• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

Êlih / AW

15 HEZÎRAN 2026 - 20:59
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Bi pêşengiya TJAyê û Meclisa Jinan a DEM Patiyê ya Êlihê derbarê bûyerên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Êlihê qewimîne daxuyanî dan û gotin: “Bi organîzekirina operasyona ‘gendeliyê’ ya li ser vê saziya ku berê jî qeyda wê pir xerab bû, xwestin ser vî sûcê mirovahiyê bigirin.”

Bi pêgengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê derbarê bûyerên tundî, tacîz, tecawiz û tundiya fîzîkî û derûnî yên li Navenda Rêhabalîtasyona Taybet a Êlihê pêk hatibû li pêşiya Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Endama Komîsyoan Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî, Parlamentera DEM Partiyê ya Êlih Zeynep Odûncû û saziyên sivîl tevlî çaşaliyê bûn. Di çalakiyê de pankart û dowîzên “Efûya îstîsmara zarokan tune ye”, “Destên xwe ji ser bedena jinan rakin”, “Em ê dev ji deşîfkirina sûcên bernedin” û “Em li dijî her cureyên tacîz û tecawizê dimeşin” hatin rakirin. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Êlih bêdeng nemîne hesab bipirse”, “Ne ji şer re ji zarokan re budçe” û “Kuştinên jinan polîtîk in” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliye Berdevka TJAyê ya Êlihê Nurten Uzumcu ve hate xwendin.

​Nurten Uzumcu diyar ki ku zarok di nava xeleka xizaniyê de, di bin çerxa îhmalkirin û îstîsmarê de tê hiştin û got: “Jinên astengdar jî, hem ji ber ku jin in, hem jî ji ber ku astengdar in, rastî cudakarî û tundiyeke giran tên. Divê li dijî van hemûyan polîtîkayên bibandor bên nişandan û li dijî sûcên li ser jin, astengdar û zarokan têne kirin têkoşîn were meşandin. Lê tê xwestin ku li ser van sûcan bi bêcezakirinê bê girtin. Zarokeke keç a 14 salî, ji aliyê mêr an jî mêrên di nava malbatê de bi awayekî sîstematîk rastî îstîsmarê tê û ev rewş tenê piştî ku zarok ducanî dimîne tê fêmkirin. Ev bûyer mecbûr dike ku hemû civak, hemû aktorên polîtîk û bêyî îstîsna her kes bi hawara zarokan bi edalet tevbigerin. Wezaretên têkildar, mîna ku hemû berpirsiyariyên xwe bi cih anîbe, bi rihetî dikarin bibêjin ku kiryar hatiye girtin û zarok hatiye parastin. Lê em dizanin ku edalet tenê bi girtina kiryar nayê misogerkirin. Edalet dema ku sedemên bingehîn ên pirsgirêk û sûcan ji holê rabûn û dema ku veguhastineke hişmendî pêk hat, gengaz dibe.”

​‘Xwestin ser vî sûcê mirovahiyê bigirin’

​Nurten Uzumcu anî ziman ku her cûre sûc li dijî jinên astengdar hatine kirin û wiha domand: “Îhmalkarî û îstîsmarên giran hatine meşandin. Rayedarên ku gava ev rewş hat bihîstin ji bertekên civakî tirsiyan. Û nêzîkatiyeke wisa nîşan dan ku qey ev rûdaneke edlî ya ji rêzê ye. Bi organîzekirina operasyona ‘gendeliyê’ ya li ser vê saziya ku berê jî qeyda wê pir xerab bû, xwestin ser vî sûcê mirovahiyê bigirin. Biryara ‘veşartî’ danîne ser dosyayê. Di nav wan de xebatkarên kewn, nû û xwediyên navendê hene zêdetirî 100 kes hatine binçavkirin û 30 kes hatine girtin. Lê îdia di astekê de ne ku nayên veşartin. Tê îdiakirin ku jinên astengdar bi salan e bi awayekî sistematik rastî destavêtinê tên. Ji bo ku yên ducanî mane dernakevin holê kurtajên veşartî li wan hatine kirin. Tundiya fîzîkî ya sîstematîk hatiye bikaranîn û çar kesan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ev îdia nîşaneya serdestiya sîstematîk a li ser beden û jiyana jinên astengdar e. Û nîşaneya tundiya saziyî û bêkontroliya bi salan e.”

​‘Divê tu kes xwe ker û kor neke’

​Di dawiya axaftina xwe Nurten Uzumcu anî ziman divê her ferdên civakên xwedî li bûyerên wiha derkevin û ev tişt got: “Saziyên têkildar divê êdî ji nedîtî ve neyên. Îdia û dosyayên îstîsmarê divê bi awayekî zelal bên lêkolînkirin. Divê dev ji polîtîkayên bêcezakirinê were berdan. Bangawaziya me ji bo hemû gelê me ye. Gava mirov bibe şahidê her cûre sûc û kiryarekê ku li dijî zarok, jin û astengdaran tê kirin, divê tu kes bêdeng nemine. Divê tu kes xwe ker û kor neke. Lewre her kêliya ku meriv tê de bêdeng bimîne, dê tundiyê mezintir bike.”

​‘Gelo derbarê van bûyeran de çi hatine kirin?’

Piştî daxuyaniyê hate xwendin Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû mafê axaftinê girt û got: “Ev bûyera ku li Êlihê qewimiye ne bûyereke ji rêzê ye, ev bi temamî bûyereke wisa ye ku divê exlaq, wijdan û merhamet derbikeve pêş. Lê mixabin bêdengbûn têr neke, ji bo ku neyê bihîstin qedexeya weşanê danîne ser çapemeniyê. Lê em wekî jin, girtina ser van sûcan qebûl nakin. Îddîa hene ku li dijî mirovên hewcedarê lênihêrînê, bi awayekî sîstematîk sûc hatine kirin. Sûcên mîna mirin, tacîz û tundiyê tên ziman. Em dipirsin, gelo derbarê van bûyeran de çi hatine kirin?”

​‘Gotin li ber vê bêyerê kêm dimîne’

Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî jî bal kişand ser bûyerên ku di demên dawî de li Êlihê hatine jiyîn û got: “Em di demeke wisa de ne ku gotin li pêşberî wê bûyerê kêm dimînin. Kîjan peyv dikare vê rewşê şîrove bike yan jî bîne ziman? Em wekî komîsyona astengdaran li vir in. Tundiya li ser astengdaran, îhtîmaleke mezin e ku li her derên Tirkiyeyê berdewam dike. Li malên lênihêrînê, hevalên me yên astengdar bi lêdanê tên kuştin. Mîna vê bûyera li vir qewimiye, bedenên wan wekî xelekeke qels têne hedefgirtin. Ev şêwazê tundiyê, rûyê herî rûxandî û rizî yê tundiya li ser astengdaran e. Astengdar di her qonaxa jiyanê de, di perwerdeyê de, di tenduristiyê de, li kolanê û li dibistanê rastî êrişên devkî yan jî fîzîkî tên. Dibe ku em ji bo bûyereke pir xerab li vir bin. Ev pirsgirêkeke civakî ye.”

​‘Çima walî li hemberî vê bûyerê bêdeng e?’

Herî dawî Parlametera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Berdevka Komîsyana Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin axivî û got: “Li vî welatî zarok ji ber polîtîkayên bêcezakirinê yên dewletê, her roj rastî tundî ûdestavêtineke sîstematîk tên. Em dixwazin ji vir derbarê bûyerên dawî de peyamekê bidin. Qebûlkirina zextên li ser zarokan ji bo me ne gengaz e. Ne gengaz e ku em li hemberî destavêtina li ser zarokan bêdeng bimînin. Bila tu kes nefikire ku ev dosya dê bêceza bimîne. Em ê bibin şopdarên vê dozê û ji bo parastina wê çi ji destê me bê em ê bikin. Di saziyeke bin banê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de bûyereke wisa qewimî ku mûyên laşê mirov jê radibin. Îstîsmareke pir mezin qewimiye. Ev rûyê berçav ê xerabiya li dijî jinên astengdar e. Li hemberî vê bûyerê, ne ji waliyê bajêr û ne jî ji qeyûmê bajêr tu deng derneket. Çima li hemberî vê yekê bêdeng dimînin? 87 kes hatine hatin binçavkirin, 3 kes bi awayekî gumanbar hatine kuştin, bi awayekî sîstematîk destdirêjî li jinan hatiye kirin û meseleya kurtajê jî derketiye holê. Çima waliyê ku her roj daxuyaniyan dide û dibêje rêjeya sûcan kêm bûye. Lê li hemberî vê bûyerê bêdeng e? Çima derbarê vê rewşê de tu tiştekî nabêje? Li wir nêzî 100 jin rastî destdirêjiyê tên. Lê ew ji bo xesbkirina vîna gelê Êlihê bêdengiya xwe diparêze. Ew bixwe jî şirîkê vî sûcî ye. Em ê li hemberî van bûyeran tu carî bêdeng nemînin.”

Piştî daxuyaniyê heta pêşiya avahiya DEM Partiyê meş li dar xistin. Çalakî bi bezkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: bûyerdaxuyanîDEM PartîÊlihmesrehabîlîtasyona taybetTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne