• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

Onder Akbûlût / AW

10 TEBAX 2026 - 09:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Muş- Nivîskar û lêkolîner Erdogan Aydin derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ‘Qanûna Çerçoveyî’ de axivî, diyar kir ku gere têkoşîna demokrasiyê xurtir bibe û wiha got: “Pêvajoya ku dimeşe di ser devê kêrê re dimeşe. Lê rêyeke din jî tune ye. Hêvî û daxwaza me ew be ku hêzên din ên demokrasiyê yên ne Kurd jî ji neteweperestiyê, şovenîzmê û pêşdaraziyan xilas bibin; hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo ku Kurd mafê hemwelatîtiya wekhev bi dest bixin erka xwe bi cih bînin û ev pêvajo ber bi demokrasiyê ve biçe.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27 Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pêkiribû derbasî merhaleyeke nû bû. Di 5ê Tebaxa 2026an de ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya bi navê ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Qanûn di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin û ji komîsyonê derbas bû. Qanûn ji desteya Giştî ya Meclisê re hat şandin. Tê payîn ku di demeke kurt de qanûn di rojnameya fermî de bê weşandin û bikeve meriyetê.

Derbarê rewşa pêvajoyê ya giştî, hişmendiya dewlet û desthilatdariyê, nêzikatiya hêzên hegemon, rewşa hêzên demokrasiyê û ‘Qanûna Çerçoveyî’ de nivîskar û lêkolîner Erdogan Aydin ku tev li Mîhrîcana Girê Koxê ya Şaredariya Gimgimê bibû, ji Ajansa Welat re nirxandin kirin.

‘Berjewendiya şexsî ji hişmendiya Kurdayetiyê pêştir bû’

Nivîskar û lêkolîner Erdogan Aydin derbarê rewşa Kurdan a destpêka sedsala 20an de nirxandin kir û wiha got: “Di dema îmzakirina Peymana Lozanê de helwesta Kurdan ji hev veqetiyabû, bi giranî ji ber taybetmendiyên wan ên feodal bû. Rast e ew çax behskirina hişmendiyeke neteweyî ya rastîn ne mumkun bû. Ji ber vê yekê, van faktoran derfetên Kurdan ên ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî bibin yek û seferber bibin ji holê radikirin. Berjewendiyên wan ên çînî ji hişmendiya Kurdayetiyê pêşdetir bûn. Mîna çînên serdest ên Tirk, nagihîştibûn sentezeke bernameyî û birêxistinkirî. Wek gel belkî Kurd ji Tirkan di cihêkî cuda de nesakinîbûn, lê di navbera serdestên her du çînan de di wateya pêşengiya gelê xwe de cudahiyeke mezin hebû. Îro ew rewş bi rêjeyeke girîng hatiye derbaskirin.”

‘Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne’

Erdogan Aydin rewşa Kurdan a wê demê û ya îro jî raberî hev kir û diyar kir ku di navberê de cudahiyeke mezin heye û wiha pê de çû: “Îro Kurd di rastiyê de geş bûne û bûne civakeke realîze. Xwedî rêxistiniyekê ne. Dostên navneteweyî bi dest xistine. Xwedî gelek alîgir û zarokên gihiştî ne ku perwerde dîtine, xwedî pîşe ne, xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrûbeya rêxistinî ne. Ji ber vê yekê, ev tablo Kurdên duh û Kurdên îro ji hev cuda dike. Ango şert û mercên navneteweyî jî diguherin, lê herî kêm di şert û mercên navneteweyî yên îro de, zehf dostên Kurdan û qadên wan ên dîplomatîk hene ku mexdûriyeta wan a di asteke gerdûnî de dibînin. Ji vê goşeyê ve divê bê gotin ku di navbera Kurd û atmosfera duh û ya îro de cudahiyeke gelekî girîng heye.”

‘Biratiya gelan bi şikandina pêşdaraziyên wan ên li dijî hev mûmkûn e’

Erdogan Aydin li ser têkiliyên Kurd û Tirkan, gotina ‘birtiya 1000 salan’ jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku li gor fikra wî di nav her du gelan de tifaqeke kategorîk tune bûye û axaftina xwe wiha domand: “Ez nafikirim ku tifaqeke kategorîk a Tirk-Kurd heta niha hebe. Ango di 1000 salên derbasbûyî de Kurdan di demên krîtîk de piştgirî dane Tirkan. Di pişta Malazgirtê de û di serdemên paşê de jî bi giştî bac û mafên ji axê dihatin komkirin ji aliyê kesên di sarayan de hatine bikaranîn, lê gelan her dem eziyeta wê kişandine. Tenê ji nimûneyeke taybet behskirin mûmkûn e. Di rojên Çaldêranê de û piştî Şerê Çaldêranê, Saraya Osmanî derfeta xwebêvebirinê (xweseriyê) dabû serdestên Kurdan. Lê ev jî tenê ji bo Kurdên Sunî derbasdar bû. Di heman serdemê de zext li ser Kurdên Elewî berdewam dikir. Di serî de Dêrsim, Maraş, Varto û Koçgirî, di axên Kurdên Elewî de di serdema Osmaniyan de li Kurdan eziyetên gelekî mezin hatin kirin. Ji ber vê yekê behskirina biratiya Tirk û Kurd a kategorîk û dîrokî ne rast e. Esas ez nafikirim ku geşkirina gotineke wiha ji aliyê Abdullah Ocalan ve ji ber vê yekê be; ez dibînim ku ev gaveke dîplomatîk e ji bo qanîkirin û qezenckirina raya giştî ya Tirk ku di dîplomasiya heyî de li dijî wî û gelê Kurd hatiye motîvekirin. Gelo kirina vê yekê baş e? Belê, baş e. Ji ber ku di encamê de biratiya gelan bi şikandina pêşdaraziyên wan ên li dijî hev mûmkûn e.”

‘Çînên serdest ên Tirkiyeya îro biratiyeke rastîn pêşbînî nakin’

Erdogan Aydin derbarê ‘Qanûna Çarçoveyî’ de ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civka Demokratîk de pêşkêşî meclisê hatî kirin de jî nêrînên xwe anîn ziman û ev yek gotin: “Gava em li naveroka qanûna navborî dinêrin, çînên serdest ên Tirkiyeya îro biratiyeke rastîn pêşbînî nakin. Heke mumkun be dixwazin têkoşîna çekdarî tesfiye bikin, rêxistinê tesfiye bikin û piştî vê jî dixwazin Kurdan dîsa bi mafên herî kêm îdare bikin. Ango em ne li ber nimûneya qanûneke ku wekheviya demokratîk a gelan pêşbînî dike de ne. Divê mirov rast biaxive. Qanûna bingehîn a vî karî di pejirandina neheqiya ku li Kurdan hatiye kirin re derbas dibe. Lê ev qanûn tiştekî wiha napejirîne. Çarçoveya qanûneke rast ku diçe ber bi çareseriyê ve, di qebûlkirina vê yekê re derbas dibe ku pirsgirêk di nava paranteza bêçekkirinê de bi cih nabe û ev pirsgirêk di rastiyê de pirsgirêka mafan e. Hemû çareseriyên pevçûnan û pêvajoyên çareseriyê yên li cîhanê jî wiha bûne. Aliyan muzakere kirine. Di muzakereyê de herî kêm beşek ji neheqiyan hatiye çareserkirin, beşek jî ji demê re hatiye hiştin.”

Erdogan Aydin di berdewama nirxandinên xwe yên de derbarê qanûnê de bal kişand ser zor û zehmetiyên şerê ku ev 50 sal in didome, derûniya ku di nav civakê de daye avakirin û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Şerekî ku ev qas dirêj bûye û pêşdaraziyên ku ev qas kûr bûne, derbaskirina wan ne tiştekî hêsan e. Ji ber vê yekê, heta ku ez dibînim tevgera siyasî ya Kurd jî di vê rewşê de bi baweriya bi hêza xwe ya xweser û baweriya bi xwe, dixwaze vê pêvajoyê bixe nav demê û çareser bike. Ji ber vê sedemê, lihevkirin û paşdeavêtina gavên ji aliyê tevgera Kurd ve, ne tiştên ku biçûk bêne dîtin an jî wek îxanet û teslîmiyet bêne şirovekirin in. Ji ber ku di encama şerekî gelek dirêj, eziyet û xizanbûnê de gelekî westiyayî heye û di konjonktura heyî ya cîhanê de jî gelek şert û mercên neyînî hene. Heman nimûneya Sûriyeyê me dît. Li Sûriyeyê herêmeke xweser a gelekî cidî çêbûbû. Heke ew herêm bidomiya, Sûriyeya îro dê bibûya xwedî derfetên gelekî demokratîktir. Lê belê Enqere, Riyad, Tel Evîv, Waşîngton û Londonê ew der tesfîye kirin. Baş e, dîsa li wê derê statûyeke Kurdan heye.”

‘Tevgera Kurd bi hêza xwe vîzyona xwe û bi bernameya xwe ev rîsk girtiye’

Erdogan Aydin di nirxandinên xwe de bal kişand ser rexneyên di vê pêvajoyê de li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tên kirin û îşaret bi bawerî û vîzyona Tevgerê kir û axaftina xwe wiha domand: “Tevî gelek pirsgirêkên neyînî jî, ez dibêjim ku tevgera siyasî ya Kurd bi baweriya hêza xwe, vîzyona xwe, pêşniyarên xwe yên bernameyî û dostên xwe yên navneteweyî ev rîsk girtiye ser xwe; ez nafikirim ku girtina vê rîskê îxanet an tesfîye ye, ji ber ku rêyeke din tune ye. Ji bo hinek kesan ji jor de rexnekirin hêsan e, lê destê tevgera siyasî ya Kurd di bin kevirekî giran de ye. Li ser pişta wê barekî giran ê sed hezar û bi milyonan mirovan heye. Ji ber vê yekê, îro afirandina rewşeke ku Kurd tê de nabin dijmin, herêmên Kurdan ji qada şer derdikevin û mafên Kurdan li rojavayê welat û li cihên cuda yên cîhanê bi rehetî têne axaftin —li beramberî tiştê ku tê gumankirin— destkeftiyek e.”

‘Îhtîmala ku pêvajo ber bi çareseriyê ve biçe gelekî xurt e’

Erdogan Aydin li ser şert û mercên pêşveçûna pêvajoyê jî fikrên xwe anîn ziman û bal kişand li ser rol û girîngiya hêzên demokratîk û wiha got: “Ev destkeftî girêdayî wê yekê ye ku hêzên demokrasiyê, di serî de bê guman tevgera Kurd, di vê mijarê de heta çend dikarin tevkariyeke erênî çêbikin. Wekî din nabe ku bê ji bîr kirin ku desthilatdarî jî di rewşeke ku her tiştê dixwaze bike de nîne. Hema niha desthilatdarî gelekî bihêz xuyayî dibe, ji ber ku DYAyê piştgiriyê dide wê û konjonktura herêmê avantajan dide wê. Lê di encamê de diyar e ku desthilatdariya nikare krîza aborî jî çareser bike, ne tenê ya Kurdan, piştgirî û razîbûna piraniya gelê Tirk jî mîna berê nikare bi dest bixe. Ji ber vê yekê, ligel makezagon, hilbijartinan, ez bawer dikim ku di destê tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd de dê avantajên gelekî girîng çêbibin. Ji ber vê yekê, îhtimala ku ev pêvajo ber bi çareseriyê, hemwelatîtiya wekhev û bidestxistina mafan ve biçe gelekî bihêz e. Lê pêvajoya ku dimeşe di ser devê kêrê re dimeşe. Lê rêyeke din jî tune ye. Hêvî û daxwaza me ew be ku hêzên din ên demokrasiyê yên ne Kurd jî ji neteweperestiyê, şovenîzmê û pêşdaraziyan xilas bibin; hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo ku Kurd mafê hemwelatîtiya wekhev bi dest bixin erka xwe bi cih bînin û ev pêvajo ber bi demokrasiyê ve biçe.”

‘Teorî gewr e lê dara jiyanê kesk e’

Erdogan Aydin diyar kir ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike dê di Rojhilat Navîn de pozîsyona wê pir erênî biguhere û destê wê dê pir xurt bibe û ev yek bi lêv kirin: “Ji ber helwestên partiyên rêxistinî divê mirov bi hewldan be. Lê di vê gavê de derfetek heye. Ev qanûna heyî jî derfetek e. Ez bi xwe bawer dikim ku dê rast bê bikaranîn. Bila ez bersiveke wiha dudengî bidim. Ji ber ku gotineke xweş a Goethe heye, dibêje “Teorî gewr e, lê darê jiyanê kesk e.” Vê gavê Kurd rastî tengasiyek û handîkapeke wiha hatine. Ji ber vê yekê bi dîtina min di rêyeke rast de ne lê karê wan ne hêsan e. Karê Tirkiyeyê jî ne hêsan e. Bi dîtina min rêya yekane ya rizgariya Tirkiyeyê jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke wiha ye ku Tirkiyeyeke pirsgirêka Kurd çareser bike, dê di dîplomasiya navneteweyî de destê wê gelekî bihêz bibe. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser bike, dê bi lez bibe xwedî derfeta çareserkirina krîza xwe ya aborî. Rêber û partiya ku pirsgirêka Kurd çareser bike dê ji cihê herî erênî de bikeve dîrokê. Ji ber ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka mexdûriyeteke gelekî mezin e ku li gelekî mezin hatiye kirin. Ji ber vê sedemê, çareserkirina pirsgirêka Kurd dê dîtin, avahiya civakî, aborî û her tiştê hemû herêmê biguherîne. Em behsa pirsgirêkeke biçûk nakin. Ji ber wê hêvî dikim ku herkes berpirsiyarane tevbigere û ev pirsgirêk çareser bibe.”

Her wiha Erdogan Aydin herî dawî bal kişand ser sekin û nêzikatiya hêzên hegemon û da zanîn ku ew jî li gel çareseriyê nîn in, li pey bejewendiyên xwe ne û axaftina xwe wiha qedand: “Di gotinê de piştgiriyê didin. Lê di praktîkê de gava hûn dinêrin ne Yekîtiya Ewropayê ne jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di rastiyê de ji bo çareseriyê naxwazin rîskê bigirin. Berjewendiyên xwe yên aborî dinêrin û desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê xwedî helwestekê ye ku hemû fikarên wan ên aborî û siyasî bi temamî bi cih tîne. Ji ber vê yekê gava ku hevkariya dewletên mezin hebe, mafe gelan gelekî guh nadinê.”

Etîket: Erdogan AydinPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

10 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

10 TEBAX 2026
‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

9 TEBAX 2026
‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

9 TEBAX 2026
Erdogan Aydin: Di makezagona 1921an de rêveberiya xwecîhî esas bû

Erdogan Aydin: Di makezagona 1921an de rêveberiya xwecîhî esas bû

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne