serhat Eren di axaftina xwe de wiha got: “Ziman ji bo miletekî hebûn û sedema jiyanê ye. Ev sed salin ji jo ku kurdî tunebikin her cure polîtîkayên qirêj meşandin, lê bi tu awayî nikarin kurdî tunebikin. Gelê kurd heta niha ji bo zimanê xwe têkoşiyaye yê îro jî tê bikoşe. Ji bo ku aşitî û azadî were vî welatî birêz Ocalan bi salan e bi awayekî bê hempa tê dikoşe. Lê hûn li vir tahamilî navê birêz ocalan nakin. Ev helwesta we li dij aşitiyê ye, daxwaze şer e.”

Ber ku Serhat Eren behsa Abdullah Ocalan kir, polîsan hişyarî da girseyê û gefa êrişê xwar. Serhat Eren nerazîbûn nîşanî polîsan da û got ku ev hişyarî ango anons sûc e.

Piştî daxuyaniyê girseyê li ber stran û erbaneyan govend gerand.

 

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

30 HEZÎRAN 2026
Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

28 HEZÎRAN 2026
Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

27 HEZÎRAN 2026
Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

27 HEZÎRAN 2026
Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

26 HEZÎRAN 2026
Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne