• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeviyên li qûntara Kela Wanê bûye cihê berhemdayînê

Wan / AW

13 COTMEH 2026 - 08:59
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Di deşta fireh û dirêj a li qûntara Kela Wanê de baxçê, zevî û bostan li cem hev rêz dibin. Di van zeviyan de her cure zerzewat tên çandin û firotin.

Di qûntara Kela Wanê de deştek dirêj û fireh heye. Li ser vê deştê bi salan e çandinî tê kirin. Gelek baxçê, zevî û bostan di vê deştê de rêz dibin. Gelek cureyên zerzewatan li vir tê çandin. Ji îsotan bigire heta bacanên reş, firingî, zebeş û petêx û gelek berhem li vir tên çandin. Xwediyên van baxçe û bostanan berhemên hildiberînin û li vir ber zeviyên xwe difiroşin. Dezgehên li ber zeviyan hatine vekirin ji bo gihiştina welatiyan a berhemên wan amade ne. Berhem ji axe derdikevin û rasterast diçin ser dezgehan.

Karker û xwediyên van zeviyan li ser kar û kebatên xwe û jiyana xwe axivîn.

Di 60 saliya xwe de jî ji bo debarê ked dide

Karkera bi navê Gulê Guçlu bi salan e wek jineke kedkar li gelek deran xebatkara demsalî ya cotkariyê kiriye. Ew çûyê Edeneyê û Mersînê jî di zevî û bostanan de xebîtiyê û piştî vedigere welatê xwe navçeya Şaxê ya Wanê jî dest ji cotkariyê bernade. Gulê Guçlu ji bo debara malbata xwe di 60 saliya xwe de jî hê dixebite. Gulê Guçlu behsa rewşa xwe kir û diyar kir ku ew ji bo debara malbata xwe neçar e bixebite û wiha got: “Em di meha Gulanê de dest bi kar dikin. Ev hemû karên çandineyê min û hevalên xwe kirin e. Li vir em ji bo xwediyê zeviyê weke karker dixebitin. Em hemû xebatkar ji malbatekê ne. Bi hev re li vî baxçeyî dixebitin. Kêfa me ji kar re tê, dema em di mal de dimînin aciz dibin. Ez her dem jî dixwazim bixebitim lê êdî emr çûye. Ez 60 salî me û vaye hê jî dixebitim.”

Gulê Guçlu

‘Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e’

Karkera bi navê Belqîza Tinîç jî bi salan e karê cotkariyê dike. Weke karkerek demsalî çûye Edeneyê û Mersînê û di baxçeyên porteqal û leymonan de xebitî ye. Belqîza Tinîç anî ziman ku tu ferqa zilam û jinan nîn e, jin jî dikarin di her karî de bixebitin û wiha got: “Em di saet 6an de tên baxçe, bacan û îsotan kom dikin heta seat 7ê êvarê. Êvarê jî em diçin mala xwe. Dinya gelek zor e, her tişt pir biha bûye, zarokên min hemû xwandekar in. Dawiya hefteyê ye jî, lê tenê ez tem dixebitim. Min berê li Mersîn, Edene û Tarsusê jî ev kar kiriye. Di baxçeyên leymon û porteqalan de gelek caran xebitî me. Ev pênc sal in jî ez li Wanê dixebitim. Bila hemû jin bixebitin. Bila hewceyê destê mêran nebin. Her tişt ji destê jinan tê. Çi bike ji destê wan tê. Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.”

Belqîza Tiniç

‘Axa me ji bo me derfet e’

Karkerê bi navê Huseyîn Ozkoy ku ji nevçeya Şaxê ye û 17 sal in cotkariyê dike. Huseyîn Ozkoy destnîşan kir ku li welatê wan ji bo hilberînê gelek derfet hene û wiha behsa van derfetan kir: “Zehmetiya vî karî gelek zêde ye. Lê ev zehmetî ne tenê çandin û dirûn e, avdana wê, jêkirina giyayên bîyanî ev hemû zehmetiyên vî karî ne. Gelek kes jî di firotina van hilberînan de deq û dolaban dikin ku hinekî zêdetir kar bikin. Em ji bo xwe koperatîfekê ava bikin wê baştir be. Gelê me hemû bila hilberînê bike. Li welatê me ev derfet hene. Ez yek lîra jî ji dewletê alîkarî nagirim.”

Huseyîn Ozkoy

‘Em ji kar û axa xwe kêfxweş in’

Erkan Ozkoy jî ku xwediyê baxçe ye û ev 17 sal in li vir çandiniyê dike. Heta demekî berhemên xwe firotine komîsyonkaran û piştre êdî li ber baxçeyê xwe dezgeh vekirine. Berhemên xwe li vir rasterast difroşin mişteriyan. Erkan Ozkoy wiha behsa karê xwe kir: “Hewa çiqas baş be vextê me jî ji bo hilberinê direj dibe. Heta meha kanûnê heke ku hewa xweş be heşinahiya me heye. Karê me pir zehmet e, lê ji ber ku karê me ye em di nav axe de ne mirov pê kefxweş dibe. Tov, mazot û gubre biha ne. Heke 3 hep makîne hebin mazota wan gelek biha dibe. Ji bilî van jî gelek makîneyên din jî hene. Hinek caran em serê sibê bi sondajan zeviyên xwe av didin. Ew jî dibe sedema lêçûneke zêde.”

Erkan Ozkoy

 

Etîket: AborîdebarKeleha Wanêzerzewatzevî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

16 COTMEH 2026
Navçeyên Wanê potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin

Navçeyên Wanê potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin

30 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne