Mîhrîcana Girê Koxê ya Şaredariya Gimgimê ku piştî 12 salan dîsa tê li darxistin, bi meşeke li otogara navçeyê heta Qada Koxê, dest pêkir.
Mîhrîcana Girê Koxê ya 12emîn a Şaredariya Gimgimê ya di sala 2015an û şûn ve bi hinceta “ewlehiyê” hatibû qedexekirin, piştî 12 salan îsal dîsa tê lidarxistin. Mîhrîcana ku bi dirûşma “Bi hêza hunerê dê aştî bê welatê rojê” dê 3 rojan bidomê. Di mîhrîcanê de dê 3 rojan pêşengeha wêneyan, li ser mijarên cur bi cur panel û gotina helbestan, ji bo zarokan atolyeyên boyaxê, dîwana dengbêjan û konser hebin. Roja 1emîn a mîhrîcanê bi meşeke bi dahol û zirneyan li qeraca navçeyê heta Qada Koxê ya mîhrîcanê lê tê lidarxistin dest pê kir. Gelek welatî tev li meşê bûn û welatiyan berî meşê li ber dahol û zirnayê govend gerand. Berî ku meşa mîhrîcanê dest pê bike
Girse ji qeraca navçeyê heta qada mîhrîcanê meşiya û piştre li pêşengaha “Pêşengeha hunera hevdem a tevlihev” ya li Koperatîfa Jinan a Vartoyê geriya. Beşdaran eleqeyeke mezin nîşanî berhemên li pêşengehê hatine nîşandan dan û ji xwediyên berheman derbarê berheman de agahî girtin. Piştre girse bi Hevşaredarê Gimgimê Giyasetîn Aydemîr re derbasî pêşengeha wêneyan a li Kolana Sofiyan bû. Li vir Hevşaredar Giyasetîn Aydemîr axaftineke kurt kir û got: “Piştî 12 salan em mîhrîcana xwe li dar dixin, li gelê Gimgimê pîroz be.”
Bernameya îro ya mîhrîcanê wiha ye:
Gotûbêj: Wêrankirina Ekolojîk
Panelîst: Esra Işik (aktivîsta ekolojiyê), Çayan Dursun, Dêrsim Gul, Îbrahîm Akin (Parlamenterê DEM Partiyê)
Saet: 14:00 – 15:00
Cih: Baxçeyê Çayê yê Qada Gimgimê
Panel: Di Prsgirêka Kurd de Çareseriya Demokratîk
Beşdar: Sebahat Tuncel (Aktîvîsta TJAyê), Parêzer Cîhan Aydin (Parêzvanê Mafên Mirovan), Zeynel Kete (Hevserokê Giştî yê DADê)
Saet: 15:00 – 16:00
Cih: Baxçeyê Çayê yê Qada Gigimê
Konsera Destpêkê:
Komîteya Amadekar a Festîvalê
Silavkirina nûnerên saziyên mêvan
Axaftina Ozgur Yetîş Aslan (Serokê VADEF’ê)
Axaftina Hevşaredarên Gimgimê (Gulbahar Kaya – Giyasettîn Aydemîr)
Hunermend: Navdar Denîz, Umut Gunduz, Firat Guneş, Dodan
Saet: 19:00 – 24:00




















