Wêne: Arşîv
Li navçeya Bongilanê ya Çewligê polîsan bi hinceta “wesayît zêde deng derdixin” cezayê pere li konvoya alîgirîn Amedsporê re birî.
Duh bi şev piştî Amedspor bi 3-2 zora Beşîktaşê bir, li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê serkeftina Amedsporê hat pîrozkirin. Yek ji van cihan jî navçeya Bongilan a Çewligê bû. Welatiyên Bongilan piştî serketina Amedsporê kêfxweşiya xwe bi konvoya erebeyan a li navçeyê nîşan dan. Lê polîsan bi hinceta ku “Wesayît zêde deng derdixin” 7 hezar lîre ceza li 6 welatiyan birî.
Welatiyên ku derheqê cezayê ku li wan hatiye birîn de axivîn û diyar kirin ku ceza di şexsê wan de li Amedsporê wan hatiye birîn. Welatiyan anî ziman ku ceza cezayeke siyasî ye û gotin ku konvoyên bi vî rengî gelek caran pêk tê lê heta niha ceza tenê li wan hatiye birîn.
Navê welatiyên ku ceza li wan hatiye birîn, ev in: Mesut Kopuk, Serkan Yapici, Veysî Arî, Abdullah Boltan, Remziye Oylek û Fatma Îlhan.













