• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Yekîtiya gelê Kurd dikare êrişan têk bibe’

Onder Akbûlût / AW

22 ÇILE 2026 - 09:54
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Wan – Rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên li Wanê têkildarî êrişên qirkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn û diyar kirin ku yekîtiya gelê Kurd dê van êrişan têk bibe.

Çeteyên HTŞê, DAIŞê û SMOyê bi piştgiriya Tirkiyeyê ji 6ê Çileyê heta niha êrişî gelê Rojava dikin. Li dijî van êrişan Kurd li serenserê Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê dadikevin kolanan û van êrişan şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan didin.

Rêvebêrê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Saît Karabiyik û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ya Navçeya Artemêtanê (DEM Partî) derbarê êrişên komên çeteyan û yekitiya gelê Kurd de axivîn.

‘Êriş bi planên hêzên hegemonîk pêk tên’

Saît Karabiyik bal kişand li ser civîna 6ê Çileyê ya di navbera HTŞê û û Îsraîlê de pêk hatibû û da zanîn ku êrişên li dijî gelê Kurd piştî vê civînê dest pê kirin. Saît Karabiyik diyar kir ku piştî lihevhatina Şam û Îsraîlê berjewendiyên hêzên hegemonîk pêk hatin û wiha got: “Piştî ku berjewendiyên hêzên hegemonîk hatine cih, van hêzan Kurd tenê hiştin. Hêzên çete hemû hiqûqa navneteweyî binpê kirin û êrişî Kurdan kirin. Ev êriş rasterast di encama planên hêzên hegemonîk de pêk hatin.”

‘Pirsgirêkên navxweyî daynin aliyekê’

Saît Karabiyik li ser giringiya yekitiya neteweyî ya Kurd jî sekinî û bal kişand xeteriya li ser gelê Kurd û wiha pê de çû: “Çi dibe bila bibe, ji bo me ya herî girîng yekitiya gelê Kurd e. Heke Kurd hemû bibin yek, tu hêz nikarin Kurdan têk bibin. Di vir de berpirsyariya herî zêde jî dikeve ser Başûr. Divê Hikumeta Başûr rola xwe pêk bîne. Di nav me de çi pirsgirêkên me hebin jî divê em wan bidin aliyekî, em hemû bibin yek û li dijî wan DAÎŞiyan bisekinin. Ew hêza Kurdan jî heye. Divê partiyên siyasî yên Başûr jî piştgiriyê bidin gelê Kurd yê ku ji bo Rojava li ser pêyan e. Deriyê Sêmalka vekin.”

‘Ev Lozana duyemîn e’

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Artemêtanê Recep Gultepe derbarê êrişên çeteyên HTŞê yên li ser Rojava diyar kir ku armanca van êrişan pêkanîna Lozana 2yemîn e û got: “Daxwaza wan ew e ku careke din li ser maseyê bi tifaqeke cîhadîst ya li gel Ereban, Kurdan lewaz bikin. Lê îradeyeke xurt a yekîtiya Kurdan ew şaş kirin. Ên ku Lozana duyemîn armanc dikirin li benda vê serhildana Kurdan nebûn. Bi serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya Kurdan derkete holê, divê em berê xwe bidine yekîtiya Kurdan.”

‘Rojava modeleke cuda ye’

Recep Gultepe bi bîr xist ku Rojava ji bo hemû cîhanê modeleke cuda ye û wiha pê de çû: “Bi modela Rojava jîyaneke civakî ya pir rengî, pir dengî û exlaqî hate avakirin û rêvebirin. Bi vê modelê xwastin ku ev şerê sedan salan e li Rojhilata Navîn di navbera gel û baweriyên cuda de tê meşandin, pêşî lê bê girtin. Lê daxwazên hêzên hegemon di nava vê modelê de cih ne digirt. Ji ber vê yekê şerê ku îro tê meşandin ji ber daxwazên dewletên hegemon e.”

‘Divê Kurd dev ji nakokiyên navxweyî berdin’

Recep Gultepe Di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê gelê Kurd ji vê saetê şûn ve nakokiyên navxweyî yên siyasî, birdozî ji nav xwe rake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa niha ji bo yekîtiya gelê Kurd derfeteke mezin e. Ji Başûr heta Bakur ji Rojava heta Rojhilat divê em yekîtiya gelê Kurd bi awayekî mirovî, wîjdanî û exlaqî ava bikin.”

Etîket: RojavaYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne