• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

Amed / AW

28 HEZÎRAN 2026 - 14:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li navenda çandê ya Çand Amedê li dar dixin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Di konferansê de hat gotin ku ji bo di nava civakê de hestiyariya ziman zêdetir bibe divê rêveberiyên xwecihî navendên bîrê yên ziman û lêkolîn û parastina pir zimanî ava bikin û hat destnîşankirin ku ji bo hişmendiya civakî were guhertin divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin.

Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi diruşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dar dixin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Di bernameyê de gelek endamên û rêveberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Kurdî û pankarta ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser mijara di muzakereyê de çareserkirina pirsgirêka zimanê Kurdî axivî.

Tayîp Temel diyar kir ku weke DEM Partî û siyaseta demokratîk her çiqas girîngiyê bidin bikaranîna ziman jî kêmasiyên wan hene û wiha got: “Nabe em ziman paşguh bikin. Di vê mijarê de weke siyasetmedar kêmasiyên me hene. Ji hêla statuyê ve em hê jî bindest in. Gelê Kurd hê jî azadiya xwe bidest nexistiye. Ji bo Kurdan ziman bingeha nasname û hebûnê ye. Weke birêz Ocalan gotiye ‘Xencera tunekirinê li pişta me re ye.’ Divê em qedr û qiymetê ziman zanibin.”

‘Birêz Ocalan dibêje ‘me têkoşîna çekdarî fesix kir lê divê Tirkiye jî dev ji înkarê berde’

Tayîp Temel bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk û ev nirxandin kir: “PKK di demeke ku çand, huner û zimanê Kurdan tune dihate hesibandin de derket holê. Bi banga 27ê Sibatê kefenê ku ji Kurdan re hatibû birîn hate çirandin. Lazim e em çareseriyeke giştî bigerin ku Kurd li hemû deran bikaribin bi çand û zimanê xwe bijîn. Ji ber vê yekê banga 27ê Sibatê ne bangeke wiha ye ku gelê Kurd dest ji çand, zimanê xwe berde. Me dest ji çekan berdan. Lê dest ji çand, ziman û têkoşîna xwe bernedaye. Li Îmraliyê zimanê Kurdî meseleya sereke ya Sekreterya Îmraliyê ye. Perwerdehiya bi Kurdî ya di hemû astan de niha li Îmraliyê tê nîqaşkirin. Di danûstandaninan de ji ziman bigire heta rêveberiyên herêmî, qeyim mijara danûstandinê ne. Birêz Ocalan dibêje ‘me têkoşîna çekdarî fesix kir lê divê Tirkiye jî dev ji înkarê berde. Dibe niha li hemû tiştan di qanûnan de bi cih nekin lê ez li derve bûma ez ê weke prensîbek zarokek ku zimanê xwe nizanibe min ê nehiştibûya ku yek zarokek Kurd bêyî zimanê xwe mezin bûya’ Çima zimanê Kurdî ji hêla siyaset, nivîskariyê ve evqas belengaz maye.”

‘Bêyî çareserkirina ziaman aştiyeke mayînde ne gengaz e’

Tayîp Temel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê parastina destûrî, reforma perwerdehiyê bê kirin û astengiyên li ber sazî û dezgehên Kurdî bên rakirin, piştgiriya saziyên ziman bê kirin û qanûnên aştiyê pêk bên. Bêyî çareserkirina ziaman aştiyeke mayînde ne gengaz e. Bi taybetî azadiya zimanê Kurdî zirarê nade yekîtiya Tirkiyeyê. Tunebûn û înkarkirina zimanekî ji bo dewleteke serdest xetere ye. Ji ber vê çendê em hemû partiyan vedixwînin zimanê aştiyê li her derê bê belavkirin. Em tu zimanan weke neyarê xwe nebînin û zimanê xwe jî ji tu zimanan kêmtir nebînin.”

‘Rêveberiyên Xwecihî dê ji bo ziman çi bikin?’

Piştre jî Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal qala armanca siyaseta demokratîk kir û wiha got: “Netewe-dewlet li ser yekkirinê xwe ava dike û li dijî pirrengiyê ye. Polîtîkaya netew-dewletiyê pir rengiyê di nava xwe de nahewîne ji ber vê yekê di rêveberiyên herêmî de jî pirrengî tune ye. Em dibêjin em ê civaka xwe demokratîk bikin û zimanê xwe biparêzin lê em kêm dimînin. Daxwaza me ew e ku zimanê me bibe xwedî statu. Heke hestiyariya demokrasiya çêbibe wê hevsengî jî di nava her rêveberiya navendî û rêveberiyên xwecihî de çêbibe. Divê qanûn bên guhertin. Mînak ji bilî zimanê Tirkî bi zimanên din perwerdehî nikare bê dîtin. Ji bo ku hevsengî çêbibe divê qanûnên pir zimanî bên çêkirin. Rêveneriyên Xwecihî dê ji bo ziman çi bikin? Qada herî zêde kêmasî hene ev e. Ev sed sal in ziman hatiye asîmîlekirin lê bi saya têkoşînê xwe parastiye. Ji bo ku di nava civakê de hestiyariya ziman zêdetir bibe divê rêveberiyên xwecihî navendên bîrê yên ziman û lêkolîn û parastina pir zimanî ava bikin. Serokatiyên daîreyan û muduriyet bên avakirin. Ji bo ku hişmendiya civakî were guhertin divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin.”

‘Pergala komunan û civakîkirina xizmetên civakî girîng e’

Herî dawî Mamosteya Zimanê Kurdî Dîlan Guvenç jî li ser mijara di asta rêveberiyên herêmî de polîtîkayên zimanî ji raborî ber bi siberojê ve axivî û ev tişt anî ziman: “Cerebe û pratîkên rêveberiyên herêmî yên di perwerdehî û pêşvebirina zimanî de çi ne? Tevgera Azadiyê ya Kurd û perspektîfa kronolojîk zimanê dayikê, ceribandina dibistanên azad, pirzimaniya li şaredariyan, di qada çand, huner û wêjeyê de xebatên zimanê Kurdî, di rejîma qeyiman de xespa îradeyê û qirqirina bîra zimanî û çandî, polîtîkayên rêveberiyên xwecihî ya têkildarî ziman kir. Divê şaredariyên me ne bi awayekî sembolîk bi awayekî stratejîk nêzî ziman bibin. Divê mamoste bên perwerdekirin, akademî bên vekirin û şaredarî zarokistanan zêde bikin. Divê bi hevkariya saziyên sivîl, siyaset û şaredariyan dibistanên azad bên avakirin. Pergala komunan û civakîkirina xizmetên civakî girîng e. Em dikarin bi dibistanên gerok xizmetê bigihînin gel. Divê saziyên di bin banê şaredariyan de veguherin pir zimanî. Mafê peyzaja zimanî pêwîst e. Divê yekîneyên çanda devkî û arşîva dîjîtal bên çêkirin. Divê xizmetên dîjîtal ên pirzimanî çêbibin. Em dikarin xwe jî bajarê xwe bi zimanê xwe bi rê ve bibin.”

Konferans bi axaftin û niqaşan didome.

Etîket: konferansa zimanê kurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne