Wan – Endezyarê çandiniyê Nesîh Koyûncû diyar kir ku aboriya li gundan bi salane ji ber sedemên bihabûn û pergala kapîtalîzmê lawaz bûye û wiha got: “Dewletên kapîtalîst dixwazin karê çandiniyê bikin sektoreke bazirganiyê. Hewceyî bi pergaleke komunê heye.”
Mezopotamya, cihê ewil ê ku çandinî û sewalkarî lê hatiye kirin e. Kurdistan jî dikeve bakurê Mezopotamyayê û bi hezarên salan e li vir aboriyeke çandiniyê hatiye sazkirin. Ev aborî, berê ji bo herêmê tena serê xwe têr dikir. Lê pêşketina pergala kapîtalîzmê û aboriya bajarvaniyê li ser vê aboriyê guherînên gelek mezin çêkir. Lewma aboriya çandinî û gundewariyê gelek lawaz bûye û dibe sedema koçberiyê.
Rêveberê Şaxa Odeya Endazyarên Çandiniyê-Zîraetê (ZMO) ya Wanê Nesîh Koyûncû derbarê guherînên di aboriya çandinî û gundewariyê de ji ajansa me re axivî û sedemên kêmbûna vê aboriyê nirxand.

‘Demên dirêje aboriya mirovan li ser cotkarî û sewalkariye bû’
Nesîh Koyûncû di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku demên dirêj e mirovahiyê li Mezopotamyayê aboriyeke gundewarî û li ser vê aboriyê jî çandek ava kirin e. Nesîh Koyuncu bal kişand sedemên kêmbûna aboriya çandinî û gundewariyê û wiha got: “Çanda mirovahiyê weke tê zanîn li gundan dest pê kir. Di van sed salên dawî de bajarvanî bi pêş ket û li gundan jî hilberina çandiniyê gelek kêm bû. Di pergela Kapîtalîzmê de hewceyî bazaran hebû, ji bo vê jî gund weke bazar hatin dîtin. Berê niştecihên gundan ji bo pêdîviyên xwe hilberîn dikirin. Wekî tê dîtin gelek kes ji gundan berê xwe didin bajaran. Sedema herî berbiçav a vê yekê jî bihabûna lêçûnên cotkariyê ne. Ji bilî vê yekê jî kêmbûna erdên ku ji bo çandiniyê dihat ajotin e. Sal bi sal erdên ji bo çandiniyê tên ajotin, kêm dibin. Her wiha malbat jî erdên çandiniyê weke mîrate parçe dikin û ev yek jî têra debara malbatê nake. Derfetên bajaran yên civakî jî dibin tiştên çêker, lewma gelek malbatan ji gundan bar kirin û çûn bajaran.”
‘Aboriya bajaran gund û gundiyan wekî depoyek erzan dibîne’
Nesîh Koyûncû diyar kir ku aboriya bajarvaniyê aboriya gundan û gundiyan weke depoyeke madeyên xav ên erzan dibîne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Bajêr gundan wek depoyek erzan a hêza karkeran dibîne. Li metrepolan jî piranî karker ji kesên ku ji gundan hatine pêk tê. Kesên ku li gundan dijîn jî li ber neçarbûne bar dikin û diçin metropolan an jî weke karkerên demsalî dixebitin. Gundiyên ji bo xebatê diçîn metropolan pereyên qezenc dikin jî ji bo gundan an jî ji bo hilberina cotkarî û sewalkariyê xerc nakin. Bajar ji bo ciwanan ji aliyê têkiliyên civakî ve jî gelek cazîp tê. Di van demên dawî de li her malê televizyon û amûrên dijital hene. Jiyana ku di rêzefîlman de dibînin weke jiyana asayî pênase dikin û difikirin ku heke standart ev be, jiyana ku ew li gund dijîn ne jiyan e. Lewma tev li hilberîna li gundan nabin. Sedemên taybet jî hene. Weke mînak kesên ji ber polîtîkayên dewletê gundên xwe vala kiribûn, hêj jî nikarin vegerin gundên xwe.”
‘Çandinî dibe sektoreke bazirganiyê û bandoreke neyînî li ser xwazayê dike’
Nesîh Koyûncû da zanîn ku aboriya bajaran û pergela kapîtalîzmê li ser aboriya çandiniyê û gundewariyê bandoreke neyînî dike û got: “Demên direj aboriya çandinî û gundevariyê ji bo xwe têrker bû, lê niha ji ber pergala kapîtalîzmê dikeve tengasiyê û ev yek li ser xwazayê jî bandoreke mezin dike.” Nesîh Koyûncû anî ziman ku êdî tê xwestin ku karên hilberîna çandiniyê bibe sektoreke bazirganiyê û wiha axivî: “Dewletên kapîtalîst dixwazin karê çandiniyê bikin sektoreke bazirganiyê. Heta astekî jî gihiştine armanca xwe. Bi dermanên kîmyevî ax û av gelek qirej dibin. Ji bo bazarê û kontrolkirina civakê aboriya kapîtalîzmê dixwazê mirovan li bajaran kom bike. Kesên dixwazin karê çandiniyê bikin û hilberineke zêde bikin, neçar dimînin ku dermanên kîmyevî bi kar bînin. Ew sektor jî di destê çend şîrketên mezin ên navneteweyî de ne. Bi vî awayî li ser civake endazyariyek pêk tê. Xema tu kesî nine ku şert û mercên cotkaran an jî kesên çûne bajaran çawa ye. Em dikarin ji vê jî fêm bikin ku berhemên di zeviyê de tê hilberîn 4-5 TLyan tên girtin. Heta diçe firoşgehan dibe 20-30 TL. Lêçûnên nakliyeyê hene, lêçûnên kesên dikevin navberê û komîsyondariyê dikin hene. Heke gel debara xwe li gundan bikaribe bike hewce nake ewqas lêçûn jî hebin.”
‘Herêma Mezopotamyayê cihê hilberîna komînal û ekolojîk e’
Nesîh Koyûncû destnîşan kir ku Mezopotamya ne dûrî hilberina komînal û ekolojik e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêkek jî ew e ku dixwazin li herêmekê tenê berhemek bê ajotin. Lê xweza vê yekê qebûl nake. Li deşta Heranê ji sedî 90 pembû tê çandin. Nebatên xwarinên sewalan nayê çandin, sebze nayê çandin, darên fêkiyan nîn e. Çi pere dike ew tên ajotin û ew jî hevsengiya xwezayê xira dike. Li vê herêmê çanda zibare û paletiyê jî heye. Bigotina îro komîn. Tegêhên em qal dikin ne dûrî vî gelî ne. Li gundan nifûsa mirovan zêde bibe, gelek pisgirêkên civakî jî wê çareser bibin. Erdên nayên ajotin gelek in. Merayên fireh bê sewal mane. Ji bo hilberîna çandinî û sewalkariyê erdnîgariya me guncav e. Têne li navçeya Payîzavayê 4 milyon donim erdê merayê heye. Mirov van li zeviyan dikare bi milyonan pez xwedî bike. Pergaleke li gor vê yekê bê avakirin, an jî kooparatîf bên vekirin, gelek pisgirêk wê çareser bibin.”












