Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê di di roja duyemîn de bi rûniştina duyemîn berdewam kir. Necatî Pîrînççîoglu di komxebatê de axivî û got: “Şaredarî dikarin di navbera xwe de avaniyeke konfederal ava bikin, xebatên daristanbûnê û qadên kesk zêde bikin, piştgiriya şîrketên civakî yên ku ji malbatên dezavantajî pêk tên bikin.”
Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê di roja duyemîn de li avahiya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam kir. Di rûniştina duyemîn a Komxebatê de mijara û sernavê “Aboriya Bajêr û Sektora Xizmetê” hate gotûbêjkirin. Ji koordînasyona komxebatê Samet Ucuman, Rêvebera navenda DEM Partiyê Îlknûr Bîrol, Fatîh Çîçek, Necatî Pîrînççîoglu û Gulistan Sonuk axivîn.
‘Divê ew mînakên serkeftî di derdora xwe de bibînin’
Fatîh Çîçek anî ziman ku tiştê divê tiştê balê bikişînin serê parastina destkeftiyên heyî ye û wiha got: “Digel vê yekê, bi pîvana ‘kî dest deyne ser xwarinê, ew dest datîne ser mirovahiyê jî’ girîngiya heyatî ya ewlehiya xwarinê hatiye destnîşankirin. Hat diyarkirin ku ji bo qanîkirina cotkar û gundiyên ku li qadên gundewarî hilberînê dikin, divê ew mînakên serkeftî di derdora xwe de bibînin; lê ji ber ku niha di hawirdorê de mînakên têrker nîn in, bi lezgînî pêdivî bi projeyên serkeftî heye. Hat îfadekirin ku ji bo xêzkirina nexşerêyeke bihêz, avêtina gavên berbiçav û şopandina hemû pêvajoyê ya di ser mînakên raborî û îro re; divê lijne, komîsyon an jî saziyek were avakirin da ku mirov karibin serî lê bidin, ramanên xwe pêşkêş bikin û bibînin ka kî çi dike.”
‘Divê her navçe, bajar û gund bi lezgînî pirtûkxaneya tovan ava bike’
Samet Ucuman jî diyar kir ku ji bo parastina tovên herêmî, zindîhiştina bîrê û kêmkirina girêdayîbûna derve ya bi şîrketên endustriyel re, hatiye diyarkirin ku divê her navçe, bajar û gund bi lezgînî pirtûkxaneya tovan ava bike û wiha axivî: “Hatiye destnîşankirin ku ev xebat divê tenê bi tovan sînordar nemîne û veguhere xebateke giştî ya envanterê; her wiha ev rexne li xwe hatiye kirin ku heta daneyên bingehîn ên wekî ka li Peyasê çend gund hene, çend kes bi sevaltiyê an cotkariyê re mijûl dibin jî bi zelalî nayên zanîn.”
‘Xebatên daristanbûnê û qadên kesk zêde bikin’
Endeyzar Necati Pîrînççîoglu jî destnîşan kir ku ji bo avakirina aboriya komunal, tê diyarkirin ku divê şaredarî roleke pozîtîf û aktîf bigirin ser xwe û perwerdeyên pîşeyî bidin, kooperatîfan ava bikin û wiha got: “Şaredarî, meclîsên taxan û bajar evê berpirsiyariyê parve bikin. Tê ziman ku şaredarî dikarin di navbera xwe de avaniyeke konfederal ava bikin, xebatên daristanbûnê û qadên kesk zêde bikin, piştgiriya şîrketên civakî yên ku ji malbatên dezavantajî pêk tên bikin û ji bo hilberên li qadên gundewarî torên bazarê û ji bo komên dezavantajî xaniyên civakî ava bikin. Tê teyidkirin ku kooperatîf şaneyên aboriyê ne û divê bêyî ku nêrîna siyasî li paş were hiştin, bi hevrêzî bi hev re bixebitin; saziyên lojîstîk, yekitiyên kooperatîfan û binesaziyên teknolojîk ên wekî firotina ser înternetê bi berçavgirtina aliyê hiqûqî werin avakirin.”
Sonuk encamê nirxand
Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku di çarçoveya atolyeyê de; sînor û fersendên rêveberiyên herêmî û tecrubeyên aboriya demokratîk hatine nirxandin û wiha got: “Her wiha hatiye destnîşankirin ku divê pêvajoyên şaredariyê bi perspektîfa jinê werin birêvebirin û herêmîbûn li pêş bibe. Bi tespîta ku di navbera şaredariyan de koordînasyoneke hevpar nayê avakirin, hatiye pêşniyarkirin ku koordînasyona hevpar a rêveberiyên herêmî were mîsogerkirin û li ser malperên wan ên fermî standardên ji bo zimanê Kurdî û astengdaran werin sererastkirin. Hatiye diyarkirin ku di serdemên qeyim û AKPê de, bi sepanên wekî peymanên kar ên komî û deynên bacê yên kombûyî, şaredarî ketine bin tengasiyên darayî yên giran. Hatiye îfadekirin ku divê manifestoya astengdaran a DEM Partiyê ji aliyê hemû rêxistinan ve, di nav de rêveberên parêzgeh û navçeyan û kesên hilbijartî, were xwedîderketin; astengdar di mekanizmayên biryardanê de cih bigirin, di her şaredariyê de mamosteyê zimanê îşaretan û endamekî meclîsa astengdaran hebe û her 3 mehan car bibe babetê nîqaşê ku karesata gihîştina bajêr çawa ye. Hatiye ragihandin ku divê di warên îhale û îmarê de kontrolkirina gihîştinê were kirin, ji bo cihan belgeya gihîştinê were dayîn, destûr nede avahiyên neguncaw û veguhastina giştî û rawestgeh ji bo gihîştinê guncaw bibin. Hatiye parvekirin ku divê di şaredariyan de civak were amadekirin daku mexdûrên şer dema vedigerin rûbirûyê cudakariyê nebin.”


















