Lêkolîner û nivîskar Erdogan Aydin ku di panela bi navê “Komar û Kurd” a di çerçoveya 12emîn Mîhrîcana Girê Koxê ya Şaredariya Gimgimê tê lidarxistin de axivî û got: “Di makezagona 1921an de desthilatdarî wek îro navandî nebû. Di vê makezagonê de rêveberiya xwecîhî esas bû.”
Mîhrîcana Girê Koxê ya 12emîn a ji aliyê Şaredariya Gimgimê bi dirûşma “Bi hêza hunerê dê aştî bê welatê rojê” tê lidarxistin, roja duyemîn de bi panela “Komar û Kurd” a lêkolîner û nivîskar Erdogan Aydin li Baxçeyê Çayê a li meydana Koxê dest pê kir. Hevşaredarê Gimgimê Giyasetîn Aydemîr, Hevserokên DEM Partiyê yên Mûşê Çîçek Tutuş û Îlyas Aslan, endam û nûnerên komele û saziyên civakî yên Gimgimê û gelek welatî tev li panelê bûn.
Erdogan Aydin di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku gelên Tirkiyeyê sedsalekê ji demokrasiyê dûr derbas kirin û got: “Ev rewşa ne demokratîk bû, ji bo Kurd û Elewîyan zêdetir giran bû. Rejîmek ku sosyolojî û pirrengiya civakê li ber çavan negire hat avakirin. Heke hişmendî ev be, nav çiqas komar be jî naverok ji demokrasiyê dûr e.”
‘Makezagona 1921ê ji ya îro demokratîktir bû’
Erdogan Aydin di berdewama axaftina xwe de destnîşankir ku hişmendiya desthilatdar ya ku Kurdan înkar dike hê jî bi temamî neguheriye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê hê jî gelek kesên ku wekheviya Tirk û Kurdan aciz in hene. Di destpêka salên 1920an de Kurd bi têgeha ‘pirsgirêk’ nedihatin ser ziman. Welat wek welatê Tirkan nedihate pênasekirin.” Erdogan Aydin bi bîr xist ku berê dema behsa Tirkan dihat kirin li gel wê navê Kurd, Laz, Çerkez û hwd. jî dihat gotin. Di wan salan de van gelan jî xwe bi navê xwe dida nasîn. Di wan salan de Tirkiye li gor îro zêdetir nêzî demokrasiyê bû. Di metnên Kongreya Erziromê de peyva Tirk an jî Kurd derbas nabe, têgeha “Gelên Tirkiyeyê” derbas dibe.”
‘Di makezagona 1921ê de “Rêveberiya Xwecîhî” esas bû’
Di dawiya axaftina xwe de Erdogan Aydin ji bo Makezagona 1921an diyar kir ku ji ya îro demokratîktir bû û wiha pê de çû: “Di makezagona 1921an de desthilatdarî wek îro navendî nebû. Di vê makezagonê de rêveberiya xwecîhî esas bû. Wek modeleke îro li Swîsreyê di meriyetê de hebû. Navend tev li kar û barê rêveberiyên xwecîhî nedibû. Di polîtîkayêne perwerdeyê de bigire heta polîtîkayên aborî û tedirustiyê rêveberiyên xwecîhî xwedî erk bûn. Makezagona 1921ê nîşan dide ku komar heta bi dînamîkên xwecîhî re li hev neke, mafê wan qebûl neke, ne komar dibe komareke demokratîk, ne jî welatî dibin welatiyên rasteqîn û hemdemî yên komarê.”
Panelê bi beşa pirs û bersivan berdewam kir.
















