Amedspor û Zaxospor li Stadyûma Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a li Burdurê di maça dostaniyê de hatin hemberî hev. Amedspor 1-0 bi ser ket.
Amedspor û Zaxospor ku amaderkariyên xwe yên ji bo serdema nû ya lîgên xwe dikin, li Stadyûma Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a li ji maça dostaniyê da hatin hemberî hev. Amedsporê duh bi Duhoksporê re maça dostaniyê kiribû û 2-0 wê têk biribû. Amedspor a ku amadekariya lîga nû dike di du rojan de du maçên girîng lîst.
Bi beşa ewil di maçê de gol çênebû û beşa duyemîn bi deqîqeya 46an de bi gola Dîa Saba 1-0 çû pêş. Maç bi serkeftina Amedsporê dawî bû.















