• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokê Amedsporê serdana Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kir

    Serokê Amedsporê serdana Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kir

    Şêniyên gundê Bediyê bertek nîşanî teqandina dînamîtan dan

    Şêniyên gundê Bediyê bertek nîşanî teqandina dînamîtan dan

    Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

    Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

    Pêşengeha Pirtûkan bi eleqeyeke mezin didome

    Pêşengeha Pirtûkan bi eleqeyeke mezin didome

    Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

    Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

    Bi tevî Serokê MHKê ve 7 kes hatin binçavkirin

    Bi tevî Serokê MHKê ve 7 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

Amed / AW

25 ÎLON 2026 - 09:55
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

DTSO li gel Weqfa Mezopotamyayê dê nêzî 5 hezar têgehên Kurdî yên aboriyê berhev bike. Rêveberê DTSO Farûk Korkmaz têkildarî xebata xwe wiha got: “Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin. Divê hemû sazîyên me ji xwe re vê yekê bikin armanca yekemin.”

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ji bo bikaranîna Kurdî di warê aborî, bazirganî û cîhana karsaziyê de xurt bike, xebateke berfireh a termînolojiyê da destpêkirin. Bi protokola ku bi Weqfa Mezopotamyayê re hate îmzekirin, nêzî 5 hezar peyvên aboriyê wê li ser bingeha Kurdî (kurmancî) dest bê girtin û li gel zimanê Tirkî, Farisî, Erebî û Îngilîzî wê “Ferhenga Têgehên Aborî ya Kurdî” ya bi 5 zimanî bê amadekirin.

Ji aboriyê heta fînansê, ji hilberînê heta bazirganiyê bi hezaran têgehên ku cîhana karsaziyê bi kar tîne dê bi xebata akademîsyen û pisporên ziman, Kurdî bibe xwedî terminolojiyeke dewlemend. Bi xebata ku ferhengên aborî yên navneteweyî wê bêne lêkolînkirin, tê armanckirin ku Kurdî di jiyana aborî de bibe xwedî qadeke bikaranînê ya xurtir û standart.

Rêveberê DTSOyê Farûk Korkmaz derbarê projeya Ferhenga Têgehên Aboriyê ya Kurdî ajansa me re axivî.

‘Nêzî 5 hezar û 7 peyvên aboriyê hatin komkirin’

Farûk Korkmaz anî ziman ku xebatên xwe yên DTSOyê bi zimanê Kurdî û Tirkî dimeşînin û got: “Odeya Bazirganiyê her du zimanan bi hev re dimeşîne. Di vir de me kêmasiyek dît, valahiyek dît.  Valahî çi bû? Di peyvên aboriyê de kêmasiyek mezin me dît. Di vî warî de heta niha li çar perçeyên welat xebateke akademîk an jî xebateke çapkirinê nehatiye meşandin. Nêzî saleke bi Weqfa Mezopotamyayê re em xebatê dimeşînin. Me li Wanê komxebatek li dar xist. Li gorî encama vê komxebatê, çarçoveya vî karî derket holê. Çi bû ev? Nêzî 5 hezar û 7 peyvên aboriyê hatin komkirin.”

‘Di xebata aboriya Kurdî de gelek kes dê cih bigirin’

Korkmaz di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wan xebata ferhengê nêzî salek û nîvan meşand û got: “Piştî komxebata me ya li Wanê, paşê me li Amedê du yan jî sê caran komxebat bi hev re meşand. Du caran li Stenbolê û li Başûr jî em xebatek bi vî awayî dimeşînin. Lê bajarên çar perçeyên welat, kesên ku di vî warî de berê xebat meşandine, di vê xebata me de dê cih bigirin, em ê ji wan alîkariyê bistînin. Dîsa kesên derveyî welat dijîn, li Ewropayê û diasporayê dijîn, em ê ji wan jî alîkariyê bistînin. Armanca me ew e ku di warê aboriyê de, di warê Kurdiya aboriyê de standardîzasyonekê derxin holê. Em bi vê armancê xebatan dimeşînin.”

‘Divê di hemû qadên jiyanê de xebatên ziman bêne meşandin’

Korkmaz xwest ku ne tenê di qada bazirganiyê de, divê di hemû qadên jiyanê de xebatên ziman bên meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin. Bi vî awayî divê hemû sazîyên me ji xwe re bikin armanca yekemîn. Ez bawer im di pêşerojê de jî ev ziman dîsa bikeve nav bazara me. Ji ber ku ji bo ziman, ji bo pêşeroja ziman ev tişt hewce ye.”

Etîket: AborîDATSOFarûk KorkmazKurdîpeyv
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne