• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê panela zimanê Kurdî: Ji bo Kurdî statu û piştgiriya dezgehî lazim e

Wan / AW

27 SIBAT 2026 - 15:48
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
DADSAZ, komisyonên ziman ên Baroya Wanê û OHDê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de panelek li dar xist û statuya zimanê Kurdî nîqaş kirin. Di panelê de wiha hate gotin: “Ji bo zimanê Kurdî statu lawaz e, demografî xurt e, piştgiriya dezgehî lawaz e, derbasbûna navnifşî ber bi nemanê ve diçe û dema mirov wisa lêdinêre li Bakur û Tirkiyeyê Kurdî di xetereyê de ye.”

Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ), komîsyonên ziman ên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de panelek li dar xist. Di panela ku li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin de hiqûqnas Sabîr Ebdûllahîzad moderatoriya wê kir û parêzer Ekrem Koçbaşi û akademîsyenê Rojhilatî Dr. Îbad Îbrahîm jî weke axêver cih girtin. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek zimanhez tev li panelê bûn.

Sabîr Ebdûllahîzad axaftina destpêkê kir û dîroka ragihandina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê vegot. Sabîr Ebdûllahîzad giringiya zimanê dayikê anî ziman û axêver da nasîn.

‘Statu, demografî û piştgiriya dezgehî faktorên zindîbûna zimanekî ye’

Dû re parêzer Ekrem Koçbaşi roja zimanê dayikê pîroz kir û got ku ji sedî 94 zimanên heyî ji hêla ji sedî 4ê mirovahiyê ve tê axaftin. Ekrem Koçbaşi destnîşan kir ku li gorî texmînan ji sedî 90ê van zimanên heyî dê heta sala 2100an winda bibe û got: “Li gorî teoriyê zindîtiya zimanekî bi faktorên statu, demografî û piştgiriya dezgehî tê pênasekirin. Perwedehî, çapemenî, saziyên sivîl û hwd. Di zindîbûna ziman de xalên gelek girîng in. Statu lawaz e, demografî xurt e, piştgiriya dezgehî lawaz e, derbasbûna navnifşî ber bi nemanê ve diçe. Dema mirov wisa lêdinêre li Bakur û Tirkiyeyê Kurdî di xetereyê de ye. Di warê parastina mafên zimanî de berpirsiyariya dewletê ew e ku rêz ji zimanên cuda re bigire, pêşbixe û biparêze. Tirkiye di asta rêzgirtinê de heye, lê di warê pêşxistin û parastinê de nîne û dixwaze vê pêvajoyê dirêj bike ku Kurdî ji holê rabe.”

‘Li Îraqê Kurdî fermî ye lê malperên fermî Kurdî bi kar nayînin’

Herî dawî Dr. Îbad Îbrahîm ku bi rêya telekonferansê tev li panelê bû, mijara rewşa zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê vegot. Îbad Îbrahîm diyar kir ku li Başûr li kêleka zimanê Erebî zimanê Kurdî jî fermî ye û got: “Tevî qanûnan ji aliyê dezgeh û fermîbûnê de zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin, lê li ser malperên fermî yên Îraqê Kurdî nayê bikaranîn. Niha li Başûrê Kurdistanê Soranî û Kurmanciya Badinî heye û ev yek pirsgirêk e ku gelek caran gel ji hev fêm nake. Ev yek bûye sedem ku li Hewler û derdorê wê zimanê Erebî di dadgehan de bê bikaranîn. Ji aliyê dadgehî ve du pergal li Başûr hene, yek ya derdorê Silêmaniyê, yek jî li derdora Hewlêrê dimeşe. Piştevaniya qanûnî ji bo Kurdî heye, lê hemû nivis û pirtûk bi hişmendiya Erebî, Tirkî û Farisî hatiye amadekirin. Lazim e Kurdî bibe zimanê desthilatdariyê ku Kurdî pêş bikeve.”

Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne