Konseya Rêveber a KNKê, yekkirina Hêzên Pêşmerge pîroz kir û wekî ‘gavêke dîrokî’ nirxand. KNKê bal kişand ser krîza siyasî ya li Başûr û bang kir ku hikûmeta nû bêyî derengketinê bê avakirin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê yekkirina Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek weşand.
KNKê ev pêngav ji bo Başûr û tevahiya Kurdistanê pîroz û erênî nirxand û bang kir ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de bê avakirin û wiha got: “Duh li bajarê Hewlêrê ji bo yekkirina Hêzên Pêşmerge, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û gelek rêveberên Herêmê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hate ragihandin ku bi deh hezar pêşmergeyên Yekîneyên 70 û 80yê dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî û niştimanî û dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de bin.”
KNKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser daxwaza dîrokî ya gel û ev tişt anî ziman: “Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan bi dehan salan e ku daxwaz û vîna hemû gelê Kurdistanê bû. Ev pêngav li hemberî hemû xêrnexwazên Kurdistanê peyameke neteweyî û niştimanî ye û dibe bingehê geşkirina hêviya yekrêziya nav mala Kurdan.”
KNKê hêviya xwe anî ziman ku ev gav bibe destpêka yekkirina hemû dezgehên îdarî, ewlekarî, aborî û dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê û li seranserê Kurdistanê jî bibe wesîleya yekîtî û yekrêziya neteweyî.
Ji bo avakirina hikûmetê bang hat kirin
Di daxuyaniyê de KNKê bal kişand ser derbasbûna demê ya piştî hilbijartinan û wiha axivî: “Nêzî du sal in ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, lê heta niha parlamento nexebitiye û hikûmeta nû pêk nehatiye. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de parlamento bicive û hikûmeta nû bê avakirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de KNKê ev pêngav li gelê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê pîroz kir û ji bo piştgirî û biryardariya wan, spasiya PDK, YNK, hemû partî, rêxistin û kesayetên ku keda wan di vê yekkirinê de heye kir.













