• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelkê Wanê: Hûn sed qeyûman jî bişînin em ê dîsa bi ser bikevin

Bazîd Evren / AW

12 SIBAT 2025 - 09:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Welatiyên Wanê bertek nîşanî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan dan û diyar kirin ku ew sed qeyûman jî tayînî ser şaredariyan bikin, ew ê di hilbijartinan de dîsa dengê xwe bidin DEM Partiyê.

Danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan duh li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Abdullah Zeydan birî. Xelkê Wanê piştî biryara dadgehê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bû û heya serê sibê nobet girtin û bi govend û dirûşmeyên “Zeydan û Şedal vîna me ne” û “Bijî berxwedana Wanê” bertekên xwe nîşan dan û xwedî li vîna xwe derketin.

Welatî ji Ajansa Welat re axivîn û nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê û hewla tayînkirina qeyûm dan.

‘Biryar siyasî ye’

Welatiyê bi navê Abdulbakî Dûran biryara dadgehê ya derbarê Abdullah Zeydan de weke dijhiqûqê pênase kir û got ku ev biryar desteserkirina vîna gel e. Abdulbakî Dûran destnîşan kir ku ji bo talan û diziyê bikin nêzî 8-9 şaredariyên DEM Partiyê desteser kirin û got: “Ev biryar biryareke siyasî ye, talîmatê didin dozger û dadgeran û şaredariyan desteser dikin. Armanc jî talan û dizî ye, ji xwe 12 katirîlyon deyn hiştibûn. Lê şaredariyê di nava 10 mehan de tevî vî deynî jî xebateke pir baş kir. Em gelek ji şaredariya xwe razî ne û ev razîbûna me zora wan diçe. Naxwazin şaredariyên DEM Partiyê bixebitin û gel ji wan razî nebin. Qeyûm 800 xebatkarên Wanî ji kar derxistibûn. Hem aştiyê dixwazin hem jî Kurdan dikujin, rojnameger û sivîlan dikujin. Ez bang li gelê Wanê û gelê Kurd dikim ku li vîna xwe xwedî derbikevin. Heke em vê yekê nekin, dê şaredariyên din jî desteser bikin û dibe ku parlamenterên me jî bigirin. Dibêjin ev ‘terorîst’ in, lê her demê me demokrasî û hiqûq xwestiye, me doza edalet û wekheviyê kiriye.”

‘Em bibin yek û xwedî li vîna xwe derkevin’

Mevlut Alagoz jî da zanîn ku gelek siyasetmedarên wan niha di zindanê de ne û diyar kir ku ew jî dê li du şopa wan bin. Mevlut Alagoz anî ziman ku heta vê kêliyê jî hebûna Kurdan nehatiye qebûlkirin û ev yek anî ziman: “Tevî vê tunehesibandinê bê tifaqiya me jî heye. Banga min tevahî xelkê Wanê heye ku xwedî li vîna xwe derbikevin. Me gelek caran ji CHPê re jî got, ‘werin li cem me bisekirin û vê neheqiyê qebûl nekin. Wê dora we jî bê.’ Îro dor hatiye wan jî û wan jî nas nakin. Ez vîn û berxwedana gelê Kurd pîroz dikim. Abdullah Zeydan vîna me ye û em qeyûman qebûl nakin. Hemû cîhan reş û spî dibîne. Me bi yek kesî dest pê kir û em niha bi milyonan kes in û nekarin me kerr bikin û ji niha û pê ve jî nikarin me kerr bikin. Mezinan gotiye ku hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.”

‘Kurd ne Kurdên berê ne’

Welatî Salih Ergun jî cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn şermezar kir û got ku encam çi be bila bibe ew dê li cem hevşaredarên xwe Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bin. Salîh Ergun, destnîşan kir ku divê zordariya li ser gelê Kurd bê bidawîkirin û wiha domand: “Gelê Kurd xwedî vîn û nirx e, xwedî şeref û namûs e. Banga me li hemû gelê me ew e ku xwedî li vîna xwe derbikevin. Ji aliyekê destê aştiyê dirêjî me dikin, ji aliyekî ve jî operasyonên xwe yên siyasî didomînin. Dixwazin vî gelî bifetisînin. Wê berxwedana me weke berxwedana Bendava Tişrînê be, weke ya Kobanê be. Îro roja xîretê ye, faşîzma AKP û MHPê dixwaze Kurdan bindest bike. Lê Kurd ne Kurdên berê ne û di asta herî jor de ne. Em dixwazin Şedal û Zeydan peywira xwe bidomînin. Em gel in û em ê wan dizan ji vî welatî paqij bikin. Em vîna xwe nadin ti kesî, serkeftin ya gelê Kurd e.”

‘Ew sedî ji me bigirin, em ê du sed li vir kom bibin’

Welatiya bi navê Zeyneb Abî jî anî ziman ku ew naxwazin qeyûm tayînî li ser şaredariya Wanê bê kirin. Zeyneb Abî diyar kir ku gelê Wanê bi xîreta xwe ev şaredarî bi dest xistiye û got: “Em dengê xwe didin partiya xwe û nûnerên xwe jê digirin, lê hêj sala wan temam nebû qeyûm tayîn dikin. Bila gelê me rabin li ser xwe û li pêş şaredariyê kom binin. Hevşaredarên me gelekî baş in û em ji wan razî ne. Qasî em saxbin em ê xwedî li vîna xwe derbikevin. Ji serê sibê ve em li vir in û çi ji destê me bê em ê bikin. Serkeftin bila ji bo gelê Kurd be, ew sed qeyûman tayîn bikin jî em ê di hilbijartinan de dîsa dengê xwe bidin partiya xwe. Ew sedî ji me bigirin, em ê du sed li vir kom bibin.”

‘Em li pişt vîna xwe ne’

Dayika Ayten Saygul jî bi lêv kir ku dewleta vîna bi milyonan mirovan desteser dike bila behsa hiqûq û edaletê neke. Ayten Saygul diyar kir ku di qirîza mazbatayê de jî gelê Wanê li ber xwe da, wê vê carê jî li ber xwe bide. Ayten Saygul da zanîn ku ew qeyûman qebûl nakin û wiha pê de çû: “Qeyûm tiştekî bêrûmetî ye. Şaredarî saziyeke fermî ye, ne cihekî leşkerî ye ku kesên dixwazin tayîn bikin. Ev sazî ji bo xizmeta gel e û gel jî vîna xwe teslîmî hevşaredarên niha kiriye. Gotiye hevşaredaran ‘tu nûnerê me yî, tu dê me rêxistin bikî’. Memûrekê tînin danîne li ser vîna milyonan mirovan û ev yek nayê qebûlkirin. Vî gelî dengê xwe neda we, hûn ê zilma xwe heta kengî bidomînin. Dawiya zilmê nîn e, em bi salan e dibêjin aştî, wekhevî, edalet. Em bang gelên Tirkiyeyê dikin, edalet dê ji bo we jî hewce bike. Îro zilmê li me dikin, wê sibê li we bikin. Em heta dawiyê li pişt vîna xwe, li pişt hevşaredarên xwe ne. Dosyeya Zeydan dosyeyeke vala bû, lê ji bo ku qeyûm tayîn bikin ceza lê birîn. Qanûnên xwe jî bin pê dikin. Heta em aştiyê, wekheviyê, demokrasiyê neynin vî welatî em dest ji têkoşîna xwe bernadin.
Şaredarî demkî ne, em heta dawiyê li ser pêyên xwe ne.”

 

Etîket: Abdullah ZeydancezaNeslîhan ŞedalQeyûmŞaredariya Bajarê Mezin a WanêWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne