Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstika “Moraşînê” dest bi serdema nû kir. Lîstika ku nêzî 50 lîstikvan û reqsvanan tê de cîh girt hate lîstin û ji aliyê temaşevanan ve eleqeyeke mezin dît.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstika “Moraşînê” dest bi serdema nû kir. Lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate nîşandan, gelek hezkiriyên şanoyê anî cem hev.
‘Moraşîn’ a ku ji aliyê Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedin Sadeghi) ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, bi sêwirana sehneyê, muzîk û vegotina xwe ya li ser bingeha rîtûelan bal kişand ser xwe. Temaşevanan ji bo performansên lîstikvan û reqasvanan di tevahiya nîşandanê de li çepikan dan.
Di lîstikê de 50 kesan cih girt
Lîstika ku nêzî 50 lîstikvan û reqsvanan tê de cîh girt, derket ser dikê û wekî adaptekirineke dramatîk hate amadekirin ku ji vegotina “Xelîlê Ciwan” ê ku di destanên Kurdî de cih digire, îlhamê digire.
Di lîstikê de, serpêhatiya Moraşîna ku ji ber şer û xizaniyê ji dergistiyê xwe Genco veqetiyaye û ji bo bigihîje hezkiriyê xwe dikeve rêwîtiyê, tê vegotin. Moraşîn bi 40 jinan re kincên mêran li xwe dike û dikeve rêwîtiyeke dirêj û dijwar.
Guherîna ku karakter di dema rêwîtiya xwe de dijî, bi rîtûelên kevnar û vegotinên sembolîk ve tê nîşandan. Lîstik; evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk tîne cem hev.
Piştî lîstikê Seroka Daîreya Çand Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş derket sehneyê, bi taybetî nivîskar û derhênerê lîstikê Qutbedîn Sadiqî hemû lîstikvan yek bi yek silav kir û ji ber ked û xebata wan spasiya wan kir. Zeynep Yaş her wiha spasiya hezkiriyên tiyatroyê yên ku hatibûn lîstikê temaşe bikin kir û eleqe û piştgiriya wan silav kir.
‘Em minetdarê wan kesan in ku mîrateya keda pîroz îro ji me re hiştine’
Zeynep Yaş li vir axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya jiyandina çand, huner û ziman. Zeynep Yaş diyar kir ku huner di gihandina mîrateya çandî ya ji rabirdûyê heta roja îro ji nifşên nû re xwedî roleke girîng e.
Piştî axaftina Zeynep Yaş, temaşevanan ji bo tîma şanoyê li çepikan dan.
Di meha cotmehê de dê lîstikên cuda bên lîstin
Lîstika Moraşîn dê îro jî saet di 20.00an de li ÇandAmedê derveke pêşberî şanohezan. Bernameya meha Cotmehê ya DBŞTê dê di 4ê Cotmehê de di saet 13.00an de bi lîstoka zarokan a bi navê “Keçelok” bidome.
Lîstoka “Xewna Şeveke Havînê” dê 9-10ê Cotmehê û di 16-17ê Cotmehê de di saet 20.00an de derkeve pêş temaşevanan. Lîstoka zarokan a bi navê “Hişê min Tev Li Hev Bû” jî di 11 û 25ê cotmehê de di saet 13.00an de bê lîstin.
Lîstoka “Keçelok” jî di 18ê Cotmehê de di saet 13.00an de careke din dê li ser sehneyê be.
“Romeo û Juliet” di dawiya mehê de li ser sehneyê ye
Di bernameya meha cotmehê ya DBŞTê de guhertoya berhema klasîk a Shakespeare “Romeo û Juliet” ku ji aliyê tiyatroyê ve li gorî sehneyê hatiye adaptekirin û bi navê “Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” ye jî cih digire.
Lîstik dê di 23-24 û 30-31ê Cotmehê de di saet 20.00an de ji bo hezkiriyên şanoyê bê nîşandan.
Bîlet dê bi rêya Biletinialê werin bidestxistin
Lîstikên DBŞTê yên di çarçoveya meha cotmehê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin. Hezkiriyên şanoyê dikarin bi riya Biletinialê bigihîjin bîletên lîstikan.






















