• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Waliya Helebceyê rexne: Qurbanî û bajêr xizmeta pêwist nabînin

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 15:03
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Waliya Helebceyê Nuxşe Nasîh rexne li hikûmeta demborî ya Herêmê Kurdistanê kir û anî ziman ku Hikûmetê nekariye li gorî pêwîstiyan xizmeta bajêr, malbatên şehîd û birîndarên kîmyabaranê bike.

Li Helebceyê bi boneya 38emîn salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanî hate dayîn. Waliya Helemceyê Nuxşe Nasîh, rayedarên bajar, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Koma bi armanca bîranînê belavbûyî deste gul danî ber peykerê Helemceyê. Li vir Waliya Helebceyê Nuxşe Nasîh axaftinek kir û balkişand ser pirsgirêkên qurbaniyan û bajêr.

‘Em dê ji bo pêkanîna daxwazên wan têbikoşin’

Nuxşe Nasîh diyar kir ku Helebce sembola Kurdistanê ye û wiha axivî: “Helebceyê Kurdistan bi hemû cîhanê daye naskirin. Lê xizmetên ku ji aliyê hikûmetê ve têne pêşkêş kirin ne li gorî daxwazên malbatên şehîdan e. Ez soz didim malbatên şehîdan û xelkê Helebceyê ku emê ji bo pêkanîna daxwazên wan têkoşînek bi hêz bidin.”

‘Bila civîna Parlementoyê li Helebceyê pêk bê’

Li ser mijarê Nuxşe Nasîh diyar kir ku peyamek ji çend xalan ji bo Hikûmeta Herêmê, Hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê amadekirine. Nuxşe Nasîh balkişand li ser rewşa qurbaniyên kîmyabaranê û wiha domand: “Bila yekem civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Hikûmetê li parêzgeha Helebceyê were lidarxistin, da ku ji nêz ve pirsgirêkên xelkê bajêr û malbatên şehîdan agahdar bibin.”

‘Qurbanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in’

Nuşxe Nasîh got ku di salên borî de jî gelek daxwaz pêşkêş kirin lê Hikûmetê alîkariya pêwist nedaye bajêr û wiha pêde çû: “Tevî biryar hatiye dayîn ku birîndarên çekên kîmyayî bişînin derveyî welêt jî ev yek pêk nehat. Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dibêjin ku qurbaniyên çekên kîmyayî ne tenê nayên emeliyatkirin, ji wergirtina dermanan û serdana bijîşk jî bêpar in. Pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî ya berdewam û nêzîk heye.”

‘Doza zarokên winda wekî xwe dimîne’

Her wiha Nuxşe Nasîh destnîşan kir ku doza zarokên windabûyî hîna wek xwe maye ku dozek pir girîng e. Nuxşe Nasîh ji ber vê yekê divê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî li ser vê dozê bixebite û wiha got: “Gelek giliyên me li ser Wezareta Şehîdan û Tenduristiyê hene. Wan li gorî pêwîst alîkariya malbatên şehîdan û qurbaniyên çekên kîmyawî nekirine. Em daxwaz dikin ku bêtir bala xwe bidin bajêr, malbatên şehîdan û xelkê wê.”

Etîket: HelebceHikûmeta HerêmêHikûmeta IraqêKurdistanNuxşe Nasîh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026
Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

14 HEZÎRAN 2026
Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îran: DYA êriş bike em dê bersivek tund bidin

11 HEZÎRAN 2026
Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne