Amed – Îmzekarê Deklarosyana, “1001 îmze ji bo komara demokratîk û aştiyê” û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: “Nabe ku Abdullah Ocalan di şertên dorpêçkirinê de be û pêvajoya aştiyê were meşandin.”
Bi pêşengtiya jinan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, di 12ê îlonê de li Stenbolê deklarasyona “1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê” hat îlankirin. Deklarasyon bi armanca hêz bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat îlankirin û bi sedan kes piştgirî dan vê deklarasyonê. Yek ji îmzekarên deklarasyonê jî neviyê Şex Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat e. Kasim Firat ê dibêje aştî û demokrasî du têgehên gelekî rind in ji ajansa me re axivî.
Kasim Firat bal kişand ser piştgiriya gel a ji bo aştiyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Aştî û demokrasî bi rastî du têgehên gelekî rind in. Demokrasiya bi awayek huqîqî were hole tiştek gelekî baş e. Her wiha aştî jî fermaneke îlahî ye. Ez bawerim ku di civaka Kurdan de ji sedî 90î zêdetir aştî dixwazin û demokrasiyê jî pir baş dibînin.
‘Divê dewlet mijarên li ser şer hatiye kirin bîne holê’
Di berdewama axaftina xwe de Kasim Firat li ser aştiyek mayînde got ku tişta ku li ser şer hatiye kirin divê dewlet dane holê û axaftina xwe wiha domand: “Ev 100 sal in şer heye, kuştin heye, malwêranî heye, bêexlaqî heye û bi tu awayî bi dawî nebûye. Tişta ku di vî warî de tê xwestin ev e: Aştî dema ku demokrasi, azadî, heq û edalet werin tesîskirin, wê demê dikare temsîliyeta xwe bide rûniştin. Ji sedî 90î dibêjin aştî baş e, em alîkar in. Gotinên wan yên, ‘teror paqijkirin’ nakeve serê min. Teror paqij kirin çiye? Tu aştî ji bo çi çêdikî? Van kesan ji bo çi şer kiriye, eger tu vê yekê neînî holê, tu li ser nîqaş nekî, aştî dê çawa were?”
Pirsgirêka gelê Kurd bi pergala Komara Tirkiyeyê re heye’
Kasim Firat destnîşan kir ku pirsgirêka gelê Kurd ne bi Tirkan lê bi pergala Komara Tirkiyeyê re heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya îro şer berdewam dike. Li Dêrsimê, li Geliyê Zîlan û li Agiriyê, tu kesê serî netewand û gotin ku em Kurd hene. Ji 1925an heya îro Kurd li bajaran, sere çiyan, koçberiyê û li her derê serhildan kirine. Îro jî ev yek berdewam dike. Di encamê de çare pêknehatiye û em jî ber vê yekê dibêjin: Aştî bila çêbe. Ev sed sal in wan tiştek bi dest nexistiye û me jî çok nedaniye. Werin em destê xwe dirêjê hev bikin, fedakariyek li ser me hebe em amade ne bikin; aştiyekî mayînde û bi edalet. Bila hemû kes vê yekê baş bizane, Kurd û Kurdistan ji her tiştî mezintir e, gerek her kes vê hesabê bike. Tiştekî din jî heye, pirsgirêkek di navbera Kurd û Tirkan de tuneye. Kurd dijminatiya Tirkan nakin. Kurd bi pergalê re şer dike. Pergala ku beriya niha 100 salan ji aliyê mêtingeran ve hatiye avakirin, şerê me li hember vê yekê ye.”
‘Weke endamekî mîsyona Şêx Seîd em ji bo aştiyek mayînde amade ne’
Kasim Firat di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser mafên gelê Kurd ên weke ziman, nasname û çand û wiha pêde çû: “Kurd li mala xwe rûniştî tenê ji bo ku gotin em Kurd hatin kuştin. Heya ku pirsgirêka gelê Kurd neyê holê çareserî çênabe. Mafê ziman, nasname, çand û edalet pêk neyê aştî jî pêk nayê. Her wiha divê efûyek siyasî jî were derxistin. Bi hezaran Kurd ji bo ku gotine em Kurd in û em hene hatine girtin û bi hezaran Kurd jî li welatên derve ne. Li aliyekî em van tiştan dixwazin li aliyê din dibêjin em ê terorîzmê paqij bikin. Ev ziman nabe yê çareseriyê. Ger fikra wan ev be, ev pêvajo 3-4 salan wê berdewam bike û xerab bibe. Ger xerab bibe jî wê felaketên mezin derkevin holê. Em îro weke endamekî mîsyona Şêx Seîd destpêkirî dibêjin, em amade ne ji bo aştiyê. Bila destê xwe dirêjî me bikin, em ê jî destê xwe dirêjî aştiyê bikin.”
‘Divê Abdullah Ocalan bikaribe bi her kesî re têkilî dane’
Kasim Firat di dawiya axaftina xwe de got ku divê Abdullah Ocalan bikaribe bi her alî re têkilî dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê guh bidin mirovên bi rûmet. Divê lihevkirin li gelê Kurd bidin qebûlkirin. Di vî warî de gelek berdêl hatine dayîn. Divê dewlet û PKK hemû kesê guhdar bike û li gor wê biryarek bide. Divê fersend were dayîn ku her kes biçe Îmraliyê. Ev fersend neyê dayîn û dora Îmraliyê çeper bikî, her wiha tu aqilmendên Kurdan dorpêç bikî û dan û stendin tunebe, ev aştî naçe serî. Îro PKKê şer kiriye û divê rêxistin û Serokê wê bikaribe gavên xwe biavêje. Gere bikaribe bi her alî re qise bike. Bi min re, bi KDPê re, bi partiyên din re eleqeyek dane û fikr û ramanên xwe ji hev re bibêjin. Ev veya dibêjin û li gel her tiştî aştî tiştekî gelekî rind e. Aştiyek bi rûmet û mirov bikaribe aştiyek wisa çêbike meziyetek mezin e. Bila tişta bikeve ser milê her kesî were kirin. Bes e ku ev milet sed salane di zor û zehmetiyê de ne, em li xwe vegerin û aştiyek rûmet û mayînde ava bikin.”















