• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    ROJEVA 24ê ÎLONA 2026an

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Îran êrişî Hewlêrê kir

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

    ROJEVA 24ê ÎLONA 2026an

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Wan / AW

30 TÎRMEH 2026 - 19:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya ciwanên welatparêz li Wanê Komeleya Çand û Hunerê ya “Demhat” hat vekirin. Di vekirinê de hat destnîşankirin ku komele li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û hişbirê alternatîfeke nû ye û banga xwedîderketina li ziman û çandê hat kirin.

Bi pêşengiya ciwanên Wanê yên welatparêz, Komeleya Çand û Hunerê ya bi navê “Demhat” bi bernameyeke bi coş hat vekirin. Nûnerên saziyên civaka sivîl, gelek welatî û ciwan tevlî bernameya vekirinê bûn.

Bernameya bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê komîna çand û hunerê endamê Komeleya Demhat Kenan Îldenîz axivî. Îldenîz diyar kir ku parvekirina vê kelecana roja biwate ji bo wan cihê şanaziyê ye.

‘Em polîtîkayên asîmîlasyonê napejirînin’

Kenan Îldenîz bal kişand ser zext û êrişên li ser çand û nasnameya Kurdî û wiha got: “Em wekî ciwanên Kurd li hember her cure polîtîkayên bişaftin û ji nasnameyê dûrxistinê dengê xwe bilind dikin. Em daxwaza jiyana azad a çand, ziman û nasnameya xwe dikin. Îro gelê me û bi taybetî ciwan û zarok her roj bi polîtîkayên bişaftin û înkarê re rû bi rû dimînin. Pergal her roj li ser çand û hebûna me ya nasnameyî bombardimaneke bênavber pêk tîne. Em wekî ciwan dixwazin bi çand û nasnameya xwe bijîn; ev komîna me jî nîşaneya herî şênber a vê daxwazê ye. Em bi ti awayî zext û pêkûtiyên li ser van nirxan napejirînin.”

‘Demhat qadeke alternatîf e’

Kenan Îldenîz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xetereya hişbirê di nava ciwanan de û got: “Wekî tê zanîn îro li seranserê welat di nava ciwanan de hişbir û tîryak gelekî belav bûye û bandoreke wê ya xerab li ser ciwan û gelê me çêbûye. Ji ber vê rewşê ciwan ji çand û nasnameya xwe dûr ketine. Lê êdî em dizanin ku ciwan ne bê alternatîf in. Her ciwanek dikare li hember vê neyîniyê bisekine û bi pêşxistina çand, ziman û hunera xwe dawî li vê qirêjiyê bîne. Komeleya Demhat li ser vê esasê ji bo ciwanan wekî qadeke alternatîf a jiyanê derket pêş. Em hemû ciwanan vedixwînin nav vê xebata hêja.”

Piştî axaftinê, hunermendên herêmî derketin ser dikê, stran gotin û beşdarvanan govend gerand. Bername bi coşa govendê bi dawî bû.

Etîket: ciwanDemhatKomelevekirWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

24 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne