• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

Amed / AW

11 NÎSAN 2026 - 11:14
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş ji bo Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê wiha bang kir: “Kerem bikin di van 10 rojan de şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin.Werin em motoya ‘Ji bo Aştiyê Diyalogê’ di nava civakê de xurt bikin.”

 

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, îsal 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” pêk tîne. Festîvala ku dê di 22yê Nîsanê de dest pê bike û heta 2yê Gulanê dewam bike, dê komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê bîne cem hev. Di festîvalê de bi giştî 22 lîstik dê bên nîşandan. Beşeke zêde ya lîstikan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin û hin performans jî dê li qadên vekirî derkevin pêşberî temaşevanan. Di çarçoveya festîvalê de ligel lîstikan; hevpeyvîn, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî dê bên organîzekirin.

Komên şanoyê yên ku dê ji gelek welatên weke Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ûkrayna û Ûgandayê werin dê heman sehneyê parve bikin û tevkariyê li danûstandina çandî bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî, di navbera erdnîgariyên cihêreng de diyalogê ava bike.

Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, têkildarî festîvalê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Li hemberî şer, diyalogeke mirovî’

Zeynep Yaş, di axaftina xwe de diyar kir ku di vê serdemê de hewcedariya herî mezin a Rojhilata Navîn aştî ye û wiha got: “Îsal Şanoya Bajarê Amedê temaya xwe weke ‘li hemberî şer diyalogeke mirovî ku dikare ji bo jiyanê gelek çareseriyên baş pêk bîne’ destnîşan kiriye. Huner dikare vê qêrîn û êşê bi rengekî afirîner bigihîne dilê gel. Ji ber vê çendê jî, me têgeha ‘Ji bo Aştiyê Diyalog’ weke motoya vê festîvalê derxist pêş. Ev peyam ji bo me gelekî girîng e; ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku aştî pêwîstiya me hemûyan e, nemaze em hewceyî aştiyekê li Rojhilata Navîn in. Di nava vê gur û geşa şer de, ne tenê weke çirûskekê, lê weke çirayeke geş em dixwazin bi vê peyamê û bi riya hunerê festîvala xwe bimeşînin.

‘Şano nîşaneya civakeke pêşketî ye’

Zeynep Yaş, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya şanoyê ya civakî û destnîşan kir ku şano ne tenê huner e, di heman demê de zimanê gel e. Zeynep Yaş wiha pê de çû: “Şano pirek e di navbera jiyana rasteqîn û ew jiyana ku mirov dixwaze bi hunerê xwe tê de bibîne ye. Ev helwesta şanoyê hewldaneke rewşenbîrî û nîşaneya civakeke pêşketî ye. Em dixwazin vê peyama aştiyê ne weke çirûskekê, weke çirayeke geş bimeşînin.”

‘Werin em bi hev re hemû rengên jiyanê hîs bikin’

Zeynep Yaş bi taybetî li ciwanan banga tevlibûnê li hemû gel kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nifşên nû û ciwanan vedixwînin vê festîvalê da ku ew bi zimanê aştiyê pêşerojeke baştir ji xwe re ava bikin. Kerem bikin di van 10 rojan de şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin. Werin em motoya ‘Ji bo Aştiyê Diyalogê’ di nava civakê de xurt bikin.”

Etîket: 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya AmedêHuner û Karên CivakîJi bo Aştiyê DiyalogŞanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a AmedêSaredariya Bajare Mezin a AmedeSeroka Daîreya ÇandZeynep Yaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

3 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşîn’ dest bi serdemê dike

21 ÎLON 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne