Di panela ekolojiyê ya ku di çarçoveya Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê de hat organîzekirin de, axaftvanan bala kişandin ser Pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hat gotin: “Di dawiya vê pêvajoyê de wê hem mirovan hem jî xweza azad bibe. Wê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê.”
Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê ku li navçeya Kanîreşê ya Çewligê hat lidarxistin, piştî pêşbirka hespan bi panela ekolojiyê dewam kir. Moderatoriya panelê Mûrsel Bek kir û endamê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun, endamê Bilind ê Jîngehê Can Fîdal Boldaş, parêzer û dildara jîngehê Kubra Sudan û Berdevkê Platforma Parastina Geliyê Periyê Ekrem Alan wekî axaftvan beşdar bûn. Ligel nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, gelek welatî beşdarî panelê bûn.
Pêşî Can Fîdal Boldaş axivî û diyar kir ku li Çewlîgê polîtîkayên gelekî tund ên rûxandina ekolojîk tên meşandin û destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayan divê torên berxwedanê yên kolektîf ên gelekî bihêz bên avakirin. Boldaş anî ziman ku tora berxwedanê ya ji van tora yek e, bi rengekî bêhemp hatiye honandin. Boldaş bal kişand ser polîtîkayên talanê yên li ser ziman û çanda Kurdan li ser xwezayê jî berdewam dikin û got: “Ev gel neçar e wê têkoşîna ku ji bo ziman û çanda xwe dide, ji bo xwezaya xwe jî bimeşîne. Em dibînin tişta ku polîtîkayên navendî ji bo Kurdan rewa dibînin, îro êdî ji bo çiya, kevir û cihên jiyana Kurdan jî rewa dibînin. Li tevahiya welat polîtîkayên xedar ên rûxandina ekolojîk tên meşandin, lê di navbera polîtîkayên rûxandina ekolojîk ên li rojhilat û rojava de ferqên girîng hene. Ya li rojava li ser bingeha rantê ye, ya li rojhilat hem li ser bingeha rantê hem jî li ser bingeha polîtîkayên ewlehiyê ye.”
‘Navbera xweza û mirovan xira bû’
Can Fîdal Boldaş diyar kir ku talana ekolojîk di bin du sernavên bêdaristan hiştin û bazirganiya avê de dikare bê lêkolînkirin û wiha domand: “Bi birîna daristanan, şewata daristanan a ku kiryarên wan nediyar in, kargehên madenê û santralên enerjiyê rê li ber polîtîkayek berfireh a kêmkirina daristanan vedike. Dema petrol û komir jî li vê tên zêdekirin; rastiya ku em jê re dibêjin germbûna cîhanê bi dibe. Bi germbûna cîhanê re avhewa diguhere. Em dizanin ku di salên dawî de yek ji sedemên bûyerên hewayê yên dijwar, polîtîkayên birîna daristanan e. Ji ber vê yekê dema ku ev daristan tên birîn, karbona di atmosferê de zêde dibe û germî digihêje astek neasayî.”
Fîdal Boldaş anî ziman ku hevsengiya di navbera xweza û mirovan xira bu û got: “Erê, bi destê mirovan çêbû, lê ji ber vê xerabûna hevsengiyê ne rast e ku mirov tenê bêne sûcdarkirin. Ji ber ku mirov jî parçeyekî jiyana ekolojîk e. Ji ber vê yekê armanca me divê guherîna hişmendiyê be.”
Boldaş li ser HESan jî axivî û got: “HES çi ye? Rêvekirin û çemên li qada jiyana me ji bo karanîna me têne girtin û difroşin şîrketan. Yanî şîrket wê 49 sala ji wan çeman dewlemend bibin, lê em ê nekaribin çavkaniya ku mafê me ye bi kar bînin. Li seranserê Tirkiyeyê niha 68 santralên enerjiya jeotermal aktîf in. Em dizanin ku debara vê gelî bi ajaldarî û çandiniyê ye. Çavkaniya debara gel tê tunekirin û qada jiyanê tê rûxandin.”
‘Yên xwezayê diparêzin dê bi ser bikevin’
Can Fîdal Boldaş got, “Têkoşîna me azadîxwaza jinê ye, dij-kapîtalîst e” û anî ziman, “Pêwîst e em vê krîza ekolojîk bi ti awayî ji krîza siyasî û aborî cuda nehesibînin.” Can Fîdal Boldaş bal kişand ser girîngiya demokratîkbûnê di xala çareseriyê de û axaftina xwe wiha qedand: “Çawa ku em îro bawer dikin ku wê aştî pêk bê, divê baweriya me tam be ku wê eko-aştî jî çêbibe. Ji ber ku di dawiya pêvajoyê de wê hem mirov hem jî xweza azad bibe. Wê hem aştiya civakî hem jî eko-aştî pêk bê. Yên ku li dijî xwezayê şer ragihandin û jiyanê neparastin, yên ku li dijî jiyanê bûn di dîrokê de heta niha her dem winda kirine. Ji îro û pê de jî neçarî windakirinê ne. Ez dixwazim diyar bikim ku yên wekî me xwezayê û jiyanê diparêzin wê bi ser bikevin.”
‘Me têkoşîna piralî meşand’
Ekrem Alan ê ku li ser têkoşîna xwe ya li dijî projeya madenê ya li gundê Licik ê Kanîreşê meşandin axivî, diyar kir ku tevahiya herêmê di bin zexta madenê de ye û xweza tê talankirin. Alan destnîşan kir ku ew têkoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: “Roja ku makîneyên kar ketin gundê geliyê Periyê, me ferq kir ku li Kaynarpinarê JESek heye. Heta wê rojê agahiya me ji tiştekî tune bû. Gimgim û gundên din ên Periyê ji me gelekî bişenstir bûn. Ji ber ku bêyî ku agahiya me ji tiştekî hebe, rojekê me dît ku makîne li gundê me dixebitin. Ji ber vê yekê me fikirî ku divê em têkoşînê bimeşînin. Me avaniyek birêxistinkirî avakir. Bi vê avaniyê re me pêwîstî dît ku em serî li rêyên hiqûqî bidin. Dema me têkoşîna hiqûqî da destpêkirin hemû kesan ji me re got ‘Hûn nikarin tiştekî bikin.’ Ji ber ku li beramberî me şîrketeke pirneteweyî hebû. Ji me re gotin ku em nikarin di têkiliyên van şîrketan ên bi dewletê re tu valahiyekê bibînin, em nikarin bi wan re serederiyê bikin, nemaze heke makîne ketibin qadê em nikarin tiştekî bikin. Lê me got, ‘Me hîn meş neda destpêkirin, em bimeşin em ê kevirên ber lingên xwe jî paqij bikin.’ Me bi zor û zehmetiyan dest bi meşê kir. Me bersiva doza xwe ya ku Dadgeha Herêmî ya Erziromê betal kiribû, bi qezenckirina li Şûreya Dewletê da. Ligel vê yekê me li qadê têkoşîneke piralî meşand.”
‘Em ê heta dawiyê ekolojiyê biparêzin’
Ekrem Alan anî ziman ku ew li gelek cihan mîna Gimgim, Kanîreş, Çat û Geliyê Periyê derî bi derî geriyan û xebatên rêxistinkirinê meşandin û wiha got: “Ev pirsgirêka vê erdnîgariyê ye, werin em mil bi mil têkoşînê bimeşînin û em bi hev re vê êrîşê vala derxin. Lê kesî em fêm nekirin. Heta ku di 2yê Çileyê de projeya li Gimgimê derket holê. Mirov tenê wê demê karibûn fêm bikin ku ev tiştekî ewqasî êşdar e. Ez nexweşê penceşêrê me. Ez pir baş dizanim ku penceşêr çi ye. Ez naxwazim mirovên li vir wan êşên ku min kişandine bikişînin. Zarokên di zikê dayika xwe de, ava me, kulîlka me tê jehrîkirin. Gihayê ku ajala me dixwe tê jehrîkirin. Ji ber vê yekê şîr û goştê ku dide me tê jehrîkirin. Têkoşîna me têkoşîneke ekolojîk e. Em ê heta dawiyê ekolojiya xwe biparêzin. Ji bo vê em amade ne ku berdêl jî bidin.”
‘Li Gimgimê hejmara gundên ku ji projeyê bandor dibin 16 e’
Piştre Çayan Dursun axivî û li ser têkoşîna ku li Gimgimê li dijî rûxandina ekolojîk dimeşînin agahî dan. Dursun bi bîr xist ku nobeta ku li Gimgimê li dijî madenê dane destpêkirin hîn jî berdewam dike û destnîşan kir ku hişmendiyeke mezin derketiye holê. Çayan Dursun axaftina xwe wiha domand: “Li Gimgimê hejmara gundên ku ji projeyê bandor dibin 16 e. Keyayê li vir helwesteke rast girtin û bi gel re tevgeriyan. Li Gimgimê îradeyeke wiha heye: ‘Tiştê ku bêyî rizaya me tê kirin, çi dibe bila bibe em qebûl nakin. Bihostek axa ku em bidin şîrketan tune ye’ dibêjin. Li ser van axan em dijîn, berdêlên mezin hatine dan. Heke li vir tiştek bê kirin divê riza gel bê girtin. Lê mixabin di van hemû pêvajoyan de riza û agahiya gel tune ye. Her tişt ji gel tê veşartin. Ji ber vê yekê em bêyî ku sûd û ziyanên wê nîqaş bikin, xebatê qebûl nakin. Refleksa li Gimgimê wiha pêş ket. Gelo ew hatine ku gundiyan dewlemend bikin? Gelo hejarî yan dewlemendiya gundiyên Gimgimê di xema Amerîkayê de ye? Me got ‘Heke fîrmayeke Amerîkayî hebe, li vir berjewendiya gel tune ye.’ Paşê dema me temaşe kir û me dît ku wê rûxandineke mezin çêbibe, muxalefeke bihêztir hat meşandin.”
‘Ji bilî têkoşînê ti şansê me tune ye’
Çayan Dursun zirara ku projeya li Gimgimê bide rêz kir û got: “Wê tevahiya xazayê bê rûxandin, ajaldarî û çandinî wê bi dawî bibe. Çi dikeve ser milê me? Koçberî dikeve ser milê me. Ma derfeta ku qadên jiyanê li wir bimînin heye? Piştî demekê em ê neçar bimînin ku koç bikin. Heke em li dijî van projeyan dernekevin, koçberiyeke din li benda me ye. Her tiştê ku berjewendiya gel nezewicîne divê em red bikin. Nabe ku êdî kesek van axan li gorî serê xwe tespît bike û xerab bike. Heke em bûyera Licikê ya li Erzinganê mînak bidin; strukturê axa li wir xerab kirin, jehrî kirin. Ji ber vê yekê ew ax şimşiya û mirov ji ber vê yekê mirin. Ji ber vê yekê xebatên madenciliyê rûxandinên ku vegera wan tune ye çêdikin. Kî ku van rûxandinan ji me re rewa dibîne, em ê li dijî wan bisekinin. Her tiştê ku bêyî rızaya me tê kirin em red dikin û qebûl nakin. Ji bilî têkoşînê ti şansê me tune ye.”
Tekoşîna hiqûqî
Kubra Sudan jî bal kişand ser ku li tevahiya Kanîreşê xebatên JES û madenê dest pê kirine û diyar kir ku ji bo projeya yekem a JESê di 5ê Tebaxa 2025an de pêvajoya qanûnî dane destpêkirin, lê Dadgeha Herêmî ya Erziromê ji ber ku 2 sal li ser re derbas bûne serlêdana wan red kiriye. Kubra Sudan anî ziman ku Şûreya Dewletê ew mafdar dîtine û destnîşan kir ku ev ji bo gundên din jî biryareke mînak e û wiha axivî: “Bawer nedikirin ku doza bi vê awayî bi pêş bikeve. Lê ev pêvajoyeke hiqûqî ye. Di mijarên ku hiqûqa jîngehê eleqedar dikin de sekna gelê herêmê li pişt me girîng e. Dîsa jî rawestîna gelê herêmê li cem me gelekî girîng e. Divê em hemû hesas bin.”
Kubra Sudan derbarê têkoşîna hiqûqî ya li dijî projeyên li Kanîreşê de agahî dan û got: “Têkoşînên girseyî gelekî girîng in lê têkoşîna hiqûqî jî gelekî girîng e. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin, lê dema em vê dikin jî em dixwazin gelê me yê herêmê hişyar be. Em ê têkoşîna hiqûqî heta dawiyê bimeşînin. Dema em vê dikin piştevaniya gelê Kanîreşê gelekî girîng e.”
Panel piştî beşa pirs û bersiv û pêşniyar û daxwazan bi dawî bû.
Festîval dê bi stranên dengbêjan berdewam bike.


















