Stenbol – Aktivîsta TJAyê Leyla Eser diyar kir ku divê jin bi pozîsyonek wekhev û bandor tev li pêvajoyê bibin û wiha got: “Ji bo aşti di nava civakê de were mayîndekirin, divê pirsgirêkên taybet ên ku jin dijîn bên naskirin. Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne.”
Di 5ê Tebaxê de ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya bi 12 xalan ji meclisê re hat şandin û di 8ê mehê de di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bû. Qanûna çarçoveyî ya bi navê ‘Xurtkirina Yekbûna Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokatiya Meclisê re hatibû şandin. 12 xalên qanûna çarçoveyî piştî niqaşên li Desteya Giştî ya Meclisê, di encama dengê erênî ya 468 parlamenteran de hat qebûlkirin. Di 18ê Tebaxê de qanûn di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Eser derbarê kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê û rola jinan de ji ajansa me re axivî.
‘Li pêşiya me berpirsiyariyeke mezin heye’
Leyla Eser di destpêka axaftina xwe de qala kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê kir û wiha got: “Di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, em derbasî qonaxekî nû dibin. Li pêşiya me berpirsiyariyeke mezin heye. Lê belê, di Qanûna Çarçoveyê de kêmasiyeke mezin heye. Di qanûnê de jin û rêxistinên jinan wekî aktorên avaker ên vê pêvajoyê nehatine naskirin. Ev ne tenê kêmasiya temsîliyetê ye. Ev yek di heman demê de pirsgirêkeke girîng e ku di derbarê nêzîkatiya avakirina aştiyê de ye. Jin bi salan e li dijî wêrankirina şer li ber xwe didin, aştiyê diparêzin, jiyana civakî ji nû ve ava dikin û wekî aktorên siyasî ji bo çareseriya demokratîk têdikoşin.”
‘Jin ji bo civakbûyîna aştiyê xwe bi rêxistin kirine’

Leyla Eser destnîşan kir ku jin tevlibûna temsîlî qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Di vê komîsyon û meclîsan de çend jin hene? Pirsa girîng a ku divê em bipirsin ev e: Jin dê bi çi îradeyê û bi çi mekanîzmayan beşdarî pêvajoyê bibin? Divê jin bi pozîsyonek wekhev û bandor tev li pêvajoyê bibin. Ji bo ku aşti di nava civakê de were qebûlkirin û aştiyeke mayînde çêbibe, divê pirsgirêkên taybet ên ku jin dijîn bên naskirin û çareserkirin. Tecrûbeyên aştiyê yên li cîhanê jî vê yekê nîşan didin. Di pêvajoyên aştiyê de, dema ku jin bi mekanîzmayên taybet tev li muzakereyan dibin, encamên şer ên li ser jinan tên dîtin û daxwazên jinan dikevin rojeva çareseriya siyasî. Lê dema jin ji pêvajoyê tên dûrxistin, aliyê veguherîna civakî ya aştiyê kêm dimîne. Tevgera Jinên Kurd bi salan e ji bo bi dawîanîna şer, çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde li ber xwe dide. Jin bi hezaran caran derketine kolanan, tev li pêvajoyên muzakereyê bûne û daxwazên jinan anîne ziman. Jin ji bo civakbûyîna aştiyê xwe rêxistin kirine.”
‘Pêvajoyeke aştiyê bêyî jinan kêm e’
Her wiha Leyla Eser diyar kir ku jin li benda avakirina komîsyon û meclîsan namînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin xwedî gotin, vîn û hêza xwe ya rêxistinkirî ne. Ger jin di pêvajoyeke aştiyê de ne xwediyê biryarê bin, ew aştî mayînde nabe. Pêvajoyeke aştiyê bêyî jinan kêm e. Karê ku îro li pêşiya me ye, ne ew e ku jinan tenê li mekanîzmayên heyî zêde bikin; karê me ew e ku perspektîfa jinan a azadîxwaz, demokratîk û wekhevîxwaz bînin ser bingeha avakirina pêvajoyê. Daxwaza me ne tenê qedandina şer e; em dixwazin şert û mercên ku şer û pevçûnê çêdikin ji holê rakin. Em dibêjin daxwaza me ne tenê bêdenkirina çekan e; em dixwazin polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê jî bi dawî bibin. Ji bo ku ev hemû tişt pêk werin, em dibêjin hewce ye ku jin di her asta pêvajoyê de xwedî gotin û biryar bin. Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne.”












