Li Stenbolê ji bo yek ji kadroyên pêşen ên PKKê Alî Haydar Kaytan, Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Jinên Ciwan ên DEM Partiyê, Tevgera Jinen Azad (TJA) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) bi boneya 30emîn salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci) li Stenbolê bernameya bîranînê li dar xistin. Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Di eywana bîranînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zîlan (Zeyneb Kinaci) Sema Yuce û Alî Haydar Kaytan (Fûat) hatin vekirin.
Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bernameyê de Sema Yuce û pêşengên PKKê Alî Haydar Kaytan (Fûat) hatin bîranîn. Di şexsê Zîlan (Zeyneb Kinaci) Sema Yuce û Alî Haydar Kaytan (Fûat) ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan sînevîzyonê ku qala Zîlan (Zeyneb Kinaci) Sema Yuce û Alî Haydar Kaytan dike hate temaşekirin.
Bername bi şanoyê bi dawî bû.














