• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

Stenbol / AW

15 TEBAX 2026 - 12:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1116emîn de aqûbeta Nadîr Nayci yê beriya 33 salan di sala 1993yan de hatibû binçavkirin pirsin. Kurê Nadîr Nayci di nameya ji çalakiyê re şandiye de wiha got: “Bila hestiyan bidin me û em bi destê xwe bavê xwe veşêrin. Heqîqet û mafê gorê ev 33 sal in tê taloqkirin. Em gora bavê xwe dixwazin.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1116emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Nadîr Nayci yê 33 sal berê di sala 1993yan de li Cizîrê hatibû windakirin hate pirsin.

Metna daxuyaniyê Dayika Şemiyê Îkbal Eren xwend.

‘Çend sal jî derbas bin em ê aqûbeta Nadîr Nayci bipirsin’

Îkbal Eren diyar kir ku ew 33 sal in ji bo Nadîr Nayci edaletê dixwazin û got: “Çîroka Nadîr Nayci nişan dide ku bêedaletî çawa li vî welatî belav bûye. 33 sal in malbat dipirse ku Nadîr Nayci çawa hate binçavkirin, li ku ye û berpirsiyar kî ye lê belê hê jî tu bersiv nehatiye danîn. Li cihê ku aqûbeta welatiyan nayê zanîn, em nikarin qala aştiyê bikin. Nadîr Nayci 65 salî bû û bavê 7 zarokan bû. Li Cizirê dijiya û karê erebeya hespan dikir. Di sala 1993yan de ji bo hespekî bide xizma xwe çû li gundê Biyaqûbkê. Piştî rojekî hesp hate malê lê Nadîr nehat malê. Kurê Nadîr paşê li aqûbeta bavê xwe pirsîn, hînbûn ku bavê wan tu carî neçûye gund. Nadîr Nayci ji bo herê gundê xwe diviya gundê Kuştepeyê derbas bibe. Kuştepe jî wû demê navenda Hîzbûllahê bû. Kurê Nadîr, Ramazan Nayci çû li gel fermadarê cendermeyan a navçeyê Cemal Temîzozê û qala aqûbeta bavê xwe kir û xwest li gundê Kuştepeyê lêgerîn pêk werê. Lê Cemal Temîzoz ji Ramazan Nayci re got; ‘Tu bi xwe here bavê xwe bigirê.’ Di sala 2009an de di malên gundê Basîsikê de lêgerîn hate lidarxistin û hestiyên mirovan hate dîtin. Malbat ji bo testa DNAyê serlêdan kir lê ev daxwaz ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Cizîrê ve hate redkirin. Îtirafkar Mehmet Nurî Bînzet di doza JÎTEMê a Cizîrê de îfade dan û diyar kir ku Nadîr Nayci ji aliyê Hîzbûllahê ve hate revandin. Ev 33 sal e em dipirsin; çima ev îdia baş nehatin şopandin? Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta Nadîr Nayci bipirsin.”

Nameya kurê Nadîr Nayci, Ramazan Nayci ji Cizîrê şandiye ji aliyê Sercan Çalçi ve hate xwendin.

‘Em gora bavê xwe dixwazin’

Ramazan Nayci di nameya şandiye de bi bîr xist ku bavê wî 33 sal berê hatiye windakirin û wiha got: “Ev 33 sal in, li benda agahiyê me. Ji ber ku gora me tune ye ev bendamayîn jî bi dawî nabê. Her roj hîs dikim ku sankî dê bavê min vegerê. 33 sal derbas bûn lê ji deweletê, me tu alikarî nedît. Em ji dewletê gelek tişt naxwazin, tenê cihê bavê xwe dixwazin. Bila hestiyan bidin me û em bi destê xwe bavê xwe veşêrin. Heqîqet û mafê gorê ev 33 sal e tê taloqkirin. Em gora bavê xwe dixwazin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: aqûbeta Nadir NayciDayik-Mirovên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

22 TEBAX 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

4 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê: Yên Mûrat winda kirine nehatin darizandin

Dayikên Şemiyê: Yên Mûrat winda kirine nehatin darizandin

20 HEZÎRAN 2026
Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayik-Mirovên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

4 NÎSAN 2026
Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye binçavkirin li ku ye?

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne