Rêveberiya Amedsporê derbarê geşedanên dawî yên li ser tîma xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Amedsporê Nahît Eren di civînê de da zanîn ku hewcedariya bi çandeke futbolê ya ku li gorî vê erdnîgariyê heye.
Rêveberiya Amedsporê derbarê geşedanên dawî yên li ser tîma xwe de li Tesîsên Şêxmûs Ozer a li navçeya Peyasê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Amedsporê Nahît Eren, Serokê Desteya Şewirmendiyê Nesîh Aktepe, Cîgira Serokê Amedsporê Şengûl Sarûhanoglû û Berpirsiyarê Şaxa Futbolê Mustafa Altin di civînê de amade bûn.
Di destpêka civînê de Nahît Eren diyar kir ku Amedspor bi eleqeyeke mezin tê şopandin û wiha axivî: “Amedspor her roj bi mijareke cuda tê rexnekirin. Bê guman dê rexne li Amedsporê bên kirin. Di demeke kurt a wekî 2 mehan de amadekirina vê klubê ji bo Lîga Super ne hêsan e. Lê her roj reşkirin û rexnekirina Amedsporê ji bo me êdî nîşana niyetek pak nîn e. Em ji afirandina mijaran a her roj di ser Amedsporê re aciz in. Me hewl da bi dahatûyek kêm kadroyekî ava bikin. Veguhastina transfera lîstikvanan ji bo Amedsporê pir dijwar bû. Di mijara amadebûna bajêr ji bo Lîga Super de lîstikvan bi gelek faktoran re rû bi rû bûn, mîna malbat û dibistanên zarokên xwe. Lê rewşên ku me nekarî wan daxwazan bi cih bînin jî çêbûn.”
‘Em ê bi hev re têkoşînê bikin’
Nahît Eren kêmasiyên heyî jî rêz kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema em bi rengê xwe tev li bibin, ji bilî futbola bedew, em ê bi çanda stadyumê ya alîgirên xwe re jî rengîntir bikin. Dem bi dem em ji hêla alîgirên xwe ve hatin rexnekirin. Amedspor tîmeke ku bi milyonan kes dixwazin pê dilxweş bibin e. Ji ber vê yekê hewcedariya me bi çandeke futbolê ya ku li gorî vê erdnîgariyê heye. Em ê li dijî wan sazî û kesên ku hewl didin vê rewşa bedew a ku alîgirên me, gelê me û civaka me ya werzîşî afirandiye xerab bikin, em ê bi hev re têkoşînê bikin.”
‘Tîma Jinan dê mezin bibe’
Piştî Nahît Eren, Şengûl Sarûhanoglû jî diyar kir ku serkeftiya her du tîmên Amedsporê bi keda hevpar a alîgirên mezin ên Amedsporê ye û ev tişt anî ziman: “Îradeya ku lîstikvanên me nîşan dane bi rastî pir baş e, ez spasiya wan dikim. 16 lîstikvanên me yên herêmî û 8 lîstikvanên me yên biyanî hene. Li vir em branşên nû jî vedikin. Di voleybolê de di 3 kategoriyan de em binesaziyê ava dikin. Dema em li xalên giştî dinêrin, em ji cihê ku hatine re kêfxweş in lê em ê nekevin rehavetê. Ji bo vê camîaya mezin em ê hemû bi hev re xebata xwe bidomînin.”
‘Em ê bi aqilê hevpar meşa xwe bidomînin’
Piştre Nesîh Aktepe jî bi lêv kir ku bêguman sedemek heye ku îro her kes li vir tîne cem hev ew jî Amedsporê û ev tişt anî ziman: “Afirandina hin nîqaşên ku li ser Amedsporê û dem bi dem kişandina Amedsporê bo zeminên cûda ji bo me mijareke pir hestiyar e. Kes hewl nede ku kluba me ya werzîşê bi klubên din, sazî û kesên cuda re bîne beramberî hev. Carna di bernameyên werzîşê de daxuyanî têne dayîn, em ê nekevin nav gotegotan. Em ê bi kesên ku nasnameya me ya saziyê hedef digirin re neyên beramberî hev. Tekane tiştê ku em ê bikin ew e ku em bigihîjin serkeftinê, paşeroja xwe plan bikin û bi aqilê hevpar ê vî bajarî re rêya xwe bidomînin.”
‘Ruhê têkoşînê yê Amedsporê’
Mustafa Altin jî destnîşan kir ku ew bi serkeftina Amedsporê pir serbilind in û wiha axivî: “Di destpêka demsalê de di çarçoveya planên ku me bi Desteya Îstîşareyê û Desteya Rêveberiyê re kirine de hemû amadekariyên xwe kirin. Faktorên ku em pir tengav kirin çêbûn lê bi hevkariyê, me piraniya wan derbas kir. Armanca me ya bingehîn ne tenê kirîna lîstikvanan bû. Di lîstikvanên ku me stendin û hilbijartin de, me hewl da lîstikvanên ku ruhê têkoşînê yê Amedsporê radixin ser sahayê hilbijêrin. Me hewl dida lîstikvanên ku ji sala borî li bîra me mabûn jî bişînin. Me dît ku bêyî şandina lîstikvanên di destê me de, çêkirina transferan ne pir rast e. Ji ber vê yekê me hewl da transferên dualî bikin.”
Piştî daxuyaniya Rêveberiya Amedsporê, nûçegihanên tev li daxuyaniyê bûne pirs ji rêveberiyê kirin û daxuyanî bi bersivdayîna pirsan bi dawî bû.













