• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê dest pê kir

Amed / AW

12 HEZÎRAN 2026 - 23:33
Kategorî: MANŞET
A A
Şaredariya Peyasê bi hevkariya Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir İn bi dirûşma ‘Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve’ 1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê li dar xist. Di bernameyê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Bi hevkariya Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in (GÎB-DER) û Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Werzîşê û Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî yên Şaredariya Peyasê 1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê hate lidarxistin. Di hevdîtinên ku bi dirûşma ‘Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve’ tên lidarxistin de ciwan bi armanca ku werzîş, çand, hevgirtin û jiyana hevpar bi hev re mezin bikin, hatin ba hev. Bernameya ku li 3 rojan berdewam bike li Parka 75ê ya Peyasê hate lidarxistin. Di bernameya îro hunermend Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Sîmyager, dengbej Hediye û dengbej Berkenzer derketin ser dikê.

‘Gelê Kurd pêşengiya têkoşîna gelên Rojhilata Navîn bike’

Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar ewilî axivî û diyar kir ku beriya tekoşîna 50 salî nasnameya gelê Kurd dihate înkarkirin û wiha axivî: “Bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê, wekî şahidên nêz ên vê rastiyê mezin bûn.  Bi dirûşmeya ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixînin’, piştî têkoşîna ku zêdetirî 50 salan e berdewam dike, îro em li van qadan dibînin ku bi pêşengiya ciwan û jinan; gelekî ku dihat înkarkirin, hebûna wî bi polîtîkayên îmhayê nedihat qebûlkirin û dihat gotin ku ‘li ser wî beton hatiye rijandin’ gihîştiye asteke wiha ku dikare pêşengiya stratejîk û pêşengiya têkoşînê ya gelên Rojhilata Navîn bike. Tevî her tiştî dê dawiya me bi heybet be’, bi saya têkoşîna wan a hêja, em îro hene û em ê hebûna xwe berdewam bikin. Civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ya ku em îro tê de ne, di heman demê de hewl dide bibe yek ji argumanên bingehîn ên mezinbûna zemîna xweavakirina civakê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîvan Gulşen Sîncar da zanîn ku ji van polîtîkayên qirêj li qadan j, bo ciwana bernameyên wiha li dixin û axaftina xwe wiha domand: “Lê em dizanin ku piştî vê têkoşîna ewqas bêrehm, em ê nehêlin keda me û berdêlên me pûç bibin. Wekî rêveberiyên herêmî, pêwîst e ku em şert û mercan biafirînin da ku ciwan, jin, kedkar û her kesekî di civakê de xwedî li jiyana xwe derkeve, ji bo pirsgirêkên bajarê xwe çareseriyan hilberîne, tevlîbûna xwe zêde bike û mekanîzmayên vê yekê ava bike. Bi vê boneyê, em ê 3 rojan li vir di nav hewayeke fêstîvalê de bi hev re bin. Em ê nîqaşên xweş bikin, em ê bi hev re bifikirin, bi hev re nîqaş bikin, bi hev re hilberînin û em ê bi hev re di rêya xwe de bimeşin.”

‘Bi van polîtîkayên şerê taybet dixwazin bi taybetî civanan asimile bikin’

Piştre Hevşaredar Cengîz Dundar axivî. Cengîz Dundar bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha bilêv kir: “Bi taybetî em polîtîkayên şerê taybet ên ku rejîma AKP-MHPê di van 10 salên dawî li ser gelê Kurd û ciwanan dimeşîne, dizanin. Em dibînin ku polîtîkayeke cidî heye ku ciwanan ber bi xefka hişbiran ve kaş dikin. Em dizanin ku asta civaka demokratîk û aştiyê ya ku bi vê banga 28ê Sibatê ya Birêz Ocalan re derketiye holê. Em ji vir careke din bang li aliyên vê pêvajoyê hemûyan dikin: Werin guh bidin vê banga Birêz Ocalan. Bibin rêhevalê vê dengê wî. Rizgariya gelan di vê paradîgmaya aştiyê û di vê paradîgmaya entegrasyona demokratîk a Birêz Ocalan de ye. Em dizanin ku ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dê bibin şopîner û meşînerên vê pêvajoyê û vê rêyê. Ez ji bo beşdariya we, coşa we û ji bo ku we em bi tenê nehêştin, careke din spasiya her yek ji we dikim. Bijî ciwantiya rêxistinbûyî, bijî aştî, bijî civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê.”

‘Afirandina qadên azad û demokratîk dê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk bibe’

Paşê endamê Komaleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in (GÎB-DER) Adar Adar axivî. Adar Adar detnîşan kir ku ev 10 salên dawî ne ku tê xwestin ciwanên Kurd ji hişmendiya hevparî neteweyîbûna civakî bên îzolekirin û wiha bilêv kir: “Helbet dema ku ev tên kirin, li gel hesta tenêtiyê ya ku li ser ciwanên Kurd kûr dibe; hişmendiyeke ku di bin çengê lîberalîzmê de ku tecrîd, ferperestî û wekî ku tê famkirin îdeolojiya modernîteya kapîtalîst ava dike tê xerakirin û xwe didin jiyandin. Kombûna me ya li vir jî tam ji bo hilweşandina van nêzîkatiyan û avakirina civaka demokratîk li ser bingeha hişmendiya komunal e. Çand û baweriya me ev e ku, di cewherê civaka Kurd de ev hişmendiya exlaqî hebû. Lêbelê ji me hatibû dizîn. Niha tevî bi hezaran hevalên ciwan ên ku li vir civiyane; em wê hêzê di xwe de dibînin ku van nêzîkatiyên dizî, û qirêjkirî di qadên komunal ên rêxistinbûyî de paqij bikin û li dora vîna hevpar derbas bikin. Bi enerjî, moral û motîvasyona ku em ê ji vir bigirin, civaka demokratîk ava bikin. Li ser vê bingehê, em hêvî dikin ku heval dê vî fîstîvala ciwanan a 3 rojan bi tije lîstin û kêfxweşiyê watedar bikin. Wekî ciwan; em dizanin ku afirandina qadên azad û demokratîk dê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk bê û em diyar dikin ku ev yek ji bo me xwedî felsefe û perspektîfekê ye.”

Piştî axaftinan dengbêj Hediyê û Berkenzer li ser dikê dengbêjî gotin. Piştre jî Sîmyager, Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier derketin stran gotin. Konser bi gerandina govendê dawî bû.

1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê dê sibê di roja duyemîn de berdewam bike.

Etîket: 1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên PeyasêciwanDest pê kir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

29 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

28 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

27 HEZÎRAN 2026
Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

27 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026
Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê bi dawî bû

Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê bi dawî bû

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne