Bilêdên maça Amedspor û Erziromsporê piştî dest bi firotinê hatin kirin di nîv saetê de 27 hezar hatin firotin û qediyan.
Amedspor dê di Lîga Super a Trendyolê de maça xwe ya ewil di 16ê Tebaxê de saet di 21.30an de li sehaya xwe bi Erziromsporê re bilîze. Aligirên Amedsporê yên bi kelecaniyeke zêde li benda bilêdên maçê bûn gava dest bi firotina bilêdan hate kirin ketin pêşbirkê û di nava nîv saetê de 27 hezar û 482 bilêd standin. Hate ragihandin ku tevahiya bilêdan di nava du saetan de qediyan.













