270 hezar alîgirên Amedsporê ji bo maça Amedspor û Beşîktaşê ku dê sibê bê lîstin xwest bilêt bistîne.
Di hefteya 6emîn a Lîga Superê de Amedspor û Beşîktaş dê sibê li Stada Tahîr Elçî ya li Amedê derkevin pêşberî hev. Maç dê saet 20.00an de dest pê bike. Bilêdên maçê duh li ser Passolîgê hatin firotin. Weke hefteya borî aligirên Amedsporê bilêtên maçê di nava saniyeyan de kirîn û sedhezaran alîgirên Amedsporê ku xwestin bilêtan bikirin bêbilêt man.
Li gor daneyên ji Passolîgê hatine wergirtin ji bo 15 hezar bilêtên maçê 270 hezar alîgirên Amedsporê ketine pergala bilet stendinê û di 45 saniyeyan de 15 hezar bilêt hatine firotin. Amedspora ku hefteya borî tîma Îstanbûl Başakşehîr FK 5 û 0 têk bir bi 10 pûanan di rêza 3yemîn de ye. Bi deh hezaran alîgir wê sibê piştgirî û piştevaniya tîma xwe bikin.
Heke Amedspor sibê Beşîktaşê têk bibe dê di rêza Lîga Superê de bibe 2yemîn. Heke Amedspor, Beşîktaşê têk bibe û Galatsaray îro li hemberî Trabzonsporê têk biçe wê demê Amedsporê dibe 1emîn.
Ji ber navbera tîmên netewî ya serdema 2026-2027an wê di lîgê de ji 21ê Îlonê heta 6ê Cotmehê maç neyên lîstin. Ji ber vê yekê Amedsporê dê di 10ê Cotmehê de saet di 13.30an de li Enqereyê bi tîma Gençlerbîrlîgiyê re bilîze.













