• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

Enqere / AW

3 HEZÎRAN 2026 - 13:05
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî polîtîkayên darvekirinê yên Rejîma Îranê daxuyanî da û got: “Heta rejîma zordar hilneweşe dê metirsî bidome. Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye. Ew jî bi yekitiya neteweyî û piştevaniyeke Kurdistanî re girêdayî ye.”

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, têkildarî polîtîkayên darvekirin, kuştin û binpêkirina mafên mirovan yên rejîma Îranê li ser gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

‘5 kes darve kirin, metirsiya darvekirina 6 kesan jî didome’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rejîma Îranê gelek zext û zordariyê li ser gelê Kurd ê li Rojhilata Kurdistanê dimeşîne û ev tişt gotin:” Çi rejima şah û meleyan, çi rejimên beriya van her du rejiman dema ku mijar dibe Kurd, tevger û nêrînan wan jî wekî hevdu dibin. Bi taybetî, di van rojên agirbestê yên Îran û DYA-Îsraîlê de tê dîtin ku polîtîkayên tepisandin, desteserkirin û darvekirinê hatine bilezkirin. Di Rejîma îranê de li ber şerê DYA/Îsraîlê hêzên leşkerî her ku diçe hêztir dibe. Ew hêzên leşkerî ew rewş ji bo xwe firsendek ditiye û li dijî hêzên demokratîk bi kartinê. Tenê li Rojhilatê Kurdistanê di nava hefteyekê de 2 ciwanên Kurd bê pirs û lêpirsîn hatin qetilkirin, 5 kes hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 6 girtiyên sîyasî didomin.”

‘Xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

Di daxuyaniyê de Înisiyatîfê da zanîn ku desthilatên zilimkar xwedî bîrekî ne û wiha pê de çû: “Zêdebûn û bilezbûna van darvekirinên ku di 43yemîn salvegera înfazkirina 59 Kurdên Mehabadê de pêk tên wekî tesadûfekê nayê dîtin. Gel jî xwedî bîr e û cardin naxwazê ev kirin werin serî. Heta rejima zordar hilneweşe an xwe neguherîne dê li ser Rojhilatê Kurdistanê her tim metirsî jî bidome. Em dizanin ku tenê xurtkirina xeta 3yemîn dê deriyê azadiyê ji bo hemû gelên Kurdistanî vebike. Ew jî ancax bi yekîtiya neteweyî û piştevaniyeke Kurdistanî girêdayî ye.”

‘Rojiya birçîbûnê didome’

Înisiyatîfê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di zindanan Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de girtiyên sîyasî li ber xwe didin û ev tişt gotin: “Li dijî cezayên darvekirinê li 56 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rojiya birçîbûnê didome. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovî yên li Îranê di nava sala 2025an de ji 2 hezarî zêdetir kes, di nava 5 mehên dawîn de, 43 girtîyên sîyasî hatin darvekirin. Ji ber vê, kampanyaya ‘Ji darvekirinên Sêşeman re na’ 123 hefte ne tên meşandin. Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî bang li xwişk û birayên xwe û saziyên navneteweyî dikin ku pêşî li darvekirinan were girtin.”

Banga mezinkirina kampanyaya ‘#NaJiDarvekirinanRe’

Di dawiya daxuyaniyê de Înîsiyatîfê xwest Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamentoya Ewropayê sekna xwe li dijî cezayên darvekirinê zelal bikin û wiha derbirî: “Em bang li welatên ku Kurd lê dijîn dikin da ku polîtîkayên xwe yên li Îranê li ser bingeha dijminatiya Kurdan ava nekin. Ji ber vê, em bang li gelê xwe yê rûmetdar dikin ku li hemberî Rojhilatê Kurdistanê xemsar nebin. Werin em bi hev re îro li ser medyaya dîjîtal bibin dengê xwişk û birayên xwe û bi hev re çalakiya hastagê ya ‘#NaJiDarvekirinanRe’ mezintir bikin.

Etîket: daxuyanîÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkRejîma ÎranêXeta 3yemînzordest
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne