• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

Gulîzar Turkoz - Mansur Kuyumcu / AW

7 TÎRMEH 2026 - 08:31
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Amed – Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok ê ku beşdarî Komxebeta Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê bû bal kişand ser krîza kûr û rêjeya bilind a bêkariyê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Sînan Ok destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser nebe û aboriya mêtingeriyê neguhere, krîza aborî û koçberiya ciwanan bi dawî nabe.

Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborîyê ya ku bi pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) li Çand Amedê du rojan berdewam kir, bi ragihandina encannameyekê bi dawî bû. Di komxebatê de bal hat kişandin ser pêkanîna modeleke aboriya demokratîk û bi vî awayî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xwerêxistina di warê aboriyê de. Li Bakurê Kurdistanê bêkarî serdest e. Li gorî daneyên Saziya îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, (TUÎK) dema ku “hêza kar a potansiyel” li rêjeyê tê zêdekirin, rêjeya bêkariya giştî li seranserê Tirkiyeyê ji sedî 20 e lê ev rêje li Bakurê Kurdistanê derdikeve nêzî ji sedî 30an. Ev dane nîşan didin ku li bakurê Kurdistanê îstihdam kêm e û bêkarî serdest e.

Tirkiye di bêkariya ciwanan de li cîhanê welatê çaremîn e

Li Tirkiyeyê li gorî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) daneyên sala 2023yan, rêjeya bêkariya ciwanan a di temenê 15-24 salî de di asta ji sedî 17,4an de ye. Ev rêje, hem li gorî Yekitiya Ewropayê (YE) ya ku ji sedî 14,5 e hem jî li gorî Rêxistina Hevkarî û Geşepêdana Aborî ya Navneteweyî (OECD) ya ku ji sedî 10,5 e gelekî bilind e. Tirkiye bi vê rêjeyê, di nav 15 welatên ku hatine lêkolînkirin de, dibe welatê çaremîn a ku bêkariya ciwanan tê de herî bilind e.

Ciwan berê xwe didin derve: Di 2025an de 403 hezar kes ji Tirkiyeyê koç kirin

Dîsa li gorî daneyên “Îstatîstîkên Koçberiya Navneteweyî ya sala 2025an” ku ji aliyê TUÎKê ve hatine eşkerekirin, meyla koçberiya ber bi derveyî welat ve berdewam dike. Li gorî van daneyan, di sala 2025an de 403 hezar û 216 kesan ji Tirkiyeyê koçî derveyî welat kirine. Hejmarên hatine ragihandin nîşan didin ku bi taybetî nifşên ciwan berê xwe dane derve. Di koçberiyê de herî zêde temenê 20-24 û 25-29 salî derketine pêş.

Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok ê ku beşdarî Komxebeta Aboriya Demoktatîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê bû ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Pisporê Îstîhdamê Sinan Ok di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê. Sînan Ok destnîşan kir ku bi salane li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê krîza aboriyê heye û got: “Ev komxebata li ser aboriyê gelek girîng e. Aborî wekî mijareke girîng di nav partiyê û xebatên civakî de kêm caran hatiye nîqaşkirin. Di vê komxebatê de ev mijar bi awayekî piralî hate nîqaşkirin. Em dikarin bibêjin ku ev gava yekemîn baş bû; ji pir aliyan ve hate nîqaşkirin û pêşniyarên şênber derketin holê. Wekî hûn jî dizanin, li Kurdistanê krîzeke taybet heye û ev sed sal in didome. Li Tirkiyeyê jî krîzeke gelek kûr didome. Ku em li 20-25 salên borî binêrin, bi taybetî li pey krîza cîhanî ya 2009an û heta vê gavê, em dikarin bibêjin ku krîza Tirkiyeyê kûrtir bûye. Îro li Kurdistanê, ji ber ku dewletê şerê kurdan kir, kriza aborî kurtir bû. Îro bêkarî, xizanî û kêmasiya kar û kargehan li Kurdistanê pir zêde ye.”

‘Ji ber nasnekirina Kurdan, aborî têk çû’

Sînan Ok anî ziman ku gelê Kurd û Tirk di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û Tirkiye ji bo vê pêvajoyê divê siyaseta xwe biguherîne û wiha pêde çû: “Em di pêvajoya aştiyê de derbas dibin û ev pêvajoyeke gelek girîng e. Ji bo aştiya civakî, di aliyê aboriyê de jî divê hin mijar bên nîqaşkirin û nêzîkbûna dewletê û siyaseta Tirkiyeyê pêwîst e bê guhertin. Ji bo vê guhertinê, divê di qada aboriyê de gav bên avêtin. Pergala bacgiriyê û rêxistinkirinê divê ji bo karkeran û keda wan bê guhertin. Pirsgirêka Kurd, ji aliyekî ve pirsgirêka aboriyê ye jî. Belê, nasname gelek girîng e, ev 50 sal in ji ber ku nasnameya Kurdan nayê naskirin, ev yekser tesir li ser aboriyê kir. Îro aboriya Kurdistanê hatiye têkbirin û mêtîngehkirin. Heta ku ev nêrîn neyê guhertin, aştiyeke rastîn çênabe.”

‘Pergala ku hatiye avakirin, derfetan nade ciwanan’

Sînan Ok di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo ciwanên Kurd dê ji hêla aboriyê ve derfetan bi xwe re bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ciwanan, pêwîst e hêviya pêşerojê û jiyaneke teze bê avakirin. Divê pergal karekî ji wan re mîsoger bike û jiyaneke civakî bide pêşiya wan. Îro ciwanekî Kurd li bajarên herî mezin, li Amedê, Wanê an jî Mêrdînê, nikare ji xwe re karekî baş bibîne û jiyana xwe li ser bidomîne. Ev ne tenê di aliyê aboriyê de ye, di aliyê çandî û civakî de jî pergala ku hatiye avakirin tu derfetê nade ciwanan.”

‘Pêwîst e em rêya vegera ciwanan ava bikin’

Sînan Ok da zanîn ku di navbera van 10-15 salên dawî de sed hezar ciwanên Kurd çûn metropolên Tirkiyeyê û heta li metropolên Tirkiyeyê jî nesekinîne, berê xwe dane welatên rojava û got: “Sedema vê yekê polîtîkayên şerê qirêj e ku li ser ciwanan tê meşandin û hê jî nesekiniye. Di aliyê kar de jî derfet nayên ava kirin. Piraniya wan dixwînin, diçin dibistanan û diqedînin, lê karek nakeve destê wan. Li Kurdistanê rêjeya bêkariyê li gorî ya Tirkiyeyê ji sedî sed zêdetir e. Di nav ciwanan de û bi taybetî di nav ciwanên jin de ev rêje pir zêde ye. Gava karekî nebînin û ev rewş demek dirêj dikişîne, berê xwe didin rêya koçberiyê û xurbetê. Lê ev rê xilasiyekê nade wan; piraniya wan di van rêyan de telef dibin, perîşan dibin û dibin penaber. Ji ber vê çendê, pêwîst e em rêya vegera ciwanan ava bikin. Li welatê wan jî bi rêya aştiyê, di vê pêvajoyê de divê derfetên aborî û kar bên sazkirin. Heta ku ev rêya penabertiyê neyê qedandin, ciwanên Kurdistanê wê di aliyê aborî û civakî de têk biçin.”

‘Were welatê xwe, li keda xwe xwedî derkeve’

Di dawiya axaftina xwe de Sînan Ok ji bo avakirina aboriyê û derfetên xebatê ya ji bo ciwanan bang li dewlemendên Kurdistanê û berpirsyaran kir û wiha got: “Divê li ser ciwanan xebatek bê meşandin û polîtîkayeke nû bê destpêkirin. Berî her tiştî, ji bo vegera welêt pêwîstiya sereke aştî ye. Divê ev şerê taybet û qirêj ji sedî sed bisekine. Ciwanên vê civakê divê hêvî û pêvajoya xwe şênber bikin. Heta ku ev şer neyê sekinandin, ciwan venagerin. Pêwîst e gava yekem wekî kampanyayeke girseyî were destpêkirin; gazî bê kirin ku ev şer bê sekinandin û bang li ciwanan bê kirin: “Were welatê xwe, li keda xwe, zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkeve, ev der welatê te ye.”

Etîket: BêkarîkoçkirinKomxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborîkrîza aborîPisporê Îstîhdamê Sînan OkTUÎK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zêdebûna dolar û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Kurdî jî dike

Zêdebûna dolar û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Kurdî jî dike

17 COTMEH 2026
Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

15 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Li gorî TUÎKê enflasyona meha Îlonê ji sedî 1,84 zêde bûye

Li gorî TUÎKê enflasyona meha Îlonê ji sedî 1,84 zêde bûye

5 COTMEH 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne