Amedspor û Erziromspor li Stadyûma Amedê hatin li hemberî hev. Amedspor di maça xwe ya yekemîn de Erziromspor 3-0 têk bir û di Lîga Super de bû yekemîn.
Amedspor di Lîga Super de maça xwe ya yekem li standyûma xwe bi Erziromsporê re lîst. Maça navbera Amedspor û Erziromsporê de beşa ewil gol çênebûn. Beşa duyemîn di deqiqeya 53an de bi gola Dîa Saba Amedspor 1-0 pêşket. Dîa Saba di deqiqeya 62an de gola xwe ya duyemîn avêt û 2-0 pêşket. Amedspor di 70an de bi gola Gokhan Gul 3-0 pêşket. Maç bi serkeftina Amedsporê qediya.
Amedspor bi vê skorê re di Lîga Super de derket rêze yekem.












