• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Înîsiyatîfa Yekîtîyê li Îzmîrê bi gel re civiya: Sîwana Kurdistanî çareserî ye

Îzmîr / AW

18 NÎSAN 2026 - 16:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Îzmîrê civîna gel û danasînê pêk anî. Di civînê de hat destnîşankirin ku xebatên yekîtiya neteweyî dê bibe bingeha aştî û jiyaneke azad.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, li eywanek dawetê ya li Îzmîrê bi beşdariya gelek kesan civîna gel û danasînê li dar xist. Li salonê pankarta bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî ya “Em bi hev re yekîtiya xwe bi rêxistin bikin” hat daliqandin. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê Burcugul Çubuk û Îbrahim Akin û nûnerên gelek partî û saziyan tevli civînê bûn. Civîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

‘Divê ya esas nêrîna gel be’

Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û diyar kir ku Kurd dema li perçebûna xwe dinêrin, her çend xebat hatibin kirin jî, negihîştine yekîtiya xwe ya neteweyî û got: “Me ev wekî derdekî dît û 2 sal in em li ser dixebitin. Di nav vê însiyatîfê de 301 delege hene; ji sedî 60 ji gel û ji sedî 40 jî ji partî û saziyan pêk tê. Em naxwazin ev xebat di bin bandora partiyekê de be, divê ya esas nêrîna gel be”

‘Em naxwazin kes li ser navê me bipeyive’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku 60 mîlyon Kurd hene lê hîna jî li qadên navneteweyî hinek kesên din li ser navê Kurdan dipeyivin û wiha got: “Em vê qebûl nakin. Em dixwazin bibin xwedî saziyeke mayînde. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, li her çar perçeyên Kurdistanê atmosfereke erênî çêbû. Her gava li perçeyekî tê avêtin, bandorê li perçeyên din jî dike. Armanca me amadekirina zemîna Kongreya Neteweyî ye.”

‘Em dixwazin her kes di bin sîwana Kurdîstanê de were cem hev’

Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî axivî. Mehmet Kamaç anî ziman ku piştî Peymana Lozanê, Kurd ji hêla hêzên hegemonîk ve hatine parçekirin û got: “Lozanê Kurd ji navenda polîtîkayê derxistin. Dixwestin nasnameya Kurd tune bikin. Em wekî însiyatîf, li dijî vê siyaseta dîrokî ya dijminan, dixwazin hemû reng, bawerî û îdeolojiyan di bin sîwana nasnameya Kurdistanî de bînin cem hev. Çareserî sîwana Kurdistanî ye. Divê em li gorî ruhê demê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.”

Civîn piştî axaftinan, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet KamaçÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne