Amedspor ku cara ewil e derdikeve Lîga Super wê îro maça xwe ya ewil bi Erziromsporê re bilîze. Ji bilî deh hezaran kesên ku li stadê maçê temaşe bikin bi milyonan hezkiriyên Amedsporê wê maçê ji televizyonê temaşe bikin.
Amedspor ku cara ewil derket Lîga Super a Trendyolê dê îro saet di 21.30an de maça xwe ya ewil li Stada Tahîr Elçî ya Amedê bi Erziromsporê re bilîze. Amedspora ku amadekariyên xwe yên vê maçe temam kirin bi armanca serkeftinê wê derkeve vê maçê. Alîgirên Amedsporê ku bi kelecaneke mezin li benda vê maçê ne dema bilêdên maçê hatin firotin di nava nîv saetê de hemû qedandin. Ji bilî deh hezaran alîgirên ku dê li stadê maçê temaşe bikin bi milyonan hezkiriyên Amedsporê jî wê ji televizyonê maçê temaşe bikin. Li aliyê din hemû komên alîgir ên Amedsporê ku di bin banekê de bûn yek dê di vê maçê de li trubunên li pişt kaleya aliyê başûr cihê xwe bigirin û di tevahiya maçê de piştgiriya tîma xwe bikin. Berpirsyarên komên alîgiran bang kirin ku her kes li dijî provokasyonan hestiyar bin.
Li aliyê din dê Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî, Wezîrê Sporê û Ciwanan Osman Aşkin Bak, Serokê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê Îbrahîm Haciosmanoglû di nav de gelek rayedarên dewletê, parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar û endam û rêveberên saziyên sivîl jî dê li stadê maçê temaşe bikin. Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî çend roj beriya niha têkildarî maça Amedspor û Erziromsporê axaftinek kiribû. Mûstafa Çîftçî ku bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin diyar kir ku li bendê ne ku ev maç ji pêvajoyê re xizmetê bike.
Amedspora ku 16 transferên nû kirin û kadroya xwe xurttir kir, dixwaze di maça ewil de li pêşberî alîgirên xwe Erziromsporê têk bibe û serkeftineke girîng bi dest bixe. Her wiha Amedspor armanc dike ku di lîgê de serkeftineke baş bi dest bixe û tev li kupayên Ewropayê bibe.













