• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye

Wan / AW

29 ADAR 2026 - 13:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Parçebûn têkçûn e, yekîtî serkeftin e” li Wanê civînek li dar xist. Hevberdevkên Înîsiyatîfê diyar kirin ku hêzên hegemonîk Rojahilata Navîn ji nû ve dîzayn dikin û gotin: “Ji bo berjewendî, azadî û mafên gelê Kurd yekîtiya neteweyî ferz e.”

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Parçebûn têkçûn e, yekîtî serkeftin e” li Wanê bi beşdariya nûner û rêveberên gelek saziyên sivîl û demokratîk ên civakî, civînek li dar xist. Civîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk hat. Civînê bi deqeyekê rêz girtinê dest pê kir. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê, Rûsipiyên Wanê û gelek welatî tev li civînê bûn. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgit û Memet Kamaç axivîn.

‘Heta demokrasî pêşnekeve aştî pêk nayê’

Destpêkê Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgit axivî. Sayyîgitî xêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Li hevpeymana Kasr-î Şîrînê heta roja îro hêzên hegemonîk û netewedewletan gelek êriş li ser gelê Kurd anîne û hewl dane gelê Kurd parçe bikin. Heta niha 29 caran gelê Kurd li dijî van êrişan serî hildaye. Mixabin serokên van 28 serhildanan hatine darvekirin. Lê serhildana 29an bi têkoşîna 52 salan gelek destkeftî bi dest xistine. Em li pey banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ya Aştî Civaka Demokratîk in. Heta Demokrasî pêş nekeve Aştî jî pêk nayê. Heta îro ji bo yekitiya gelê Kurd û Kurdistanê gelek xebat pêk hatin. Lê me yekitiyeke xurt ava nekiriye ku hê jî êriş li ser me hene. Di êrişên li Ser Rojava de gelê Kurd li her derê bi ruhêyekitiyê derket qadan û me dît ku vê yekitiyê êriş vala derxistin. Divê em vê yekitiyê mayînde bikin. Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye. Bi vî awayî em dikarin li dijî êrişan bi ser bikevin. Ji bo vê jî divê em bi hemû fikir û nêrînên xwe yên cuda jî em di nav vê însiyatîfê de cih bigirin. Em vêya pêk bînin em ê qezenc bikin.”

‘Êdî mafê kesî tuneye li gor hesabên piçûk devbigere’

Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Kamaç bi gotinek pêşiyên Kurdan ku dibêje, “Çiya digihên hev lê Kurd nagihên hev” bi bîr xist û wiha got: “Lê me di vê pêvajoyê de dît ku êdî hikmê vê gotinê nemaye. Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li ser pêdiviya yekitiya gelê Kurd hat avakirin û saziyeke ku ji hemû Kurdan re vekiriye. Kamaç di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku ki Rojhailata Navîn de şerê cihanê yê 3yemîn tê meşandin û got: “Pergala Kapîtalîst bi qeyran û qaosan şeran derdixe û dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike. Di sedsala 20mîn de ji ber ku yekitî û rêxistinbûna Kurdan tunebû, Kurdan gelk bedelên giran dan û êşên mezin kêşand. Em niha di rojên dîrokî de ne, ji bo ku winda nekin divê em yekitiya neteweyî xurt bikin. Em dibêjin êdî mafê me tu kesî tune ye ku em li gor berjewendiyên partiyên xwe, li gor hesabên piçûk tevbigerin. Divê em hemû li gor berjewendiyên neteweyî tevbigerin. Me di êrişên li ser Rojava de dît, dema ku gelê Kurd bû yek, helwesteke yekgirtî nîşand me dît ka em çawa bi ser dikevin. Çavê hemû gelê Kurd yê li her derê li Bakurê Kurdistanê ye.”

‘Em yekîtiya xwe xurt bikin û bi serkevin’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û ev yek anî ziman: “Gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelek gav avêtin. Gelê Kurd aştî û azadiyê dixwaze. Birêz Ocalan dibê gere qanûn demokratîk bên avakirin. Niha çavê gelê Kurd li dewletê ye. Dewletê heta niha Rojava dixist hincet, niha jî Rojhilat dixe hincet. Em vê rewşê qebûl nakin. Bawer bikin ku em yekitiya neteweyî xurt bikin em ê bi serkevin.”

Civîn piştî axaftinan hevberdevkan bi beşa pirs û bersivan, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet KamaçÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne