Alîgirên Amedsporê dê li dijî hişbir, çetetî û fihûşê sibê li Amedê meşekê li dar bixin. Alîgiran xwest ku ji bo civakeke azad û ciwanên azad her kes dengê xwe bilind bike.
Alîgirên Amedsporê dê di çarçoveya pêngava “Rabin” ya Platforma Şiyar Be de saet di 18.00an de li ser rêya stadyûmê ya navçeya Peyasê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê meşekê li dar bixin. Di meşê de çar komên alîgir ên Amedsporê yên bi navê Ultra Amed, Barîkat, Dîrenîş û Azadî ku yekitiya xwe ava kiribûn dê bi hev re bimeşîn.
Berpirsyarê komên alîgiran têkildarî meşê ji ajansa me re axivîn. Berpirsyarê Ultra Amedê Tîrêj Teke, yê Barîkatê Hîdayet Akboga, yê Dîrenîşê Mehmet Farûk Bagirtan û yê Azadiyê Mahsûn Yerlîkaya ji bo tevlibûna meşê bang li alîgiran kirin.
‘Em dixwazin ku gelê me bi me re be’
Berpirsiyarên komên alîgiran diyar kirin ku armanca wan a sereke ew e ku bi vê yekîtiya nû re xebatên hevpar mezin bikin, piştgiriyê bidin Platforma Şiyar Be û wiha gotin: “Ev meşa me li dijî bikaranîna madeyên hişbirê û fihûşê ye. Ji ber vê yekê em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ji bo civakeke azad û ciwanên azad, bila her kes dengê xwe bilind bike. Pirsgirêka bikaranîna madeyên hişbirê ne tenê pirsgirêka kesekî ye, pirsgirêka civaka me hemûyan e. Ji bo pêşîgirtina li van xerabiyan, çi ji destê me bê em ê bikin. Çar komên alîgiran biryar girtin û bûn yek. Em ê bi vê yekîtiyê re li dijî van xetereyan meşekê li dar bixin. Bila gelê me û ciwanên me piştgiriyê bidin me. Armanca me ya vê meşê ew e ku li dijî zêdebûna tiryakê ya li Tirkiye û Kurdistanê bimeşine. Em dixwazin ku gelê me bi me re be û em bi hev re li qadan bin.”















