• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

Omer Demîr / AW

22 TEBAX 2026 - 09:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Aktivîsta TJAyê Leyla Eser diyar kir ku divê jin bi pozîsyonek wekhev û bandor tev li pêvajoyê bibin û wiha got: “Ji bo aşti di nava civakê de were mayîndekirin, divê pirsgirêkên taybet ên ku jin dijîn bên naskirin. Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne.”

Di 5ê Tebaxê de ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya bi 12 xalan ji meclisê re hat şandin û di 8ê mehê de di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bû. Qanûna çarçoveyî ya bi navê ‘Xurtkirina Yekbûna Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokatiya Meclisê re hatibû şandin. 12 xalên qanûna çarçoveyî piştî niqaşên li Desteya Giştî ya Meclisê, di encama dengê erênî ya 468 parlamenteran de hat qebûlkirin. Di 18ê Tebaxê de qanûn di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Eser derbarê kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê û rola jinan de ji ajansa me re axivî.

‘Li pêşiya me berpirsiyariyeke mezin heye’

Leyla Eser di destpêka axaftina xwe de qala kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê kir û wiha got: “Di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, em derbasî qonaxekî nû dibin. Li pêşiya me berpirsiyariyeke mezin heye. Lê belê, di Qanûna Çarçoveyê de kêmasiyeke mezin heye. Di qanûnê de jin û rêxistinên jinan wekî aktorên avaker ên vê pêvajoyê nehatine naskirin. Ev ne tenê kêmasiya temsîliyetê ye. Ev yek di heman demê de pirsgirêkeke girîng e ku di derbarê nêzîkatiya avakirina aştiyê de ye. Jin bi salan e li dijî wêrankirina şer li ber xwe didin, aştiyê diparêzin, jiyana civakî ji nû ve ava dikin û wekî aktorên siyasî ji bo çareseriya demokratîk têdikoşin.”

‘Jin ji bo civakbûyîna aştiyê xwe bi rêxistin kirine’

Leyla Eser destnîşan kir ku jin tevlibûna temsîlî qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Di vê komîsyon û meclîsan de çend jin hene? Pirsa girîng a ku divê em bipirsin ev e: Jin dê bi çi îradeyê û bi çi mekanîzmayan beşdarî pêvajoyê bibin? Divê jin bi pozîsyonek wekhev û bandor tev li pêvajoyê bibin. Ji bo ku aşti di nava civakê de were qebûlkirin û aştiyeke mayînde çêbibe, divê pirsgirêkên taybet ên ku jin dijîn bên naskirin û çareserkirin. Tecrûbeyên aştiyê yên li cîhanê jî vê yekê nîşan didin. Di pêvajoyên aştiyê de, dema ku jin bi mekanîzmayên taybet tev li muzakereyan dibin, encamên şer ên li ser jinan tên dîtin û daxwazên jinan dikevin rojeva çareseriya siyasî. Lê dema jin ji pêvajoyê tên dûrxistin, aliyê veguherîna civakî ya aştiyê kêm dimîne. Tevgera Jinên Kurd bi salan e ji bo bi dawîanîna şer, çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde li ber xwe dide. Jin bi hezaran caran derketine kolanan, tev li pêvajoyên muzakereyê bûne û daxwazên jinan anîne ziman. Jin ji bo civakbûyîna aştiyê xwe rêxistin kirine.”

‘Pêvajoyeke aştiyê bêyî jinan kêm e’

Her wiha Leyla Eser diyar kir ku jin li benda avakirina komîsyon û meclîsan namînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin xwedî gotin, vîn û hêza xwe ya rêxistinkirî ne. Ger jin di pêvajoyeke aştiyê de ne xwediyê biryarê bin, ew aştî mayînde nabe. Pêvajoyeke aştiyê bêyî jinan kêm e. Karê ku îro li pêşiya me ye, ne ew e ku jinan tenê li mekanîzmayên heyî zêde bikin; karê me ew e ku perspektîfa jinan a azadîxwaz, demokratîk û wekhevîxwaz bînin ser bingeha avakirina pêvajoyê. Daxwaza me ne tenê qedandina şer e; em dixwazin şert û mercên ku şer û pevçûnê çêdikin ji holê rakin. Em dibêjin daxwaza me ne tenê bêdenkirina çekan e; em dixwazin polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê jî bi dawî bibin. Ji bo ku ev hemû tişt pêk werin, em dibêjin hewce ye ku jin di her asta pêvajoyê de xwedî gotin û biryar bin. Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne.”

Etîket: Leyla EserTevgera Jinên AzadTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
‘Armanca me jina azad û civaka azad e’

‘Armanca me jina azad û civaka azad e’

21 MIJDAR 2026
Têkoşîna TJAyê 10 salî ye: Heta azadiya jinan dê ev têkoşîn bidome

Têkoşîna TJAyê 10 salî ye: Heta azadiya jinan dê ev têkoşîn bidome

20 MIJDAR 2026
‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

19 MIJDAR 2026
Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

17 MIJDAR 2026
Li Licê civîna 25ê Mijdarê: Gotina me neqediya, em ê tundiyê rawestînin

Li Licê civîna 25ê Mijdarê: Gotina me neqediya, em ê tundiyê rawestînin

13 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne