DBPê Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî ya dê du rojan bidome li Çand Amedê li dar dixe. Panelîst Yilmaz Atlig bal kişand ser girîngiya komînan û ev tişt gotin: “Qadên komûnal qadên pêşeng ên bingeha jiyana azad ava bikin, ji kolektîfên ku ruhê komûnal, ruhê etîk-polîtîk ê pêbawer pêk tên.”
Di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî li Çand Amedê tê lidarxistin. Komxebat îro dest pê kiriye dê sibê jî bidome. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê qeyim li şûna wî hatiye tayînkirin Abdullah Zeydan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de pankarta “Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî hate daliqandin. Di roja yekemîn de di destpêkê de Hevseroka DBPê ya Giştî Çigdem Kiliçgun Ûçar û Siyasetmedar Çetîn Arkaş axivîn. Dû re panel a “Aboriyeke Din Pêkan e: Aboriya Komunal a Demokratîk” destpêkir. Di panelê de li ser mijara “Wek Pêdiviyekê Aboriya Komunal” Metîn Yegîn, li ser mijara “Wek Projeya Hegemonyaya Dijberî; Moderniteya Kapîtalîst” Yilmaz Atlig, “Li ser mijara Dijberî Kapîtalîzma Baviksalarî û Endustrîyalîzmê Aborî û Komunal Eko ya Jinê” Zehra Buylakutluyurgayê, û li ser mijara “Li Diji Yekdestî û Navendperestiyê Aboriya Tevlîbûna Herêmî” Sezaî Temellî nirxandin kirin.
‘Hewcedariya me aboriya komunal heye’
Metîn Yegîn diyar kir ku tiştên li ser tên axaftin ne xeyal, utopya an jî dîstopya ne û got: “Berevajî vê, ez behsa rastiyekê dikim. Tevî ku %45ê genimê meqarneyê yê li vî welêtî ji vê herêmê dertê, li Amedê çend fabrîkeyên meqarneyê hene? Tine ne. Ha ev e! Tiştê ez behs dikim ev e. Ji ber wê yekê, ev ne utopya ye. Meseleya ku em jê re dibêjin aboriya komûnal, ne tiştekî wisa ye ku mirov bibêje ‘Gelo ev zilam jî xweş diaxive, çi xweş got’ lê di heman demê de bibêje ‘Lê ev ne rastî ye mamoste, baş e lê em ê kengê bikin?’ Berevajî vê! Ev tiştekî wisa ye ku îro hewcedariya me pê heye, tiştekî ku em îro neçar in pêk bînin. Tiştê ku em jê re dibêjin demokrasî, mafê biryargirtina her kesî ya li ser her tiştî ye. Madem tu dibêjî demokrasî, nexwe divê tu di parvekirina axê de demokrasî, di perwerdeyê de demokrasî, di tenduristiyê de demokrasî û di dewlemendiyê de demokrasî ji min re bînî ku ez ji bo wê û li gel wê têkoşînê bikim; hingê ez ê bi wî re bikevim pêşbaziyê.”
‘Ji kolektîfên ku ruhê komûnal pê bawer bûne pêk tên’
Yilmaz Atlig jî da zanîn ku li dijî vê serdestiya hegemonîk a kapîtalîzmê ku hem bi rêya amûrên zorê hem jî bi rêya amûrên bîrdozî û hilberandina erêkirinê hatiye avakirin; “Moderniteya Demokratîk” a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve di xebata “Manifestoya Şaristanîbûna Demokratîk” de pêş xistiye hatiye teorîzekirin, wekî alternatîfeke pergalê tê pêşkêşkirin û got: “Ev alternatîfa siyasî; li dijî dewlet-neteweya ku wekî avaniyeke li dijî civakê, homojenker û wekî qefeseke ji hesin a ku civakê hêsîr digire tê pênasekirin, nêzîkatiya ‘neteweya demokratîk’ û komûnalîzmê pêş dixe. Her wiha azadiya jinê paş naxe, piştî şoreşê û wê dixe tam navend û bingeha azadiya civakî û parastina avaniyeke bêçîn û ekolojîk. Qadên komûnal ên pêşeng in dê bingeha jiyana azad ava bikin, ji kolektîfên ku ruhê komûnal û ruhê etîk-polîtîk ê pêbawer bûne pêk tên. Ev qad, dibe qet hewceyî sînorên têgahî nebe û her cûre avaniyên aborî yên ku meyla wan li ser azadiyê digirin bin baskê xwe. Di aboriya demokratîk de, di qadên wekî tenduristî, perwerde, veguhastin, xanîberî, xwarin û ragihandinê de ne mişterî; li ser bingeha hemwelatiyê xwedî maf in.”
‘Ya ku jiyanê ji nû ve hiberîne û ava dike’
Dû re Zehra Buylakutluyurga axivî, diyar kir ku ku di civakê de girêdana sînorî ya pêşîn, têkiliya di navbera dayik û zarokî de ye wiha got: “Girêdanên ku paşê çêdibin; ango têkiliyên bav û xizmên din, bêtir li ser hiqûqê û li ser peymanekê ava dibin. Mêr jî ji bo ku vê hiqûqê ava bike, di bingeh de qaîdeyên xwe danîn û ji aliyekî ve jî jin veguherand tiştekî wisa ku wê zayendbûn û zayîna wê ji bo xwe, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û sîstema xwe pê xwedî dike û pêş dixe. Ango di vê xalê de em dikarin bibêjin ku hiqûqa mêrperest, bi qaîdeyên ku paşê hatine avakirin, hêza xwezayî ya jinê ya ku civakê diafirîne, gasp kiriye. Ji ber vê yekê em ji bo jinê her tim dibêjin ‘ya ku jiyanê ji nû ve hiberîne û ava dike’. Em behsa ji nû ve rêsandina girêdanên zayendî, ekolojîk û komûnal dikarin bikin. Ji ber vê yekê dema ku em vê têkiliya navbera xweza û jinê dibînin, di bingeh de gava ku em vê girêdana zayendî dibînin, em sedema ku çima jiyan divê ji nû ve were hilberandin jî fêm dikin. Ji ber ku tiştê ku kapîtalîzm û endûstriyalîzm dibe sedema wê, tenê ev qirkirin û wehşeta li ser xwezayê nîn e. Di bingeh de têkiliya mirov a bi mirov re û ya herî giring jî têkiliya mirov a bi xwezayê re wêran kir. Û divê em li vê yekê vegerin.”
‘Divê em demokrasiya lîberal û burjuvayê derbas bikin’
Sezaî Temellî destnîşan kir ku divê mirov formata formên dewletê, meseleya demokrasiyê, rêwîtiya kapîtalîzmê, têkiliya sîmbiyotîk a di navbera van hemûyan de û tevgerîna wan a bi hev re, di heman demê de bigire dest û wiha axivî: “Wê demê, heger em ê ji piralîbûna modernîteya kapîtalîst qutbûnekê, weke qutbûneke rasteqîn bijîn, divê em xwe ji dubarekirina formên dewletê jî cihê bikin û di meseleya demokrasiyê de jî sînorên demokrasiya lîberal û demokrasiya burjuvayê êdî derbas bikin. Ji ber vê yekê, divê mirov vê wekî her tiştî bi tevahî bifikire. Jixwe di wateya ramanî de jî li dijî modernîteya kapîtalîst û li dijî modernîteya sosyalîst, ji Dibistana Frankfurtê bigire heta gelek cihên din ezmûnên din çêbûn; lê mîna bihara Erebî, mîna bihara hanê geş bû û vemirî, geş bû û vemirî.
Sezaî Temellî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser paradiqmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derbarê bandora vê paradîgmayê de ev tişt gotin: “Ji ber ku xwedî aqilekî siyasî ye. Li şûna ku tenê li ser aboriyekê were kêmkirin an jî ji bo derbaskirina modernîteya kapîtalîst an rûbirûbûna pê re meseleyan hilberîne, bêtir hem li dijî dewletê hem jî li dijî pergala navdewletî tiştekî din dibêje. Wê demê heger em dibêjin ‘aboriyeke din gengaz e’, li ser mijara ku ew aboriyeke din dê çawa gengaz bibe, divê em van qadên berxwedanê, van qadên têkoşînê û van qadên rêxistinbûnê biafirînin. Di vê hebûnê de helbet di warê aboriyê de kooperatîf dê girîngiyeke pir mezin bigirin. Aboriyên têra-xwe-kirinê dikarin çêbibin, mînakên vê hene. Li wir jî dê nirxa zêde were hilberandin. Çawa ku we niha li telefona xwe ya destan nêrî û we piştgirî da hilberîna nirxa zêde; hûn makarnayê jî hilberînin dê nirxa zêde derkeve holê, hûn çi hilberînin hilberînin nirxa zêde ye. Pirsgirêk ev e. Heger em vê nirxa zêde bi ramanekî di hundirê formasyona kapîtalîst de bigirin dest, wey li halê me! Bersiva pirsa me ‘em ê vê nirxa zêde çi bikin?’ di afirandina qadeke nû ya giştî re derbas dibe, di afirandina siyaseta wê re derbas dibe.”
Komxebat bi beşa pirs û bersivan didome.
























