Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî bûyerên piştî maça Amedsporê qewinîn daxyanî da û ev bang kir: “Werin em bi hev re çanda xwe ya pîrozbahiyê li gorî nirxên Amedsporê li dar bixin. Em dev ji teqandina fîşekên hewayî û bikaranîna qorneyan berdin.”
Plartforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî bûyerên piştî pîrozbahiya serkeftina Amedsporê qewimîn de li avahiya komeleya xwe ya li navceya Bajara Nû ya Amedê daxuyanî da. Gelek endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Rêvebera Şaxa SESê ya Amedê Îlknur Ayik daxuyanî xwend. Îlknur Ayik diyar kir ku di van demên dawî de piştî maça Amedsporê bi beşdariyeke mezin pîrozbahî tê lidarxistin û got ku qorna wesayîtan û fîşekên hewayî ji kêfxweşiyê wêdetir dibin sedema qirêjiya deng. Îlknur Ayik destnîşan kir ku dengên ji nişka ve û tund jî di nava heywanan de dibin sedema tirs û stresê û got: “Pirsgirêka ku fîşekên hewayî çêdikin ne tenê deng e. Ji ber bermayiyên ku li pey xwe dihêlin, parçeyên ku li hewayê belav dibin xetereya şewatê derdixe holê û bandorên neyênî li ser çûkan û zindiyên din dike. Ji ber vê em neçar in ku aliyê ekolojîk ê pîrozbahiyên xwe ji nû ve bifikirin.”
‘Amedspor tîma hemû zindiyên bajêr e’
Îlknur Ayik got ku Amedspor ne tîmek e ku tenê ji bo 90 deqîqeyan tê piştgirîkirin û wiha axivî: “Amedspor bîra vî bajarî ye, çanda wî ye, piştevaniya wî ye. Di tribûnên wê de nirxek e ku ne tenê fûtbol e, dengê xwezayê, jiyanê û têkoşîna ekolojîk jî lê bilind dibe. Ji ber vê yekê Amedspor ne tenê tîma me ye. Tîma zarokekî ye jî. Tîma kalekî/pîrekê ye jî. Tîma heywanekî kolanê ye jî. Tîma çûkekî ye jî. Tîma darekê ye jî. Hezkirina Amedsporê pêwîst dike ku nirxên ku ew temsîl dike jî werin jiyandin.”
‘Em dev ji teqandina fîşekên hewayî berdin’
Îlknur Ayik herî dawî ev bang kir: ” Werin em bi hev re çanda xwe ya pîrozbahiyê li gorî nirxên Amedsporê li dar bixin. Em dev ji teqandina fîşekên hewayî û bikaranîna qorneyan berdin. Bêyî ku aciziyê bidin jiyanê û zirarê bidin xwezaya xwe û bajarê xwe em şahiya xwe mezin bikin.”
‘Di pîrozbahiyan de rewşên lezgîn li ber çavan bigirin’
Piştre Berdevkê Koma Alîgiran a Azadî Metin Çindemir axivî û got ku piştî maçên Amedsporê dozaja pîrozbahiyan derbas dibe û got: “Bêguman şabûn mafê me yê herî xwezayî ye, lê divê em nîzama bajar û rewşên lezgîn li ber çavan bigirin. Ji ber qerebalixiya ku ji ber pîrozbahiyan çêdibe, mêvanên me nikarin derkevin û heta derengiya şevê li ser rêyan asê dimînin û mexdûr dibin. Daxwaza me ji hemû alîgiran ew e ku hestiyar bin û wekî her carê di vê mijarê de jî ji Tirkiyeyê re bibin mînak.”
















