Wan – Wan û navçeyên wê ji aliyê civakî-aboriyê ve di rapora SEGEyê de di rêzên herî dawî de ne. Li Wanê hemû derfetên aborî li navendê kom bûne û navend ji derdorê jî çavkaniyan dikişîne nav xwe. Lewma jî navçeyên Wanê ji hemû derfetên aboriyê bêpar mane.
Navçeyên Tirkiyeyê ku pêkhateyên girîng ên bajaran in, ji aliyê civakî-aborî û astên pêşketina wan ve li Tirkiyeyê ji sala 1966an heta îro tên lêkolînkirin. Ev xebatên ku piştî avabûna Rêxistina Plansaziya Dewletê (DPT) di salên 1960î de dest pê kirin û wekî SEGE (Lêkolînên Rêzkirina Pêşketina Civakî-Aborî) tên naskirin, ji aliyê Wezareta Pêşvebirinê û herî dawî jî ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ve hatine domandin. Astên pêşketina navçeyan bi gelek nîşaneyên civakî û aborî yên wekî perwerde, tenduristî, binesazî, çandinî, îstixdam, hilberîn, darayî û gihîştina xizmetên giştî tên diyarkirin.
Li gorî raporên hatine amadekirin, Wan û navçeyên wê ji aliyê civakî-aboriyê ve di rêzên herî jêr de ne. Herî dawî akademîsyenekî Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di sala 2025an de li ser heman mijarê lêkolînek kiriye û daye zanîn ku ji ber ku hemû derfetên civakî-aborî li navçeyên navendî Rêya Armûşê, Artemêtan û Tûşbayê kom bûne, lewma navçeyên çoltar ji van derfetan bêpar mane. Sedemên vê paşdemayîna navçeyên Wanê her çiqas çiyayîbûna erdnîgariya Wanê, şertên avhewayê û bêkêrbûna erdên wê bê dîtin jî sedema sereke zêdetir nebûna aboriyeke li gor vê erdnigariyê ye. Sedemên cudahiya aboriyê yên di navbera navçeyên Wanê de mirov dikare wek; kêmmayîna razemeniya giştî û taybet, kombûna razemeniyên pîşesaziyê yên di navçeyên navendî de, kêm sûdwergiritina çandiniyê, kêmmayîna pivanên îstîhdamê û kêmmayîna xizmetên tendirustî û perwerdehiyê rêz bike.
Navend bi lawazbûna derûdorê dewlemend dibe
Diroka Wanê digiheje 7 hezar salan û nifûsa wê niha milyonek 112 hezar 13 kes in. Navçeyên Wanê 3 heb navçeyên navendî jî di nav de 13 heb in. Navçeyên navendî yên Wanê Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtan in. Yên derveyî navçeyên navendî jî Erdîş, Bêgirî, Qelqelî, Ebex, Serav, Elbak, Şax, Miks, Westan û Payizava ne. Weke minak navçeya navendî Artêmetan li ber turizmê aboriyeke li gor navçeyên din pêşketitir heye. Wekî din navçeya Mîksê ji ber zehmetiyên erdnigariya xwe ji xizmetên bingehin jî bêpar dimîne.
Ev xebata SEGEyê dest nişan dike ku navçeyên Wanê ji sala 1966an heta 2022an li gor navçeyên Tirkiyeyê ji aliyê civakî-aboriyê ve her tim di astên jêr de cîh girtine. Ne têne li gor navçeyên Tirkiyeyê di nav navçeyên Wanê de jî, ji aliyê pêşketinên civakî-aboriyê ve bê edaletî heye. Ew rewş di dirokê de heta niha xwe bi vî rengî domandiye.
Navçe bi navçe rewşa civakî-aborî
Rêya Armûşê: Li gorî rapora SEGEyê Rêya Armûşê ji aliyê pêşketinê ve di kademeya 2yemîn de cîh digire û di nava navçeyên pêşketî yên Tirkiyeyê de di rêza 238emîn de ye. Ev navçe navenda bazirganiyê, rêveberiyê û dilê entelektueliya Wanê ye.
Tûşba: Navçeya navendî Tûşba jî di qademeya 4emîn a raporê de cîh digire. Ev navçe, di nav navçeyên pêşketî yên Tirkiyeyê de di rêza 426emîn de ye. Sîteyên pîşesaziyê, zanîngeh û gelek beşên din ên aboriyê li vê navçeyê bi cîh bûne û ji aliyê aborî û cîvakî ve cîhê hilberînê ye.
Artemêtan: Navçeya Artemêtan jî li gorî raporê di kademeya 4an de cîh digire û di nava navçeyên pêşketî de di rêza 536emîn de ye. Ev navçe ji aliyê geştiyariya herêmê ve pêşketiye û piştî erdheja 2011an bûye navenda TOKÎyan.
Erdîş: Erdîş di rapora SEGEyê de di kademeya 5emîn de cîh digire û di nava navçeyên pêşketî de di rêza 790an de ye. Ev navçe, ji bilî navçeyên navendî, xwedî nifûsa herî zêde ye û navenda bazirganiyê ye.
Westan: Westan jî weke Erdîşê di kademeya 5an de cîh digire û di rêza 832an de ye. Ev navçe ji ber Girava Axtamarayê navendeke geştê ye û ji aliyê masîvaniyê, çandinî û sewalkariyê ve pêşketiye.
Şax: Ji ber ku navçeya Şaxê çolter û çiyayî ye, ev navçe di raporê de di kademeya 6an de cîh girtiye. Her wiha di nava navçeyên pêşketî de jî di rêza 927emîn de ye. Welatiyên Şaxê debara xwe piranî bi sewalkariyê û çandiniyê dikin.
Bêgirî: Ev navçe di qademeya 6emîn de cîh digire û di nava navçeyên pêşketî de jî di rêza 937an de ye. Bêgirî jî çolter e û ji aliyê sewalkarî û çandiniyê ve pêş ketiye.
Payîzava: Ev li gorî erdnîgariyê navçeya herî mezin e û di kademeya 6an de cîh digire. Payîzava li gorî SEGEyê di nava navçeyên pêşketî de di rêza 939emîn de ye. Nifûsa Payîzavayê belavî gundan bûye û ji aliyê sewalkarî û çandiniyê ve pêş ketiye.
Elbak: Navçeya Elbakê ku li ser sînorê Îranê cîh digire, di qademeya 6emîn de ye û di nava navçeyên pêşketî de di rêza 943emîn de ye. Ev navçe jî çolter û çiyayî ye û ji aliyê sewalkariyê ve pêş ketiye.
Qelqelî: Navçeya Qelqeliyê jî li ser xeta sînor e û di kademeya 6emîn de cîh digire. Ev naçe, di nava navçeyên pêşketî de di rêza 949emîn de ye û ji aliyê çandinî û sewalkariyê ve pêş ketiye.
Ebex: Navçeya Ebexê di kademeya 6emîn de cîh digire û di nava navçeyên pêşketî de di rêza 956emîn de ye. Ebex, ji aliyê erdnîgarî û avhewayê ve cîhekî hişk e û aboriya wê li ser çandinî û sewalkariyê ye.
Serav: Navçeya Seravê, tevî Deriyê Sînor ê Kapikoyê jî herêmeke çolter e û di kademeya 6emîn de ye. Aboriya herêmê li ser sewalkariyê û bazirganiya deriyê sînor e.
Miks: Navçeya Mîksê ku ji aliyê welatiyan ve weke gerstêrka 9emîn tê binavkirin, ji aliyê pêşketinê ve di kademeya 6emîn de cîh digire. Ev navçe di nava navçeyên pêşketî de di rêza 960emîn de ye û ji ber erdnîgariya xwe ji aliyê îzolasyonê ve di asta herî jor de ye. Hatin û çûyîna vir pir zehmet e û di demsala zivistanê de rêya navçeyê nêzî 5 mehan girtî ye.

Bajarê Wanê bi xwe jî herêmeke çolter e
Li gorî rêbaza teorîsyenê Amerîkî John Friedmann a Modela Navend-Derdor (1966) pêşketina aborî di navendan de kom dibin û ji derdoran çavakaniyan dikişînin xwe. Ew jî dibe sedem ku cihên derdor û çolter ji xizmetên binyadî bêpar bimînin. Li gorî Teoriya Girêdaniyê (Dependency Theory) ya aborînasê Amerîkî Andre Gunder Frank (1967) kombûna sektorên aboriyê yên li navendan, li ber pêşketîna derdoran astengiyan derdixe. Ew xebat jî destnîşan dike ku divê herêm aboriyên xwe, bi xwe ava bikin û belavkirina çavkaniyan li gor edaleta cîhan bê kirin.
Aborî li Tirkiyeyê wekhev nayê belavkirin
Teoriya Girêdaniyê jî dide xuyakirin ku ew rewş wek çerxekî didome. Navçeyên derveyî navendê çavkaniyên xwe vediguhezin navendan û bi vî şeklî potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin. Berovajiyê vê yekê navend bi karanîna van çavkaniyan pêşketina xwe didomîne. Ew girêdan ji bo demekî ne domdar e, ji bo demên dirêj jî wiha ye. Di sala 1991an de razemeniyên giştî yên ji bo Wanê di asta ji sedî 0,29 de ye. Ew razemenî jî dide xuyakirin ku derfetên aboriyê li Tirkiyeyê ne li gor wekheviyê tên belavkirin. Wan bi xwe jî dibe derdora Navendên din ên mezin. Hinek pêşketin li navçeyên navendî pêk bê jî navçeyên derveyî navendî ji van pêşketinan bêpar dimînin. Li Wanê têne navçeyên navendî di qademeya 3emîn de ne. Navçeyên din qademeya 6emîn a herî jêr de ne. Bajarê Wanê hem li gor bajarên Tirkiyeyê dibe derdor, hem navçeyên Wanê yên derveyî navçeyên navendî dibin derdor. Ew jî dibe pirsgirêkek binyadî û domdar. Derfetên aborî di navendan de kom dibin û derdor paşve dimînin. Di vê rewşê de mirov dema ku îstatîstîkên koçberiyê dinêre, Wan piştî Stembolê di sala 2025an de di nava bajarên herî zêde koç daye de di rêza 2emîn de ye.




















