• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

4 TÎRMEH 2026 - 12:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1110emîn de li aqûbeta Hasan Gulunay ê 20ê Tirmeha 1992yan de (34 sal) hatibû windakirin pirsin û gotina Hasan parve kirin “Ez Hasan Gulunay, dixwazin min di binçav de winda bikin.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1110emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Hasan Gulunay ê berî 34 salan 20ê Tirmeha 1992yan de hatibû windakirin, hate pirsîn.

Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Jiyan Kaya xwend.

‘Ez Hasan Gulunay, dixwazin mi di binçav de winda bikin.’

Jiyan Kaya diyar anî ziman ku Alî Ekber Atmaca di 23yê Gulana sala 1992yan de li Artvînê hate binçavkirin, bi îşkenceyê hate kuştin û wiha behsa berdewama aqûbeta Hasan Gulunay kir: “Li ser Alî Ekber Atmaca ehliyeta Hasan Gulunay derket. Hasan ji bo ehliyeta xwe îlana windabûnê dabû. Bi vê sedemê polîsan dest bi lêgerîna bavê 4 zarokan Hasan Gulunay kir. 20ê Tirmeha sala 1992yan de Hasan ji bo kar ji mala xwe ya Tarabyayê derket û êdî venegeriya mala xwe. Kesek cihê kar a Hasan geriya û got ‘ew ji şaxa têkoşîna li dijî terorê digerê û Hasan hatiye binçavkirin.’ Lê tevî serlêdanên malbatê jî bersiva ‘Hasan nehatiye binçavkirin’ ji wan re hate dayîn. Paşê Malbata Gulunay bi rêveberê Emniyeta Stenbolê Huseyîn Kocadag re hevdîtin pêk anîn. Huseyîn Kocadag ji malbatê re got; Hasan Gulunay di binçav de ye, sax e. Piştî ki di laşê wî de şopên îşkenceyê jê herin bê berdan. Kesê bi navê E.Ç. jî Hasan Gulunay di Emniyeta Stenbolê de dîtibû. Hasan Gulunay ji E.Ç. re gotiye ‘Ez Hasan Gulunay, dixwazin mi di binçav de winda bikin.’ Kesê bi navê H.K jî diyar kiribû ku ew 19ê Tirmeha sala 1992yan de hatiye binçavkirin û bi rojan îşkence lê hatiye kirin. Polîsan ji H.K. re gotiye ‘Me Hasan Gulunay kuşt, dem dora te ye.”

‘Em ê pirsîna aqûbeta windakiriyan bidomînin’

Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Kaya anî ziman ku malbat serî Serokwezîrtî, Wezareta Karên Navxweyî û tevahî saziyan pêwendîdar xistiye û wiha pê de çû: “Wezaretê Karên Navxweyî Nahît Menteş li Meclîsê bersiv da pêşniyazpirs û got ‘Ev tevahî îdîa propagandayê rêxistinên terorê ne. Hezên me wekî herdem ji bo yekitiya dewletê dixebitin.’ Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) di 21ê Nîsana sala 2016an de biryara lêpirsînek baş nehatiye meşandin da. Lê aqûbeta Hasan Gulunay nehat eşkerekirin. Em di windakirina 34 salemîn a Hasan Gulunay de bang rayêdarên dewletê dikin. Divê dewlet berpisiyartiyên xwe bi cih bîne. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Dayik-Mirovên ŞemiyêHasan Gulunayhefteya 1110emînWindakirî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Yên Mûrat winda kirine nehatin darizandin

Dayikên Şemiyê: Yên Mûrat winda kirine nehatin darizandin

20 HEZÎRAN 2026
Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

16 GULAN 2026
Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

4 NÎSAN 2026
Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tê gotin li Hewlêrê balafirek Îranê hate xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceribandineke nû ya ‘quartedê’: ‘Kelîyên Veşartî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji şofêrên Amedê çareseriya germê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Aboriya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 8mîn Rojên Ma Musicê bi coş destpê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (81)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne